Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûldan: Em ê di 23’ê hezîranê de jî dersê bidin wan

Hevseroka HDP’ê ji bo pîrozbahiya cejnê çû Qersê û wiha got: “Azadî û aştiya vî welatî bi çûyîna AKP’ê dê were. Em li benda 23’ê hezîranê ne ku carek din dersê bidin AKP’ê û namzetê wan.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan û şandeya pê re ji bo pîrozbahiya cejnê çû Qersê û li avahiya partiya xwe cejna rêveberên partiya xwe û welatiyan pîroz kir. Bûldan li balafirgehê ji aliyê parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan û Habîp Eksîk, Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca û rêveberên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin.

Bûldan û şandeya wê li ber avahiya HDP’ê ya Qersê ji aliyê welatiyan  ve hat pêşwazîkirin. Bûldan piştî cejna welatiyan pîroz kir, têkildarî rojevên di mijarê de daxuyanî da.

‘Em deyndarên çalakgeran in’

Bûldan destnîşan kir ku berxwedêra greva birçîbûnê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê 200 rojî li ber xwe da û bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê û çalakgerên rojiya mirinê bûn wesîle ku vê cejnê bi hezkirin û aramî derbas bikin. Bûldan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji hemû berxwedêrên çalakiya rojiya mirinê û greva birçîbûnê re deyndar in. Bi 200 roj hêvî kirin û bi ser ketin. Hevalên me bûn kevirên mîhenkê û deriyên xêrê vekirin. Li pêşiya me demokrasî, aştî û azadî heye. Me li gel her tiştî li ber xwe da em bi ser ketin û em ê bi ser bikevin jî. Me gelek bajarên mezin û bajaran bi AKP’ê û MHP’ê da windakirin. Li vir jî gelê Qersê bi ser ket. Wan ji bo gelê Qersê kevirek nedabû ser kevirekî. Ji bo feydeya gelê Q ersê tu tiştek nekirin. Hêj rêya me dirêj e û dema me ya têkoşînê heye.”

‘Heta AKP bikeve em ê têbikoşin’

Bûldan da zanîn ku heta AKP têk biçe dê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got: Azadî û aştiya vî welatî bi çûyîna AKP’ê dê were. Em li benda 23’ê hezîranê ne ku carek din dersê bidin AKP’ê û namzetê wan. Li Stenbolê gelek qersî û serhedî hene. Ji xizm û malbatên xwe re bêjin bila biçin ser sindoqan û dersê bidin AKP’ê. Rojên serketinê nêzîk in. Rojên hatina azadî, demokrasî û aştiyê nêzîk in. Em carek din soza ku em ê siberoja xwe hemû bi hev re bi dest bixin dubare dikin.”

Buldan û şandeya pê re piştî axaftina xwe derbasî Şaredariya Qersê bû û hevşaredar Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ziyaret kir. QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar