Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Buldan: Colemêrgî li dijî zilmê serî natewînin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Colemêrgê tev li merasîma vekirina buroya hilbijartinê bû. Buldan got ku tevî hemû zextan jî gelê Colemêrgê serî netewandiye û dê di 31’ê adarê de jî qeyûman bişîne Enqereyê. Buldan li ser gotinên Erdogan jî wiha got: “Mîna Maho axa vî welatî weke gundê xwe dibîne û gelê wê diqewirîne. Ev ax û bajar a me ye. Me li her devera vî welatî rehên xwe berdaye.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya pê re, piştî tura Botanê îro derbasî Colemêrgê bûn. Heyeta ku ji Pervîn Buldan, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, serokê giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak û parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede pêk dihat, çûn navenda Colemêrgê.

Şande di ketina bajar de ji hêla namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Colemêrgê û navçeyên wê yên HDP’ê hat pêşwazîkirin. Tevî barîna zêde ya berfê jî welatî daketin qadê û bi dirûşm, tililî û çepikan şande pêşwazî kir. Esnafên li ber kargehên xwe û welatiyên li kolanan jî konvoy silav kir. Piştre jî welatî li ber avahiya HDP’ê kom bûn û li ber def û zirneyê govend gerandin. Di mîtîngê de welatiyan dirûşmên weke ‘HDP gel e, gel li vir e’ û “Qeyûm dê biçin, gel dê were’ berz kirin.

‘Em ê bi hev re tevbigerin û bi hev re rizgar bibin’

Heyeta HDP’ê ya ku derbasî cihê buroya hilbijartinê bûn, bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Di merasîma vekirina buroyê de di serî de namzetên HDP’ê yên navendê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman li ser otobûsê gel silav kir. Piştre jî Mehmet Kamaç axivî û got ku wan ji bo parastina nirxên kurdan tifaq ava kiriye û yên ku vê îradeyê binpê dikin jî dê bersiva xwe di 31’ê adarê de bigirin. Kamaç tifaqa partiyên kurd weke tifaqeke dîrokî pênase kir û got ku dê bi hev re tevbigerin û pêkve rizgar bibin.

‘Ocalan dengê azadiyê ye’

Serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî di serî de çalakiya Leyla Guven silav kir û got ku bi qeyûman îradeya gelê kurd hatiye binpêkirin. Bucak got ku dê li her derê qeyûman bişînin û serkeftin dê ya gelê kurd be. Berdan Ozturk jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku Ocalan, dengê aştiyê ye.

‘Colemêrgî serî natewînin’

Herî dawî jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Tevî hemû astengiyan jî we ev qad tejî kir. Gelê Colemêrgê serî natewîne û bîat nake.  Em di pêvajoyeke zor de derbas dibin. Tevî hemû zordestî û êrîşan jî, li her derê em bi keyfxweşî tên pêşwazîkirin. Dê ev coş û kelecan di 31’ê adarê de xwe nîşan bide. Gelê Colemêrgê vê yekê baş dizane. Colemêrgî her tim di bin zextê de ne. Dixwazin bi girtina siyasetmedarên we û tayînkirina qeyûman vî bajarî birêve bibin. Lê dê ev bajar roja hilbijartinê dersê bide wan.”

‘Qeyûm berê gel dide hev’

Buldan daxuyand ku bendewariyeke mezin a wan ji bo Colemêrgê heye û wiha derbirî: “Di esasê xwe de gelê me yê Colemêrgê biryara xwe daye. Di serî de qeyûm tayînkirin û piştre jî kirin namzetê xwe. Dema ku ev qeyûm diçe malên mirovên me, li malan lêgerîn tê kirin. Bi kîjan malbatê re hevdîtinê bike, li ser çapemeniyê parve dike. Dixwaze berê gel bide hev. Colemêrg di bin deynan de hiştiye. Em soz didin ku dê wî bişînin Enqereyê.”

‘Ev bajar û ax ên me ne’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan beg ku partiya me hedef digire dibêje ku ‘bila ji van deveran biçin.’ Heqaretkirina li me ji bo xwe weke erk dibînin. Dibêje ‘vê axê terk bikin.’ Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax ên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî. Divê serokomarê welatekî ji welatiyên xwe nefret neke, wan neqewirîne û îradeya bi milyonan mirov tune nehesibîne.  Yên ku dengê xwe nadin AKP’ê tune dihesibîne. Parlamentera vî bajarî hevala me Leyla Guven 117 roj in û hemû girtîgeh di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wan rewa û mafdar e. Herî dawî dixwazim vê yekê bo we bêjim; em xwedî li sindoqên xwe derkevin û dengên xwe biparêz in. Gelê Colemêrgê dê careke din dîrokê binivîsîne û ji sedî 90 dê serkeftina xwe îmze bike.”

Buldan û şandeya pê re piştî re jî derbasî navçeya Geverê bûn. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar