Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûldan: Em ê rejîmê di 14’ê Gulanê de biguherînin

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku "Hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo jinan ne tenê hilbijartineke desthilatdariyê ye."

Di civîna Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk de ku Beyannameya Hilbijartinê hat aşkerekirin, hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.

Bûldan berxwedana jinan destnîşan kir û got, “Jin xwedî sekneke bi biryar e ku hêviyê timî xurt dikin.”

Bûldan got, “Ev hilbijartin hilbijartina me ye. Serketina ku em ê di vê hilbijartinê de bi dest bixin a me ye. Sedsala nû wê bibe sedsala me. Dem ew deme ku berxwedana xwe ya mezin, têkoşîna xwe ya bi heybet hîn mezintir bikin û ya nû jinûve ava bikin.”

Bûldan anî ziman ku beyannameya wan a jinan beyannameya maf, edalet, demokrasî, azadî û wekheviyê ye ku jin bi salan e ji bo wê têdikoşin û got: “Bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa jinan em bi tifaqa xurt a bindestan dikevin hilbijartinê.”

Di dewama axaftina xwe de Bûldan ragihand ku yên 20 sal in li ser desthilatdariyê ne bi her awayî tundî, mêtingerî, jiyaneke newekhev, xizaniyeke giran, komkujî li jinan ferz kirin û bal kişand ser zilma di dema erdhejê de li gel bi taybetî jî li jinan hat kirin: “Jin neçar hişt, bêçare hişt, mehkûmî êşê kirin. Em ê vê yekê ti carî ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Em ê hesabê vê êşê teqez ji desthilatdariyê bipirsin.”

Bûldan bi dewamî got, “Ji bo hesabpirsîna ji qeyûm, ji bo wergirtina ya xwe em tên. Ji bo hilweşandina desthilatdariya tekperest a mêr, ji bo bidawîkirina rantxuriyê em tên. Ji bo bidawîkirina sûcên li dijî mirovahiyê, polîtîkayên tecrîd, faşîzm û îşkenceyê em tên. Li dijî polîtîkayên xizanî, neçareserî û krîzê em tên; em bi biryardariya xwe ya çareseriyê, bi hêza guhertinê, bi soza xwe ya ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet û wekhev tên.”

Bûldan diyar kir ku wê ti carî rê nedin tifaqên dijminê jinan û got, “Em jin baş zanin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo jinan ne tenê hilbijartineke desthilatdariyê ye. Di 14’ê Gulanê de wê ji bo jinan dengdan li ser rejîmê bê kirin.

Ji ber vê yekê jî li hemberî hêzên ku hebûna xwe li ser tunebûna jinan ava kirine, di 14’ê Gulanê de jin wê bersiva herî xurt bidin.”

Bûldan destnîşan kir ku desthilatdariya heyî wê bi destê jinan bê têkbirin û got, “Jin hêza guherîn û veguherînê ne, hêza jinûve avakirinê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar