Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan: Divê li Tirkiyeyê jiyan raweste û hikûmet temînatê bide gel

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li mala xwe ya Stenbolê bi weşana zindî rojevên heyî nirxand. Buldan diyar kir ku partiya wan civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) bi weşana zindî pêk anîne û di dema civînê de daxuyanî dane.

Pervîn Buldan endama koma Grup Yorumê Hêlîn Bolek ku di roja 288’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û wiha got: “Berpirsyarê vê mirinê desthilatdarî ye. Daxwazên Helîn û hevalên wê dikariyan bên pêşwazîkirin. Yên ku ev zilm ji bo endamên Grup Yorumê rewa dîtin, sedema mirina Helînê ne jî. Em ji Grup Yorum û malbata Helînê re sersaxiyê dixwazin.”

Kampanyaya ‘Malbatên Xwişk û Bira’

Bi domdarî jî Buldan bal kişand ser şewba Covîd-19’ê û wiha domand: “Hejmara kesên bi vê şewbê dimirin zêde dibin. Bergiriyên hatine girtin, kêm in. Hêj jî li kolanan mirov digerin. Weke HDP’ê em careke din bang li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin. Divê li Tirkiyeyê jiyan raweste û hikûmet jî temînatê bide gel. Divê dewletên ewropî di vê mijarê de mîna bên girtin. Her wiha weke HDP’ê me kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira birêxistin kir û bi dirûşma ‘Em parve dikin hûn jî parve bikin’ ji îro ve me starta wê da.”

‘Hêj derfet heye ku qanûn bê guherandin’

Buldan piştre jî qala qanûna înfazê kir û wiha şîrove kir: “Têkildarî qanûna hatiye derxistin de nêrîna muxalefetê nehat girtin. Hikûmet di ya xwe de israr dike. Diviya bû ku hemû girtîgeh bihatina valakirin. Bi hezaran mirov ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Divê ev mirov terkî mirinê neyên kirin. Hêj derfet heye ku em vê zagonê biguherînin. Di vê mijarê de divê hemû kesên xwedî wijdan û demokrat bibin bersiva daxwaza gel. Ger li girtîgehan encamên neyînî derbikevin, berpirsyarê ve hemû kes e. Em dubare dibêjin, divê ev zagon ji bo hemû girtiyan derbasdar be. Her wiha pêşniyara me ew e ku hemû girtîgehan veguherînin navendên karantînayê.”

Rewşa Ocalan

Herî dawî jî Buldan ev tişt destnîşan kir: “Li Girtîgeha Îmraliyê tenê birêz Ocalan namîne. Hinek girtiyên din jî hene. Birêz Ocalan jî di koma rîskê de ye. Ji ber vê yekê em dixwazin dengek an ji dîmenek ji Girtîgeha Îmraliyê teqez bigihêje civaka Tirkiyeyê. Divê mafê telefonê bidin birêz Ocalan û heyeteke serbixwe teqez biçe Îmraliyê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar