Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan: Em bi coşa Newrozê dersê bidin zilimkaran

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di Newroza Stenbolê de axivî û wiha got: “Em ê dersê bidin kesên ku me tune dihesibînin û li hember daxwaza hevalên me bedena xwe dane ber mirinê.” Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî wiha got: “Teqez dê tecrîd bê şikandin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Bi sed hezaran kes bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” li Qada Bazarê ya Navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu di Newrozê de axivî. Şenoglu wiha got: “Newroza we pîroz be. Me li dijî zaliman serî netewand û em li ser piya ne. Me li çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê mil daye milê hev. Çimkî em kesên xwedî li rûmeta kedê derdikevin. Em têk neçûn û em ê têk neçin jî. Me li her qadên Newrozê nîşan da. Em ê teqez tecrîdê bişikînin û em ê bi ser bikevin. Ev meşa mezin a Newrozê ye.”

Piştî Şenoglu Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Buldan di axaftina xwe de wiha got: “Min ji we re silavên Leyla Guven anî. Newroz roja azadî û aştiyê ye û roja berxwedanê ye. Îradeya gelê kurd di Newroza Amedê xwe aşkera kir. Teqez dê ev coş û îrade xwe di 31’ê Adarê de jî nîşan bide. Ez soz didim bi milonan, em ê xeyala azadiyê ya Berkîn û Kemal Korkutan pêk bînin û faşîzmê têk bibin. Em ne cudakariyê, hembêzkirinê dibêjêrin. Em ne nefretê hezkirinê dixwazin. Em ne dîlgirtinê azadiyê dixwazin. Em ê Tirkiyeyek li gorî van xeyalan biafirînin. Seranserî dîrokê her tim serkeftin bûye para berxwedêran. Em ê teqez û teqez di 31’ê Adarê dersek mezin bidin zilmkaran.”

‘Wê bi dersdayîna gelê me re rû bi rû bimînin’

Di berdewama axaftina xwe de Buldan ev tişt anî ziman: “Em Leyla Guven û hemû hevalên xwe yên bedena xwe dane ber mirinê silav dikin û Newroza wan carek din pîroz dikin. Duh Ayten Beçet û îro jî Zehra Saglam dawî li jiyana xwe anîn. Yên ku ji me re dibêjin bêdîn û bêîman nahêlin ku cenaze li gorî çanda xwe werin veşartin. Cenazeyan bi revandinê vedişêrin. Em dîn û îman û duayên xwe ji Tayîp Erdogan hîn nebûne. Em wek AKP’ê dîn nakin amûra siyasetê. Yek malzeme di destê wan de heye ew jî êrîşkirina HDP’ê ye. AKP wê di 31’ê Adarê de bi dersdayîna gelê me re hevrû bimîne. Gelê me ji niha ve bilêtên qeyûman biriye. Dem dema dersdayîna faşîzma qeyûman e. Hilbijartina 31’ê Adarê pir girîng e. Em bi ruhê agire Newrozê biçin ser sindoqan. Wê dengê me ji aştî û azadiyê re biçin. Heke em biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin dê AKP têk biçe. Em ê dersê bidin kesên me tune dihesibînin û li hember daxwaza hevalên me bedena xwe dane ber mirinê.”

Piştî axaftina Buldan, Koma Hîvron derket ser dikê û konser da. Pîrozbahiya Newrozê li ber govend gerandinê û stranan bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar