Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Bûldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê greva birçîbûnê û rojiya mirinê de wiha got: “Em soz didin birêz Ocalan. Em ê bi hevre aştiyê bînin. Bi keda we wê li vî welatî aştî pêş bikeve.”

1’emîn Kongreya Asayî ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya malbatên Xizmên xwe windakirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER), kongreya xwe pêk anî. Kongreya ANYAKAY-DER’ê li avahiya HDP’ê ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê pêk hat. Di kongreyê de Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan der barê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir. Bûldan diyar kir ku ji ber ew bi dayikan re hatiye cem hev, ji bo wê wateyek pir mezin e û wiha got: “Me beriya salan bi çend dayik û bavan YAKAY-DER’ avakir. Dema me YAKAY-DER avakir me kedek mezin da. Niha me ANYAKAY-DER avakir. Em kêfxweşiya vê yekê dijîn. Em hevî dikin ku ANYAKAY-DER bibe wesîleya aştiyê û aştiyê pêş bixe. ”

‘Me bi berxwedanê qezenç kir’

Bûldan, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û ev tişt anî ziman: “Bandora birêz Ocalan a li ser gelê kurd, gelên Tirkiye û cemaweriya Tirkiyeyê gelek zêde ye. Bi banga kir diyar kir ku çalakî gihiştiye armanca xwe. Bê guman keda Leyla Guven, bi hezaran girdiyên li girtîgehan û dayikên Laçik Spî pir zêde ye. Ez destê hemû dayikan maç dikim. Çalakiya Leyla Guven ku 200 rojin didomîne bi dawî bûye. Li tu deverên cîwanê ew qas mirov ji bo armancekê bedena xwe nedane ber birçîbûnê. Ev wêrekî û biryar tenê di nava gelê kurd de heye. Di nava kurdan de berxwedan heye. Erê berxwedan bi ser ket. Em carek din serbilindiya serkeftina berxwedanê dijîn. Em bawer dikin ku civaka Tirkiye dê peyama Ocalan baş fam bike. Brêz Ocalan carek din grêdana xwe ya peyama Newroza 2013’an parve kiriye. Her dem gotiye ji bo şert û mercên xwe tu carî tu tişt nexwestiye. Divê rêveberên Tirkiye vê yekê baş fam bike. Em ê aştîyê bînin ser vê axêb Em soz didin Birêz Ocalan emê bi hevre aştiyê bînin ser vê axê. Em soz didin em ê bi hemû ked û hêza xwe têbikoşin ku em aştiyê pêş bixin. Heta ku pêşeroja gelê kurd bê mîsogerkirin em ê têbikoşin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar