Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Erdîşê tev li mîtîngê bû. Buldan anî ziman ku gelê Erdîşê her tim dîrok nivîsandiye û dê di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkeve. Buldan diyar kir ku AKP di anketan de têkçûna xwe dibîne û ji ber vê jî êrîşî HDP’ê dike
Tûra hilbijartina rêveberiyên herêmî yên hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li bakurê Kurdistanê berdewam in. Tura ku di 1’ê adarê de li Cizîrê dest pê kir, di roja 6’emîn de berewam dike. Di vê çarçoveyê de heyeta ku ji Pervîn Buldan, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), serokê giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak û wekîlên HDP’ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci pêk dihat li navçeya Erdîşê ya Wanê mîtîng pêk anî.
Şandeya HDP’ê di ketina navçeyê de ji hêla namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Erdîşê yên HDP’ê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala û girseyek qerebalix ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî girse derbasî cihê mîtîngê bû. Girseya gel li qada mîtîngê bi dirûşman berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê silav kir. Di mîtîngê de ewil namzetên hevşaredariyê yên Erdîşê axivîn û da zanîn ku dê di 31’ê adarê de zîhniyeta qeyûm têk bibin.
‘Yên ku dibêjin herin dê biçin’
Serokê giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî bal kişand ser tifaka partiyên kurd û wiha got: “Hewldana me ew e ku em vê tifaqa xwe di pêvajoyên pêş de xurttir bikin. Em ê li vir bersivê bidin tifaqên ku bi sed salan e me tune dihesibînin. Dibêjin ku bila kurd ji vir biçin. Yên ku dibêjin herin, ew bi xwe dê biçin.” Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî got ku yên ku mirinê ji kurdan re rewa dibînin, dê di 31’ê adarê de bersiva herî xurt bigirin.
‘Birînên heyî hatin kûrkirin’
Piştre jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan destnîşan kir ku ew bi coşa gel keyfxweşin û wiha domand: “Ji bo coşa her kesî em gelek spas dikin. Wan keleha me ye û dê tu demê ev keleha me nekeve. Gelê Erdîşê di her hilbijartinê de dîrok nivîsandiye û dê di 31’ê adarê de jî heman tiştî bike. Îradeya gelê Erdîşê nas nekirin û qeyûm tayîn kirin. Îradeya wan xistin zindanan. Qeyûm dizî û nelirêtiyê dikin. Hemû mal û milkê gel firotin. Di erdheja Wanê de herî zêde gelê me yê Erdîşê êş kişand û birîndar bû. Lê ev birîn nehatin pêçan û birînên din li serê zêde bûn. Piştî erdhejê li Erdîşê TOKÎ çêkirin. Lê piştî demekê gelê me deyndar kirin. Gelê Erdîşê gelek bi rûmet û serbilind e û dê di 31’ê adarê de vîn û rûmeta xwe deyne holê.”
‘Ev welat axa me ye’
Buldan daxuyand ku AKP ji bo ku krîza aborî binixûme, rojane êrîşî HDP’ê dike û wiha pê de çû: “Êrîşî hevserok û parlamenterên me dikin. Dixwazin hemû kurdan ji axa wan koçber bikin. Ev welat axa me ye. Tu kes nikare me ji vir biqewirîne. Bi hezar salane em li ser vê axê dijîn û çanda xwe diparêzin. Di anketan de têkçûna xwe dibînin. Ji ber wê jî êrîşî HDP’ê kirin. Bila gumana tu kesî nebe ku em ê di 31’ê adarê de bersiva herî pêwîst bidin van êrîşan. Tayyîp beg naçe cihê ku bi ser nakeve. Gotiye ez naçim Colemêrg, Wan û Mûşê. Wezîrê xwe dişîne. Tu hemû kabîneya xwe jî bişînî tu dê Wan û Erdîşê bi dest nexî. Em gel vedixînin xwedîderketina li sindoqan.”
Buldan û şandeya pê re piştî mîtîngê, derbasî navçeya Rêya Armûşê bûn. WAN