Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Buldan: Bila pûsûlaya me Çep a Kesk be

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan got “Werin em bi hev re dîrokê jinûve binivîsin. Bila pûsûlaya me Çepa Kesk be.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beriya hilbijartinên 2023’yan, di civîna koma partiyê xwe ya dawî de axivî û rojevên heyî nirxand. Buldan, da zanîn ku dê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinên 2023’yan û wiha got: “Weke koma herî xurt û bihêz a serdema nû, em ê dîsa li vir bin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em, ji bo ku rihên dara Çep a Kesk hîn xurtir bikin û ji bo ku di her şaxê wê de çîçek vebibin em tên. Û em dibêjin; di darekê rihên wê saxlem de şax kêm nabin û ji tu bageran natirse. Em jî natirsin, dê netirsin. Me bi hev re li ber xwe da û dê bi berxwedana xwe her tim hebin.”

‘Bila kes bêhêvî nebe’

Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Bila kesek mirûzê xwe nexweş neke û bêhêvî nebe. Tarîtiya li hemberî me tu astengiyan li pêşiya me derxîne jî, tu kes dê nekare xwe li ber bayê meşa guherînê ya gel bigire. Êdî dem hatiye ku em vê rastiyê careke din nîşanî wan bidin. Tevî hemû astengiyan jî em tu carî dudilî tevnegariyan û me di siyaseta demokratîk de israr kir. Me bi israr got aştî, edalet û demokrasî. Me got ku teqez rêyên nû hene. Me soz dabû ku dê bi tu awayî gelên Tirkiyeyê bêalternatîf nehêlin û me soza xwe bi cih anî û em bi ser ketin.

Navê rêya me nû ava kirî û navnîşana wê Partiya Çep a Kesk e. Me rêya xwe ya sêyemîn bi rêya Kesk û Çepê re kir yek û veguherand rêya guherîna hevpar a gelên Tirkiyeyê. Em, ji bo di vê rêyê de destkeftiyên mezintir bi dest bixin tên. Weke jinan em ê dawî li vê rejîma yekzilamî bînin. Em tên da ku Tirkiyeyê veguherînin bihara jinan.

Me duh bi partiyên kurd re li Amedê beyannameya xwe aşkere kir. Me peyama xwe ya çareseriya demokratîk û yekitiya demokratîk li Amedê da. Ji çar aliyên Tirkiyeyê weke Çep a Kesk a bi milyonan kesan tên. Divê her kesên xwe weke demokrat dibînin çavekî li beyannameya me bigerîne. Beyannameyên me, bernameyên xurt ên demokratîkkirina Tirkiyeyê ne. Beyannameya me, temînata jiyana azad û wekhev a hemû kesên rastî cihêkariyê tên e. Bingeha demokrasiyeke xurt, aştiyeke birûmet, edalet, wekhevî û azadiyê û temînata çareseriyê ne. Her teahûda di beyannameya me de, bawer bikin manîfestoya jinûveavakirina Tirkiyeyê ne.

‘Soza me heye emê çareser bikin’

Hêvî em in, hêvî Çep a Kesk e. Çareserî, Çep a Kesk e. Soza me heye, em ê çareser bikin. Biryara me heye, em ê biguherînin. Em, ji bo ku bi hev re demokrasiyê ava bikin tên. Lê divê em ji ewil vê pergala faşîzmê ya weke ewrên reştarî li ser serê vî welatî biguherînin. Em ji bo ku vî welatî ji rejîma AKP-MHP’ê ya ku xwe bi şer, cihêkarî, siyaseta nefretê û kedxwariyê xweyî dike rizgar bikin, tên. Em ê bi hevre Tirkiyeyê ji yekperestî, ji darbeyên qeyûman xelas bikin. Divê tevahiya gelê me baş bizane ku kedxwarî, pergala koletiyê, birçitî û hejarî qedera wan nîne. Polîtîkaya şer a ku tenê bi xwe re êş û wêraniyê tîne, qedera wan nîne. Divê bizane ku bêedaletî, zilm û pergala yekperest a mêran ku bingeha xwe ji neheqî, tundî, cînayet û newekheviyê digire qedera wan nîne. Pêşeroja hatiye dizîn û bêhêvitiya hatiye afirandin, qedera ciwanan nîne. Karesatên mezin ên ji ber polîtîkayên rantê diqewimin, qedera bajarên me nîne. Tu kes neçarî vê pergala krîzê ya AKP-MHP’ê nîne.

Em ê dawî li pergala heramiyan bînin

Me got ku rêyeke din pêkan e. Em ji bo vekirina rêyên jiyaneke azad, wekhev û demokratîk têkoşiyan. Navê wê rêyê jî Rêya Sêyemîn e, Çep a Kesk e. Em ê tenê kavilên AKP-MHP’ê li pey xwe hiştin ranekin, her wiha dê hesabê hemû felaketên wan bi serê gelê anîne ji wan bipirsin. Temenê zivistana reştarî ya AKP-MHP’ê heta Bihara Çep a Kesk e. Dê di biharê de têk biçin. Em ê dawî li vê pergala heramiyan bînin ku gel weke tebaa dibîne, hemû çavkaniyên welêt pêşkeşî çeteya 5’an dike û pergala dizî, talan û bêariyê ye.

Ev welat deyndarê kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, êzidiyan, romanan û lazan e. Deyndarê hemû baweriyên vê xakê ne. Deynê wan ê demokrasî, aştî, azadî, makeqanûneke demokratîk, zimanê dayikê, mafên jinan, pêşerojeke azad a ciwanan heye. Ji bo ku van mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin, em ji bo avkirina demokrasiyeke xurt tên. Lewma hilbijartinên 14’ê gulanê krîtîrk û dîrokî ne. Ne tenê hilbijartineke. Her wiha dîroka pergala nû û diyarkirina pêşerojê ye.

Divê em tempoya xwe derxin lûtkeyê

Ji bo hilbijartinan demekî kin ma. Êdî dem hatiye ku em xebat û tempoya xwe derxînin lûtkeyê. Em ê bi coş, kelecan û daxwazeke mezin, mezintirîn kampanyaya hilbijartinê ya di demên dawî de bimeşînin. Tevî hemû zext û astengkirinan jî me tu carî meydan bo faşîzmê nehişt. Tevî hemû bêedaletî û newekheviyan jî em ê li qadan bibin dengê gelê xwe. Em soz didin ku dê di hilbijartinan de qadê bo van nehêlin. Li dijî kompas, dozên girtinê, xefik û operasyonên siyasî, em soz didin ku dê li qadan û ser sindoqan bersiva herî xurt bidin. Em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê bayê hêviyê yê Çep a Kesk li her çar aliyên Tirkiyeyê bigerînin. Em ê biçin her deverê û silav bidin her kesî. Ev yek soza me ya bo hevalên me yên di girtîgehan de, hevalên me yên li sirgunê û yên jiyana xwe ji dest dayîn e.

Belê, dema me beyanname aşkere kirî jî gotibû. Hedefa me ew e ku herî kêm 100 parlamenteran bişînin Meclisê. Em xwedî wê hêz û baweriyê ne. Ji bo pêkanîna vê armancê em ê bi şev û roj bixebitin. Parlamentoyeke ku deng, reng û gotina me lê xurt, dê bibe Meclisa rasteqîn a gel. Ji ber ku temînata çareserî û demokrasiyê, hebûna Partiya Çep a Kesk a li Meclisê ye. Her kesê ku Partiya Çep a Kesk hildibijêre, her wiha jiyana xwe misoger dike. Lewma dibêjim werin em li dora Çep a Kesk bicivin û sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala azadî û aştiyê. Werin em vê sedsalê bikin sedsala çareserkirina pirsgirêka kurd û dîrokê jinûve binivîsin. Bila pisûlaya me Çep a Kesk be. Bila rengê sindoqan Çep a Kesk be. Bila navê biharê, bihara Çep a Kesk be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar