Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Buldan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan gotina Erdogan a “Salekê mihletê bidin me” bi bîr xist û wiha bersiv da: “Dev ji salekê berde, ev welat tenê rojekê jî tehemûla we nake.”

Şandeyeke ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û nûnerên pêkhateyan pêk dihat, li Hatayê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Şandeya ku li Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Îskenderûnê çû serdana mexdûrên erdhejê, li wir daxuyanî da.

‘Ya ku me li ser pêyan digire piştevanî ye’

Buldan, ji ewil bo malbatên qurbaniyan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bike û sebrê bide xizmên wan. Em îro ji bo dermankirina birînan û sivikkirina êşan hatin vê derê. Em li vir dîsa bûn şahid bê ka êş û hilweşîneke çiqas mezin heye. Erê raste êşeke giran, wêraniyeke mezin heye lê li hêla din jî piştevaniyeke xurt heye. Ya ku me li ser pêyan digire jî ev piştevaniye ye.

Divê zirarê nedin cenazeyan

Di serî de li Hatayê, li hemû deveran gelek kêmasî hene. Em dibînin ku dema xelk li ser kavilan li benda derxistina cenazeyên xizmên xwe disekinin, li hêla din ji ber sermayê dicemidin û gelek mexdûriyetên din dijîn. Gelek kon kêm in, xelk nikare xwe germ bike û xelk li hawarê ye. Pêdivî bi konan heye, hewcehî bi cihê mayînê heye. Divê cenazeyên di bin kavilan de bên derxistin. Ev bajarên ku di rojên ewil de tu mudaxale lê nehat kirin, tu makîneyên kar lê tunebûn, îro bi makîneyên kar tije bûne da ku kavil bên rakirin. Hawara xizmên kesên di bin kavilan de ew e ku cenaze tavilê bên derxistin. Divê di dema rakirina kavilan de ziyanê nedin cenazeyan û li gorî wecîbeyên olê bên definkirin.”

Seferberiya îktîdarê ya rakirina kavilan

Yên ku roja ewil li holê xuya nedikirin, îro ji bo rakirina kavilan seferber bûne. Niha li cihê mexdûrên erdhejê û li ser kavilan makîneyên kar bi kar tînin. Her yek ji van kavilan delîleke û ji hêla hiqûqî ve divê beriya lêkolînê neyên rakirin. Ev sûcekî pir mezin e. Heta ku ev lêkolîn neyên kirin, divê ev kavil neyên rakirin.

Berpirsyar dê teqez hesab bibin

Yên ku berpirsyariya wan heyî, yên ku weke tu berpirsyariya wan tune be tevdigerin, bila baş bizanin ku hûn dê hesabê bidin. Bi hezaran mirovên me di bin kavilan de man û hûn dê hesaba vê bidin. Dê gel hesabê ji we bixwaze. Ji ber efûya îmarê dê ji we hesab were pirsîn. Hêj kesên di bin kavilan de nehatin derxistin we kavil rakirin û ji ber vê dê ji we hesab were pirsîn. We bacên erdhejê yên 20 salan anku 40 milyar dolar ji bo kar û barên cuda hatin pûçkirin, hesaba vê ji we were pirsîn. Di rewşeke wiha de serokkomar dibêje; ‘salekê mihletê bidin min.’ Em li vir bangî serokkomar dikin; ev welat, ev gel, ev xak û vê erdnîgarî êdî dev ji salekê berde yek rojê jî tehemûla we nake. Dê tu kes weke xelatekê dê salek mihletê nede we. Hûn dê biçin. Ev gel ji we hesabê bipirse û hûn dê hesabê bidin û wisa biçin.

Êdî dema tunebûna AKP’ê ya di qada siyasetê de hat

Yek ji gavên ewil a xelasiya ji van erdhej û karesatan, têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye. Hemû kes di ferqa van êşên we bi gel dayîn kişandin û zilma we heye. Gelên Tirkiyeyê dê bi vê zanebûnê jî AKP’ê êdî ji qada siyasetê tune bike.  Êdî dema wê hatiye ku em ji bo tunekirina AKP’ê ya ji qada siyasetê bikevin nava tevgerê. Têkoşîn, xwebirêxistinkirin û piştevanî girîng e. Em di ferqa van tevan de ne û ya ku me li ser piyan digire jî ev e. Lê gava ewil a ku divê em biavêjin; têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye.”

Serdanên şandeyê yên li bajar berdewam in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar