Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn

Karsazên kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay di 25’emîn salvegera qetilkirina xwe de bi merasîmekî hatin bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de hate gotin ku heta heq û edalet cihê xwe dibîne, heta ku kiryar tên darizandin û dewlet lêborînê dixwaze dê têkoşîna edaletê bê domandin

Karsazên kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay 25 sal berê ji oteleke Yeşîlkoy a Stenbolê hatin revandin. Du roj piştre ango di 3’yê hezîrana sala 1994’an de jî cenazeyên wan hatin dîtin. Bi boneya salvegera qetilkirina karsazên kurd, li ser gorên wan ên li Avcilar a Stenbolê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de endamên malbatên Buldan, Karay û Yildirim, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endamên Dayikên Şemiyê û Dayikên Aşitiyê û gelek kes amade bûn.

Di merasîmê de birayê Adnan Yildirim, Nîhat Yildirim axivî û got ku kujeran xwestin di şexsê karsazên kurd de gelê kurd tune bikin. Yildirim diyar kir ku heta edalet pêk tê dê doza xwe bidomînin. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku divê edalet bi cih bê û wiha dom kir: “Ger ku em bi van êşên xwe re rû bi rû nebin, ger em heqîqet û edaletê pêk neyînînin, dê ev êş bidomin.”

‘Lêgerîna me ya edaletê li dîwaran qelibî’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: “Mixabin mirovên ku 25 sal berê ev her sê mirov ji nav me birin, hîn jî di nav me de digerin. Em dizanin ku li vî welatî daraz, edalet û hiqûq nîne. Vaye 25 sale qîrîna wijdana me, lêgerîna edalet û hiqûqê her tim li dîwaran qelibî. Kesên ku ev komkujî pêk anîn ji aliyê dewletê ve hatin parastin û veşartin. Lê her tim ev tişt gotin ‘Erê ev komkujî me kir. Li ser navê dewletê, li ser navê bekaya welat me ev komkujî kir.’”

‘Zarokên bê nav mezin bûn li pey xwe hiştin’

Buldan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê komkujiyê li pey xwe gelek êş û elem hiştin. Te li pey xwe Hêlîn, Enes û Zelal hiştin. Zarokên ku bê bav mezin bûyîn hiştin. Malbatên bi êş li pey xwe hiştin. Dibe ku ew jiyana xwe bidomînin. Lê heta ku edalet û hiqûq pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku kesên bi wijdan li vî welatî hiqûqê pêk tînin dê ev têkoşîn bidome. Deynê lêborînê yê vî welatî û vê dewletê heye. Heta ku dewlet lêborînê dixwaze dê ev têkoşîn bidome.”

Merasîma bibîranînê bi xwendina diayan bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar