Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bûldan: HDP dê bi tifaqên xwe re namzeta/ê xwe diyar bike

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di kongreya partiyê ya Îdirê de bal kişand ser nîqaşên tifaqê û wiha got: “HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê/a xwe diyar bike.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê li eywaneke dawetê ya li bajêr 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreyê de têkildarî geşedanên heyî de axivî. Axaftina Bûldan gelek caran bi dirûşma “HDP gel e, gel li vê derê ye” hat birîn. Bûldan jî spasiya beşdaran kir û wiha got: “Li ser vê xakê gelek êşên mezin hatin kişandin, gelek bedel hatin dayîn û ji her bedelekî jî dersên mezin hatin girtin. Lewma hesreta vê xakê aştî ye û tevî her zehmetiyan jî ji bo demokrasî, heq û hiqûqê têdikoşe. Weke HDP’ê heta aştî tê vê xakê, heta azadî tê û demokrasî û edalet pê tê jî em ê tu carî dev ji têkoşînê bernedin. Ji ber vê israra me ya ku li dijî HDP’ê êrîşên mezin tên kirin. Tevî ku rojane rastî êrîşan tê jî ji siyaseta demokratîk tawîzan nade. Îktîdar bi me nikare, rû nabîne ku derkeve pêşiya me lewma jî serî li kompasên siyasî dide.

Kompasa Kobanê, Doza Girtina HDP’ê, êrîşên li dijî pêkhateyên HDP’ê, girtina hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, zehmetiyên rojane derdikevin pêşberî parlamenterên me, êrîşa li dijî parlamenterê me Habîp Eksîk, çendek ji van neheqî û derhiqûqiyên wan in. Habîp Eksîk vîna xelkê Îdirê ye û êrîşa li dijî wî li dijî vîna xelkê Îdirê, gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê hatiye kirin.

Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin

Neheqî û derhiqûqî êdî bûye feraseta vî welatî. Bloka AKP-MHP’ê siyaseta xwe bi rêya neheqî û derhiqûqiyê dike. Girtîgeh bi HDP’iyan tije kirine. Rojane li dijî rêxistinên me yên navend û navçeyan operasyonan dikin, hevalên me yên rêveber tên binçavkirin, girtin. Mînakeke wiha ya zext û zilmê li tu devereke din ê cîhanê nîne. Tevî vê yekê jî em di siyaseta demokratîk de israr dikin û têdikoşin. Tevî girtina partiyan, girtin û îşkencekirina serokên giştî yên vê têkoşînê jî, bi milyonan kes xwedî li vê dozê derketin û divê kesek vê rastiyê ji bîr neke.

Kevneşopiya HDP’ê

Niha dîsa berê xwe dan HDP’ê. Di demên berê de partiyên me girtin lê li şûna wan partiyên nû hatin vekirin, hêj mezintir bûn û siyaset û têkoşîna xwe domandin. Dibêjin qey heke HDP’ê bigirin dê HDP nexebite û bi milyonan dengdêr dê li mala xwe vê rewşê temaşe bikin. Bila ew ji xwe re di cîhana xeyalan de bijîn. Em li vir dîsa radigihînin ku dê HDP neyê girtin, dê siyaseta xwe ya demokratîk bidomîne û ji her alî ve di siyaseta vî welatî de cih bigire. HDP ne tenê ji avahiyekî pêk tê ku dema hûn deriyê wê qifle dikin were girtin. Niha jî çav berdane alîkariya xizîneyê ya ji bo HDP’ê. Ev alîkarî bi baceyên gelê me tên dayîn û ji zîhniyeta ku alîkariya xizîneyê bloqekirî re wiha dibêjim; hûn dê nekarin vîna bi milyonan insanan bloqe bikin. Hûn dê nekarin vê vînê asteng bikin û dê nekarin berê me ji siyaseta demokratîk bikin. Me di demên berê de alîkariya xizîneyê wernedigirt. Çanda me ya ji HEP, DEP û DEHAP’ê tê, bêyî ku alîkariya xizîneyê wergire xwe gihand van rojan. Lê divê kesên bi fermanên AKP-MHP’ê qanûn û makeqanûnê binpê dikin baş bizanin ku em ê vê alîkariyê dîsa wergirin. Dê tu hêz nekarin pêşî li ber vê bigirin. Ji ber ku ev mafê me yê qanûnî ye. Dixwazin Tirkiye û parlamentoyeke bêyî HDP’ê biafirînin lê divê baş bizanin ku em ê di vê hilbijartinê de hîn xurtir bibin.

Sedema pirsgirêkan AKP-MHP ye

Dê herî dereng di nava 3-4 mehan de hilbijartinek bê kirin. Dê qeder, dîrok û rêveberiya vî welatî bi feraseteke nû re dest biguherîne. Dayîna vê biryara dîrokî dê bibe rolekî girîng ê civakê. Ev hilbijartineke ji rêzê nîne. Ji ber ku dê rejîm biguhere, feras û rêveberî biguhere, dê sepanên dij-demokratîk, neheqî û bêhiqûqî bi dawî bibin. Divê her kes bi vê zanebûnê nêz bibe. Em ê yan ronahiyê yan jî tarîtiyê, yan aştiyê yan jî faşîzmê hilbijêrin. Tirkiye tu carî krîzên wiha mezin ne jiya bûn. Hemû kes pê dizane ku sedema krîzên aborî, siyasî û civakî tifaqa AKP-MHP’ê ye. Sedema xizanî, birçîtî, talan û neheqiyan tifaqa AKP-MHP’ê ye. Lewma ev hilbijartin pir girîng e.

Dê HDP namzeta/ê xwe derxîne

Çavê her kesî li HDP’ê ye û pirsa ‘gelo dê bi namzetê xwe bikevin hilbijartin yan na, gelo dê piştgiriyê bide tifaqa milet yan na?’ Min duh li Qersê daxuyaniyek da û got ku dê HDP namzeta/ê xwe diyar bike û dê bi namzeta/ê xwe bikeve hilbijartinê. Ji duh ve tekane nîqaş bûye mijara namzetê HDP’ê. Erê baş e lê HDP çima bi namzeta/ê xwe nekeve hilbijartinê? Ma xwedî îrade nîne? Ma ew jî partiyeke siyasî nîne û mafê wê nîne ku bikeve hilbijartinan? Dixwazim bibêjim ku dê HDP dê bi tifaqên re, bi namzeta/ê xwe bikeve hilbijartinê.

Yên ku me nas nekin dê têk biçin

HDP’ê namzeta/ê xwe bi Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa jinan, tifaqa kurdan û tifaqa hêzên demokrasiyê re derdixîne. Vê yekê jî hemû xeyal û stratejiyên hinek derdoran serûbin kir. Divê ez vê yekê bi zelalî bibêjim; yên ku girtîgeh û goristanan hêjayî gelê kurd û dostên wan dibînin, mehkûmên têkçûnê ne. Yên ku gelê kurd, dost û tifaqên wan weke îradeyeke siyasî nabînin, mehkûmên têkçûnê ne. Divê zilm, zext û tundiya tifaqa AKP-MHP’ê ya li dijî hêzên demokrasiyê û bindestan tu carî ji bîr nekin. Banga min ji bo kurdên ku deng didin AKP’ê ew e ku zilma li HDP’ê tê kirin bibînin.

Tevahiya jiyanê tê tecrîdkirin

Divê ez careke din bibêjim bê ka yekitiyî û hevgirtina gelê kurd di vê serdemê de çiqas girîng e. Di serdemeke ku her cureyên neheqiyê, zilm, şer û tecrîdê li dijî kurdan tên kirin de em careke din dibêjin ku li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî diyalogê diparêzin. Îro li Îmraliyê ne tenê Abdullah Ocalan lê tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Abdullah Ocalan hîn bêhtir hatiye girankirin û nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Em baş pê dizanin ku sepanên keyfî ne. Feraseta ku qanûnên xwe nas nake dibe sedema tecrîda li Îmraliyê. Divê tevahiya siyaseta me û xebatên me di çarçoveya vê rastiyê de bên kirin û mezinkirin. HDP ji bo vî welatî firsendeke. Ji bilî me tu partiyeke din nîne ku qala aştî, demokrasî û edaletê dike. Em dibînin bê ka dema mijara behsa xeberê dibe kurd partiyên din çawa tên ba hev. Ji betalkirina parêzbendiyan heta tezkereyên şer, di her mijaran de piştgiriyê didin îktîdarê.”

Piştî axaftinan jî hilbijartin hat kirin û Kader Oner û Yaşar Kalmiş weke hevserokên nû hatin hilbijartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar