Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan: Roja çûna zaliman nêz e

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku dewleta tirk her cihekî ku kurd lê hene êrîşî wir dike û dijminatiya kurdan dike. Buldan diyar kir ku AKP roj bi roj dihele û dawiya wê hatiye. Buldan wiha got; ‘Bila mezgîniya min be ku di hilbijartina ewil de AKP û zilma wê dê bi dawî bibe. Roja çûna zaliman nêz e.’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê li Eywana Konferansê ya Vedat Dolukay 3’yemîn Konferansa xwe ya Asayî li dar xist. Di konferansê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û gelek kes amade bûn. Buldan di kongreyê de axivî.

Pervîn Buldan anî ziman ku tevî nîviya rêveber û endamên partiya wan di girtîgehan de ne jî, ew hêj li ser pêya ne û wiha domand: “Em careke din soz didin ku em ê bi israr li qadan, meclisê, girtîgehê û li her qadê jiyanê bêjin aştî û demokrasî. Em dizanin bi hezaran hevrêyên me li girtîgehan li têkoşîna me dinihêrin. Em hemû dibînîn ku AKP bi  zilmeke çawa li hember kurdan û gelên Tirkiyeyê tevdigere. Mazlum li dijî zaliman bi serbilindî li ser pêya ne û em di serdemeke wiha re derbas dibin.”

‘Roja çûyîna van zaliman nêz e’

Di berdewamê de jî Buldan bi lêv kir ku ew bi feraseteke ku nahêlin gelê kurd bêhnê bistîne re rû bi rû ne û wiha pê de çû: “Lê heta li Tirkiyeyê HDP û yên demokrasiyê diqîrîn hebin, rojên çûyîna van zaliman nêz e. Dixwazin deriyên me û siyaseta me bigirin. Yên ku dixwazin deriyê me bigirin, tenê dikarin deriyê xwe qifle bikin. AKP hêdî hêdî parçe dibe û ber bi dihele. Êdî hatiye dawiya rê. Bila mizgîniya min be ku di hilbijartina ewil de AKP û zilma wê ya 18 dê bi dawî bibe.”

‘Li dijî me polîtîkaya tasfiyeyê hatiye destpêkirin’

Buldan got ku AKP êdî nikare welat birêve bibe û wiha daxuyand: “17 salên wan talan bû û her pêkanîna xerab kirin. Vî welatî bi dizî, înkar û tunehesibandina gelê kurd birêve dibin. Daxwazên rewa yên gelê kurd nabînin. Li dijî me polîtîkaya tasfiyeyê dane destpêkirin û hemû kirinên xwe jî dinuxumînin. Li cihekî ku kurd lê ne, dibin hedefa Tirkiyeyê. Operasyona li dijî Sûriyeyê jî êrîşa li dijî gelê kurd e. Dixwazin biratiya gelê kurd û gelên din xera bikin û demografyaya herêmê biguherînin. Êdî wî destê xwe yê qirêj ji ser gelê kurd rakin. Lê divê neyê jibîrkirin ku ev sed salin gelê kurd li berxwe didin û dê li ber xwe jî bidin.”

‘Dawiya rê xuya dike’

Herî dawî jî Buldan ev tişt anî ziman: “Ger li cihekî roj bi roj zalimkarî zêde bibe, ev tê wateya dawiya wan. Ji bo AKP’ê êdî dawiya rê xuya dike. Dê bikevin halê bêhalan. AKP di nava xwe de dabeş û parçe dibe. Wê di demek nêzîk de bêjin em nikarin welat birêve bibin. Lê pêdiviya me bi têkoşîna hevpar heye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar