Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Buldan: Em ê Mêrdînê li gel vegerînin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Mêrdînê bang li gel kir û diyar kir ku dê tiştên ku qeyûman ji gel standin, careke din li gel vegerînin. Buldan çalakvanên greva birçîbûnê jî silav kirin û diyar kir ku dê bi hev re bi ser kevin

Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Mêrdînê bi tevlêbûna hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê û namzetên hevşaredariyên Mêrdînê û navçeyên wê, li Salona Tesîsên Bîlen a Mêrdînê bernameya danasîna hevşaredariyan pêk anî. Di bernameyê de di serî de namzetê hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku qeyûm dest daniye ser hemû nirxên gel. Turk soz da ku dê hemû nirxên gel dîsa li gel vegerînin û bixin xizmeta wan.

Piştre jî Pervîn Buldan axivî û da zanîn ku dê gelê Mêrdînê bi hemû pêkhateyên xwe, di 31’ê adarê de dê bersîvê bidin zordariyê. Buldan piştre jî Mehmet Sîncar bi bîr anî û wiha domand: “Di kesayeta  Mehmet Sîncar de hemû şehîdên demokrasiyê bibîr tînim. Îro hemû hevrêyên Sîncar vê têkoşînê bi heman biryarê bi pêş dixin. Îro çalakî û berxwedana Leyla Guven di roja 84’an de didome. Birêz Leyla Guven ji bo pêşketina aştî û demokrasiyê û ji bo bidawîkirina tecrîdê kete çalakiyê. Têkoşina wê ya bi rûmet dê teqez biserkeve. Rêya ku Leyla ronî dike, rêya hevpar a gelan a aştî, demokrasî û azadiyê ye. Em bi wê re ne. Hêvî û wêrekiya wê hêzê dide me. Sebahat Tuncel û Selma Irmak jî bi heman boneyê di çalakiyê de ne. Bûrcû Çelîk jî da ser şopa wan. Em hemû hevalên di çalakiyê de silav dikin û bi bawerin ku dê tecrîdê bi hev re bişikînin.”

‘Em amade ne vaye meydan’

Buldan bal kişand ser pêkanînên qeyûm ev tişt destnîşan kir: “Qeyûmên tayînkirî li çand û nasnameya gelên me heqaretê dike. Bi rûxandina peykerê Ugur Kaymaz re cara duyemin ew qetil kirin. Dema tabelayên pir zimanî rakirin xwestin yek zimaniyê pêş bixin. Lê gelê Mêrdînê yê ku xwedî pir çand û pir ziman dê destûrê nede vê. Gelê Mêrdînê tu carî nasname û çanda xwe teslîmî qeyûm nekir û dê neke jî. Em ê Mêrdînê teslîmî qeyûm nekin. Dê gelê me di 31’ê adarê de bersiva zordariyê bide. Em dibêjin vaye meydan. Gelên Tirkiyeyê ji ber vê rejîma desthilatdar nikare bêhnê bigire. Dixwazin ku herkes stûyê xwe li ber wan xwar bike. Lê gelê me xwedî rêxistine û dê di 31’ê adarê de xwe bi xwe bi rêve bibe. Ev hilbijartineke dîrokî ye. Em ê pêkve vê rejîma faşîst têk bibin û li herêmê demokrasiyê xurt bikin.”

‘Bîra gel zindî ye’

Herî dawî jî Pervîn Buldan ev tişt destnîşan kir: “Dê pêkhateyên me yên kurd, ereb, mehelmî, suryan, karker, kedkar, ciwan û jin dê Mêrdînê bi rê ve bibin. Em ê her tiştî careke din li gelê xwe vegerînin. Hişmendiya qeyûm dê êdî nekare li vir bimîne. Şaredarî dê bibin şaredariyên hezkirin, xweşbînî, jin, zarok, ciwan û gelan. Bi şev û roj hîleyan dikin. Lê mê destûrê nedin van hîleyan. Dê winda bikin. Yên ku vîna gel tune dihesibînin, rûyê wan nîne ku bên deng bixwazin. Gel xwedî bîr e û ev bîr zindî ye. Bîra Nisêbîn, Dêrik û Qoserê heye. Hevalên me Ahmet Turk û Fîdan Altundag vîna we ye. Em wan teslîmî we dikin.” MÊRDÎN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar