Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku îktîdar ditirse ku hesabê operasyona Garê bide û wiha got: “Ji meseleya Garê direvin, çimkî sûcdar in.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de axivî. Mijarên girîng di rojeva Bûldan de hebûn. Bûldan operasyona Garê nirxand û li ser vê yekê hedefnîşandana HDP’ê şîrove kir. Bûldan bersiva îdiayên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û di civînê de wêneyên Şandeya Îmraliyê yên li Girava Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li Mutabakata Dolmabahçeyê de hatibûn girtin nîşan da û got ku ev wêne ne HDP’ê dewletê girtiye û belav kiriye.

Bûldan bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û wiha got: “Ez vê rojê li tevahiya netewan pîroz dikim. Her cûre êrîşên li dijî zimanan û hewldana bişaftinê li dijî hebûna însanan e. Lewma meriv dest ji têkoşîna zimanê zikmakî bernade. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dest bi perwerdehiya kurdî kir. Em li dijî yekperestiya zimanan pir rengiya zimanan diparêz in.”

‘Em ê her hesab bipirsin’

Bûldan geşedanên têkildarî operasyona Garê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Em pir aşkera dibêjin îktîdar ji hesabdayînê ditirse û direve. Em ê her hesabê vê bipirsin. Çimkî Garê xalek pir girîng a têkçûn û şikestinê ye. Niha heke ku îktîdar partiyek din bûya; heke AKP partiyek muxalefetê bûya wê ji bo Garê qiyametê rakira. Em jî wek HDP’ê heman tiştî dikin û li ser navê gel ji îktîdarê hesab dixwazin. Em ê her vî hesabî bipirsin. Berpirsiyar îktîdarê însanan ne mirî divê zindî bîne. Ji ber vê yekê îktîdara AKP’ê ji tiştên li Garê kir jî û tiştên nekir jî berpirsiyar e. Îktîdar dixwaze bi polîtîkaya Garê xwe li ser pêya bigire û cihê xwe zexm bike. Ev yek jî baş nîşan dide ku welat ber bi felaketek talûke ve dibin. Her kesî têkçûna wan a li Garê dît. Lê dixwazin Garê bikin şova siyasî. Hêj îktîdarê bersiva pirsên HDP’ê û muxalefetê yên derbarê Garê de nedaye. Ji pirsan direvin. Ji meseleya Garê direvin. Çimkî sûcdar in.”

‘Armanc ne xilaskirin bû’

Di axaftina xwe de Bûldan destnîşan kir ku di demên berê de jî 335 leşkerên hatibûn desteserkirin bi rêya diyaloga însanan anîn Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “Armanca wan ne ew bû ku li Garê wan însanan xilas bikin. Ev pir aşkera li holê ye. Armanca wan xilaskirinbûya wê rêbaz ne ev bûya wê li şûna operasyonê bi rêya diyalogê bianiyan. Di sala 2015’an de ez jî di nav de şandeyek, sê çawişên pispor ên li Licê hatibûn desteserkirin di encama hewldanên me de anî û radestî qeymeqamiya Licê kir. Ji bo van 13 însanan jî li gel me bang li hikûmetê kir jî lê li bang û daxwaza me guhdar nekirin û nexwestin.”

‘Têkçûna xwe dixwazin bi HDP’ê safî bikin’

Di axaftina xwe de Bûldan ev tişt anî ziman: “Aramanca wan ew bû ku ji xwe re çîrokek wê çawa pê xilas bikin ji Garê derxin. Ji bo îktîdara xwe biparêzin çûn Garê. Dixwestin bi zaferek û mizgîniyê ji Garê bizivirin. Lê van 13 însanan kirin armanca berjwendiyên xwe siyasî. Rastiya Garê wisa ye. Negihiştin mexseda xwe, vê car çikirin? Rabûn bi çar aliyan êrîşî HDP’ê kirin û van êrîşên xwe didomînin. Dijminatiya li dijî kurdan û nefretê dixin rojeva xelkê. Kurdan û HDP’ê li ber çavê xelkê reş dikin. Adeta hebûna xwe girêdane tunekirina HDP’ê. Lê wê nikaribin Tirkiyeyek bê HDP’ê birêve bibin.

Em bi îktîdarek êdî hişê xwe winda kiriye re rûbirû ne. AKP’iyek wî avêtin ser sergoyê siyaseta Enqereyê rabûye heqaret li însanên deng dane HDP’ê dike. Ji wî re tenê hevokek me heye. Em te hewaleyî xwedî dikin.

Wêneyê wênehilgir

Wezîrek van ê wêneyan li destê xwe dibe û tîne û radike heye. Televîzyon bi televîzyonên gemarî digere û wêneyan nîşan dide. Ez ê niha bersiva derew û îftîrayên wî bidim. Li ser wêneyên pêvajoya çareseriyê ku di serdana Qendîlê de hatine girtin, ketiye pey helepitka îdraksaziyê. Pir aşkera nevûyan bi stûyê wekîlek me ve tîne. Xwedîgiravî parlamenterek HDP’ê çûye Garê û hatiye siyasetê dike. Ya rast ji vê yekê re jî bes. Ez li vir pir aşkera dibêjim; Ev derewek mezin e, îftira ye û propagandayek reş e. Ketiye pey helepitka veşartina sûcê xwe. Yên ku dixwazin vê propagandaya reş bikin nafikirin ku dê sibê di bin vê de bimînin.

Ji we tê piştrast bikin

Çi karê parlamentera me li Garê heye? Parlamenterên me dikarin biçin wir tenê cihekî ew jî li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin bikin e. Ji bo hevdîtinên bi partiyên Başûr re car carna parlamenterên me diçin Hewlêrê. Ji bilî vê diçin Ewropa û Amerîkayê jî. Duh hevala me Dîlan jî îftirayan derewand û bang kir ku derewên xwe piştrast bikin. Ez jî heman bangê dikim; Piştrast bikin heke hûn piştrast nekin hûn bi kêrî tiştekî nayên. Xwedî kesî şaş û maş neke û nexe vê rewşê.

Hûn dizanin rewşek çawa derbas dikin? Resmen li bin ketine. Di binê çala herî kûr de ne. Ev çala wan a kûr di rojên dawî de li Enqereyê xuya dike. Îftira, kumpas û êrîşên wan ên li ser me dişibe serdema cemaetê ku rêbazek li hember me bikar dianîn. Diyar e ku van ji birayên xwe yên cemaetê gelek ders girtine û pir tişt hîn bûne. Derdê vî wezîrê ku wêneyan nîşan dide, çavê wî li qoltixê Erdogan e.

Erdogan dizene ew wêne çi ne

Ez li vir bang dikim; şerê îktîdar û qoltixê xwe aşkera bikin. Şerê xwe li ser HDP’ê birêve nebin. HDP destûrê nade vê. Heman wezîrê wênehilgir diçe televîzyonan wêneyên şandeya me ku li ser destûra dewletê çûye serdanan nîşan dide. Hewl dide îdrasaziyê çê bike. Xwezî tu beriya wan wêneyan di televîzyonan de nîşan bidî tu biçûya ji serokê xwe bipirsiya. Te nîşanî Tayyîp Erdogan bida. Te jê bipirsiya Erdogan pêvajoya wan fotografan baş dizane. Bila ew ji te re bêje.

Em bi destura hikûmetê diçûn Qendîlê

Ez gotinên vî zatî niha yek bi yek dibêjim; baş guhdar bike Soylû baş fêm bike. Di wan serdeman de çi bû? Me pêvajoya çareseriyê bi sê lingan bi rê ve dibir. Lingek Îmrali bû, lingek Qendîl bû û lingek jî li cem hevdîtinên li cem hikûmet û dewletê bû. Di wê pêvajoyê de her hevdîtina me li Îmraliyê li gel birêz Ocalan dikir bi destûr û agahiya dewletê pêk dihat. Piştî serdana li Îmraliyê jî em bi destûr û erêkirina dewletê diçûn Qendîlê. Piştî serdana Qendîlê ku em vedigeriyan me encama hevdîtinan ji şandeya dewlet-hikûmetê re vedigot. Şandeya dewletê jî beriya em biçin Îmraliyê, ew diçûn Îmraliyê û van agahiyan dibirin û bi birêz Ocalan re parve dikirin.

Me carek li Qendîlê bi rayedarên PKK’ê re hevdîtin pêk dianî. Me dît ku li asîmanên Qendîlê 2 ÎHA li ser serê me digerin. Ez vê agahiyê ango anekdotê nû parve dikim. Em dizanin ÎHA çi dikin û dikarin çi bikin. Piştî me xwe da alî winda bûn û çûn. Piştî em vegeriyan me hat meseleya ÎHA’yan ji rayedarên hikûmetê re got. Ji me re gotin ‘ji bo ewlehiya we biparêz in digeriyan’. Ev hemû di qeydên dewletê de hene.

Baş guhdar bike Soylû efendî

Baş guhdar bike Soylû efendî! Wan wêneyan ne me parve kiriye. Dema em diçûn Qendîl, Îmraliyê û cem şandeya dewletê jî ne makîneyek wêneyan û ne jî telefon bi me re hebûn. Wan wêneyan ne me girtin. Wêneyên li Qendîlê piştî em hatin li çapemeniyê hatin belavkirin.

Niha du wêneyan nîşanî te didim. Vî wêneyê li Îmraliyê kî girt? Kî vî wêneyî anî da we? Bila Soylû efendî vê ya aşkera bike. Wêneyek din. Wêneyê bi şandeya dewlet-hikûmetê re jî 28’ê sibatê di hevdîtina Mutabakata Dolmabaheçyê de hatiye girtin. Vî wêneyî jî ne me girtiye. Rayedaran û însanên tesmîlen li wir bûn girtin. Em li ser van her sê wêneyan bang li wezîrê karên navxweyî dikin. Armanca van her sê wêneyan heman bû û diyar e ji aliyê kî ve hatine girtin. Di Mutabakata Dolmbahçeyê de hûrguliyek balkêş heye. Erdogan diyar kiribû ku dê ew roj kî li ku rûnê.

Tenê bersivek me ji bo wan kesên li ser hewldanên pêvajoya çareseriyê nêzî me dibin heye; Di wê pêvajoyê de ji bo siberoja gelên me, hêsirên çavên dayikên me bisekinin, ji bo beden nekevin bin axê, pêvajoyek bi fedakarî dihat kirinê bû. Îro jî bibe bêyî em çavê xwe bitirsînin bi heman fedekariyê em ê dîsa bikin. Ji bo ku bila pozê însanek me xwîn nebe. Em pir bi bextewar in ku me 3 salan seknek bi rûmet da nîşandan û em li pey kirinên xwe ne. Îktîdarê heke tiştên di pêvajoya çareseriyê de soza wan ji bo me dabû, wextê cih û dema wê were heke em aşkera nekin, em nemerd in.”

Xwest dawî li tecrîdê bê

Bûldan bal kişand ser cezakirina parlamenterê wan Omer Farûk Gerberlîoglû û got tolhildana lêgerînên tazî, îşkence û Garê ji wekîl û partiya wan hiltînin.

Her wiha Bûldan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin û xwest li tavilê dawî li tecrîdê were anîn. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar