Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bûldan: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku bêdengiya îktidarê ya li hemberî daxwazên girtiyan nayê qebûlkirin û wiha got: “Hûn çi bikin hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin. Berpirsê kesên di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest didin hûn rayedar in.”

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin serokatiya Hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan de li avahiya HDP’a Amedê kom bû. Di civînê de greva birçîbûnê, çalakiyên canbexşane yên li girtîgehan û hilbijartinên 31’ê Adarê hatin nirxandin. Piştî civînê hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Berdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Gulustan Kiliç Yigît û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozurk re têkildarî greva birçîbûnê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Di pîrozbahiya newrozê de peyamên xurt derketin

Buldan daxuyaniya hevpar a HDP, HDK, KCD û DBP’ê ya hevpar xwend û wiha got: “Newroz bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” pêk hat. Bêyî em di pîrozbahiya Newrozê de bûyerên neyînî bijîn, bi tevlêbûnek pir mezin me Newroz pîroz kir. Bi milyonan mirov tevî hemû astengî û zextan li dijî zilm û zordariyê hatin cem hev. Li Amed, Wan û Stenbolê bi dehan bajar û navçeyên din bi milyonan peyamên pir zelal dan. Di Newrozêde ev encam derketin;

* Di serî de gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê bersîve dan neheqî û înkara hikûmetê ya ‘Li ser vê axê cihê we tune ye”. Gel got em li vir in em bi biryar û bi hevî ne. Bi awayekî pir zelal gotin em dest ji têkoşîna xwe ya aştî, wekhevî, demokrasî û azadiyê bernadin.

* Gel got me stuyên xwe li dijî polîtîkayên faşîzma AKP û MHP’ê ne tewand û em ji niha û şûnde jî stuyê xwe li hemberî wan natewînin. Gotin me stuyê xwe netawand, em natewînin û em ê ne tewînin. Gel li vîna xwe ya siyasî xwedî derket. Gel pir aşkere got ku dê di 31’ê Adarê de qeyûman paşve bişînin ciwê ku jê hatine.

* Gel aşkere got em tecrîd û polîtîkayên înkarê qebûl nekirine û qebûl nakin. Dîsa bi dengekî bilind girêdana xwe ya nirxên hebûna xwe bi dengekî bilind berz kiriye.

Ji ber vê yekê pîrozbahiya Newrozê ji bo hemû welat û civakê bûye hevî. Biryardayîna têkoşînê bêtir xurt kiriye. Em şukranên xwe ji gelê xwe yê Newroz pîroz kir û bûne Newroz re pêşkêş dikin. Em spasiya xwe pêşkêşî gelê xwe dikin.”

‘Tecrîd li dijî zagon û hiqûqê ye’

Buldan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda mutlaq û girankirî ku li dervê mirovahiyê 4 salin li Îmraliyê li dijî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin 139 rojin di greva birçîbûnê de ye. Li zindanan jî 101 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev tecrîd 4 sal ango hezar û 460 roj in didome. Ev tecrîd li dijî zagon û hiqûqa heyî ye. Li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana ku Tirkiye îmze kiriye ye. Ev tecrîd ji milê mirovî û hiqûqê ve tu car naqê qebûlkirin.

Li gel vê yekê îktîdar, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê û wezaretên din banga hezaran girtiyan û çalakgerên ku dawî li jiyana xwe anîne nabîne û naxwaze bibîne. Ev sersarî û mirovan bêzar dike. Mixabin di 10 rojên dawî de li girtîgehan 4 cenaze derketin. 4 girtiyan bi armanca tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anîn. Li Almanya jî mixabin kesê bedana xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da.

‘Em li dijî zilmê bi parastina jiyanê têbikoşin’

Em hemû sazî bê guman li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Sedem çi dibe bila bibe em bi dawîkirina jiyanê rast nabînin. Hemû hewldan û têkoşîna me ji bo em rê li pêş mirinê bigirin e. Em armanc dikin ku pirsgirêkan çareser bikin û aştiya teqez ava bikin. Ji ber vê yekê ji bo ku ev çalakiyên bi vê rêbazê rawestin, em bang li hemû kesan dikin û dibêjin Werin em bi hevre li dijî zilmê ji bo parastina jiyanê têbikoşin.”

Berpirsê mirinê hikûmet e           

Buldan di berdewama axaftina xwe de bal kişand berpirsê kesên dawî li jiyana xwe anîn û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Helwesta îktîdarê ya li dijî cenazeyên kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Revandina cenazeyan a ji malbatan, bêyî destûra malbatan definkirina cenazeyan, xezpkirina cenazeyan, bêyî wecîbeyên olî definkirin, şerma herî mezin e. Ya herî bi êş û şerma herî mezin jî hin wezîr li qadan bê şerm bi van pêkanînan pesnê xwe didin. Hûn çi bikin jî hûn nikarin ji vê berpirsiyariyê birevin. Berpirsê kesên ku di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest didin hûn bi xwe ne.”

Bêdeng nemînin

Buldan herî dawî bang li kesên xwedî wîcdan, demokrat, rêxistinên demokratîk û sivîl, weatî, partiyên siyasî, komele, ode, sendika û rêxistinên pîşeyî kir û ji wan xwest li dijî geşedanan bêdeng nemînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar