Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Bûldan: Êdî nikarin Tirkiyeyê bi rêve bibin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya 3’yemîn a asayî ya Meletiyê de axivî. Bûldan got ku êdî AKP nikare Tirkiyeyê bi rêve bibe û diyar kir ku dê AKP di sala 2020’an de biçe

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Kongreya 3’yemîn a asayî ya HDP’ê ya Meletiyê axivî.

Bûldan diyar kir k udi pêvajoya ji hilbijartinên 7’ê hezîranê heta 31’ê adarê û 23’yê hezîranê ew tevî gelê xwe têkoşîneke wisa meşandine ku dê tu carî nehêlin îradeya gelê wan bê binpêkirin û wiha got: “Em zanin ku hêzên dewletê çima êrîşî me dikin. Ji ber ku em lîstikên wan xera dikin. Em partiyeke ku nahêlin bloka AKP-MHP’ê êdî gelên Tirkiyeyê bixapîne”

Bûldan destnîşan kir ku dema çûyîna AKP’ê nêz e û ev tişt anî ziman: “AKP niha bûye sê parçe. Di nava xwe de aciz in. Bi demê re dê biçûktir bibin. Lê belê HDP li ser pêyan e û dê her mezin bibe. Dîrok wê hêzên ku qala demokrasî, aştî û demokrasiyê dikin ji bîr neke, lê belê wê hêzên ku van ji nedîtî ve tên jî mîna rûreşiyê binivîsîne.”

Di axaftina xwe de Bûldan da zanîn ku ew êdî nikarin Tirkiyeyê bi rêve bibin û wiha domand: “Tenê du tişt hene ku bi rê ve dibin. Ya yekemîn, tundiya li dijî gel a din jî sîstema rantê û nelirêtiyê. Di van her du mijaran de Tirkiyeyê baş bi rê ve dibin.”

Bûldan bal kişand ser dijminatiya li dijî kurdan tê kirin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê hiqûqeke dijminatiyê li dijî kurdan heye. Ev sîstem mixabin li Tirkiyeyê bi cih bûye ku em li kîjan devera dinyayê dibin bila bibin her tim li dijî me tê bikaranîn. Hindik maye ku nefesê jî li kurdan qedexe bikin. Dibêjin, ‘ger tu kurd bî nabe ku tu nefesê werbigirî, nabe ku tu hilbijêrî, li cihekî cihê te nîne’.”

Her wiha Bûldan anî ziman ku AKP her ku diçe dengên xwe kêm dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hilbijartina bê de AKP wê biçe. Di sala 2002’yan de hatin, wê di sala 2020’î de bêyî li pişt xwe binerin wê biçin.” MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar