Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di bernameya pîrozbahiya cejnê ya li Wanê de axivî û wiha got: “Niha li her çar aliyên welêt mirov di tecrîdê de ne. Tecrîda herî giran jî li ser birêz Ocalan e. Bêguman em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”  

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya Rêxistina HDP’a Wanê bû. Bernameya pîrozkirina cejnê li baxçeyê avahiya partiyê hate lidarxistin û partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Buldan, piştî pîrozkirina cejna beşdaran axivî û wiha got: “Di vê pêvajoya heyî de pêdivî bi aştiyê heye. Hêvîdarim ku her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê ye. Lê em nikarin cejnên xwe bi dilxweşî pîroz bikin. Di vê serdemê de dîsa kurd tune tên hesibandin û zilm lê tê kirin.”

Bi domdarî Buldan bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Tevî van zehmetiyan jî em têkoşîna xwe didomînin. Di serî de gelê kurd, hêviya me ew e ku hemû gelên bindest di nava aştî û azadiyê de bijîn. Di rewşekî wiha de em nikarin bibêjin tifaqa AKP-MHP’ê bi ser ketiye. Ev hilbijartin di mercên demokratîk de nehatin kirin. AKP’ê hemû derfetên dewletê bi kar anî û bi darê zorê bi ser ket. Em li vir in û li gel gelê xwe, ji bo bidawîkirina zext, zordestî û înkara AKP’ê têdikoşin.”

Buldan, bi domdarî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Dê nekarin bi zext, gefxwarin û bi tirsê me ji rêya me bikin. Ji ber gotina ‘li vî welatî tecrîd heye’, rojnamegerek hate girtin. Ev yek nîşan dide bê ka tecrîd çiqas belav bûye. Ne tenê li Îmraliyê lê li her çar aliyên welêt xelk tê tecrîdkirin. Lê ya herî giran li ser birêz Ocalan e. Bêguman ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vî welatî teslîmî tarîtiya AKP’ê nekin. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Banga min ji bo hemû kesî ew e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Em ê derhiqûqî û tarîtiya li vî welatî bi dawî bikin. Cejna gelê me pîroz be. Em ê di cejnê de li hemû navçeyan bi gelê xwe re bên gel hev.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar