Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bûldan: Gel bilêta qeyûman biriye

Hevseroka HDP’ê Pervîna Bûldan, di hevdîtina gel a li Xinûsê hat lidarxistin de axivî. Bûldan diyar kir ku qeyûman şaredariyan xistine bin deynan û got ku gel bilêta qeyûman biriye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erziromê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, hevdîtina gel li dar xist. Hevdîtin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat lidarxistin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemal Oglû, namzetên Hevşaredarên Xinûsê Nûrcan Felekoglû û Mehmet Bayraktar û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn. Bi sedan kesên li ber buroyê kom bûn, berî hevdîtinê li ber stranan govend gerandin û bê navber dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ berz kirin.

Hevseroka HDP’ê Bûldan piştî ku girse silav kir wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelê Xinûsê, ligel hemû zext û astengiyan jî, dê dîsa bi vîna xwe şaredariya xwe qezenc bikin.”

 ‘Qeyûm li dijî vîna gel bêrêzî û dizîtî ye’

Bûldan anî ziman ku wan li Şirnex, Colemêrg û Wanê ji gel re gotine ku bilêta qeyûman birinê û wiha got: “Li Erziromê, Xinûs, Tekman, Qereçoban û Qereyaziyê jî gel bilêta qeyûman biriye. Qeyûmê Xinûsê jî mîna qeyûmên din, şaredarî xistiye çirava deynan. Dema qeyûm hat, di kaseya şaredariyê de deyn tune bû. Di rapora sayiştayê de me dît ku qeyûm şaredarî di bin deynan de hiştiye. Ev li dijî vîna gel bêrêzî û dizîtiye. Kes nizane çi ji wan pereyan kirin. Lê gelê Xînûsê vê baş dizane.”

Olê dikin amûrê siyasetê

Di axaftina xwe de Bûldan bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo 8’ê Adarê bi kar aniye û wiha domand: “Çalakî û îsyana jinan a di 8’ê Adarê de li Stenbolê pêk hat berevajî dikin. Ew îsyan li dijî barîna û copên polîsan bûn. Li vî welatî kes heqaretê li banga Xwedê nake. Lê îro ol û banga Xwedî kirine amûrê siyasetê. Li Colemêrgê nimêjên sîvîlan bi ferman Tayyîp hatin qedexekirin. Xûtbeyên kurdî bi ferma Taqyîp hatin qedexekirin. Îro gelê kurd nikare bi zimanê xwe îbadetên xwe bike. Ji ber ku Tayyîp û AKP îbadeta bi zimanê kurdî qedexe kirine. Ferasek wisa, ji ber ku ol kiriye amûrê siyasetê, bûyerên cuda jî berevajî dike.”

 Divê demildest gav bên avêtin

Her wiha Bûldan, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ev 125 roj in didomîne jî nirxand û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Tenê yek daxwaz Leyla Guven û girtiyan hene, bila tecrîd rabe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Grevên birçîbûnê gihiştine asteke pir krîtîk. Divê demildest gav bên avêtin. Berî ku tişta bi canên me werin divê hikûmet û rayedar gav biavêjin.”

Piştre Bûldan û kesên perê ji bo hevdîtina gel derbasî Tekmanê bûn. ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar