Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan: Hilweşîna AKP’ê dê bi destê muxalefeta demokratîk be

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya Antalyayê de diyar kir ku AKP’ê gelê kurd nas nekir û êrîşî destkeftiyên wan dike. Buldan diyar kir ku AKP ber bi hilweşînê ve ye û dê hilweşîna wê bi destê muxalefeta demokratîk be

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tev li 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya Antalyayê bû. Her wiha di kongreye de parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, endamên Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP), Partiya Kedê (EMPE), Partiya Sosyalîst a ji Nû ve Rizgarî (SYKP) Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Federasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK) û gelek nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Di kongreyê de Pervîn Buldan diyar kir ku êdî AKP’ê rewabûna  xwe winda kiriye û wiha domand: “Dewlet ketiye destê AKP’ê, daraz û hiqûq ketiye deste wan. Artêş ketiye bin xizmeta wan, çapemenî di kontrola wan de ye. Ev desthilat kesên li ber serê xwe netewîne mafê jiyanê ji bo wan nas nake. Li dijî vê li vî welatî tevî her tişî beşa radiweste têkoşîn dike HDP ye.”

‘Ji bo desthilatiya xwe şer didomînin’

Buldan bal kişand ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk ên li ser Rojava û got: “AKP’ê gelê kurd nas nekir û dest bi êrîşekî li dijî destkeftiyên wan kir. Hişmendiyek heye ku statuya kurdan naxwaze. Yên ku ji vî şerî winda bikin gelên Tirkiyeyê ne. Gel bi krîzên aborî winda dikin, dayik bi mirina zarokên xwe winda dikin. Niha jî dixwazin leşkeran bişînin Lîbyayê. AKP ji bo desthildata xwe bidomîne û qahîm bike operasyonan dike.”

Qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi bîr anîn

Her wiha Buldan kesên di Komkujiya Roboskê de jî şehîd bûn jî bi bîr anî û wiha bi dawî kir: “Tevî ku 8 sal bi ser Komkujiya Roboskê derbas bûn jî, hêj berpirs nehatine dîtin. Heta ku dayikên Roboskê hatin girtin. Roboskê birîna nehatiye pêçan a vî welatî ye. Bi tu awayî bi AKP’ê re pêvajoya aştiyê nayê birêvebirin. Em ê aştiya rast bi kurd, tirk û ereban re pêk bînin. AKP dê di demekî nêz de hilweşe û belav bibe. Îro AKP bûye sê parçe. Em dibînin ku desthilateke xwe sûcdar û derewîn derdixîne li pêşiya me ye. Çûyîna bi lez a AKP’ê di deste muxalefeta demokratîk a me de ye. Ev dem hatiye dê biçe. Em vê pêvajoyê bileztir bikin.”

Di encama kongreyê de Remziye Zengîn û Muhsîn Taşar weke hevserokên HDP’ê ya Antalyayê hatin hilbijartin. ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar