Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûldan: Têkiliya mafya û dewletê xwe dispêre dijminatiya li hemberî kurdan

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku têkiliya dewlet-mafya-siyasetê ku di qezaya Sûsûrlûkê de derket holê îro jî di nava îktîdara AKP-MHP’ê de ye û wiha got: “Zemîna herî girîng a ku van rêxistinên çeteyan ji Sûsûrlûkê dirêjî îro xwe dispêre dijminatiya kurdan.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de li meclisê axivî.

Bûldan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Doza Kobanê ku 108 siyasetmedar jê tên darizandinê û wiha got: “Welat veguheriye agir. Hilweşandin, rizîn, qirêjiyên derdikevin holê, dizî, gendelî, bêhiqûq, bêewhlaqî, pergala mafya û çeteyan, pereyê tarî, derew, talan, heramî, serê xwe rakiriye û diçe. Ev tişt hemû bi hev re diqewimin, îktîdar çi dike? Li Sîncanê dadgehek AKP’ê ava kirine, derbasî ser kursî bûne, berê jî senaryoya wê çêkirine, di bin navê Doza Kobanê d bi fen û futan xwedîgiravî wê HDP’ê bidarizînin. Îktîdar li ser sûc hat girtin û dixwaze bi vê Doza Kobanê xwedî li DAIŞ’ê derkeve. Belê em dibêjin; çawa ku li Kobanê bi ser nekebin dê li Sîncanê jî bi ser nekevin.”

Têkiliya mafy-dewlet-siyaset

Bûldan bal kişand ser têkiliya mafya-dewlet-siyasetê û ev nirxandin kir: “Dîrok 3’yê Mijdara sala 1996’an. Bi qezaya Sûsûrlûkê re hevkariya sûc a tifaqa mafya-dewlet-siyasetê derket holê. Di belgeyên Sûsûrlûkê de derket holê ku dewlet di hundirê dewletê de ava kirine. Di wê qezayê de sûcên dijmirovane ku di salên 1990’î de li hember gelê kurd pêk hatin yek bi yek deşîfre bûn. Bi darbeya 28’ê Sibatê re bi lezûbez ser meseleya Sûsûrlûkê girtin. Em hemû jî baş dizanin ku destê xwe nedan serkêşên Sûsûrlûkê. Sal 2021, piştî çariyek sedsalê dîsa Tirkiye. Ev tişta berê qewimîbû carek din xwe di îktîdara AKP-MHP’ê dide nîşandan. Têkiliya siyaset-burokrasî-mafya û sûcên ku hilberandine niha yek bi yek dertên holê. Sedema wê diyar e. Zemîna herî girîng a ku van rêxistinên çeteyan ji Sûsûrlûkê digihîne îro xwe dispêre dijminatiya kurdan û polîtîkayên tunekirina kurdan. Tişta ku pirsgirêka kurd çareser nake jî ev têkilî û qirêjî ne. Heta pirsgirêk çareser nebe, pergal demokratîk nabe. Banga birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek girîng bû, lê berevajî bersivê dan bangê. Ya ku pêvajoya çareseriyê jî qedand, şirîkiya îro sûcan dike bû.”

SÎHA’yan şûna torosan girt

Bûldan destnîşan kir ku karsazên kurd bi fermana mafya û dewletê yên wê serdemê ku îro navê wan yek bi yek tê aşkerakirin, hatine qetilkirin û ser wan bûyeran hêj tarî ye û nehatine ronîkirin.

Bûldan diyar kir ku JÎTEM’a wê demê niha cihê xwe DAIŞ’a niha re berda ye û serdema niha jî gelek bûyer û komkujiyên wek JÎTEM’ê pêk anîn û got ku SÎHA’yên AKP’ê şûna Torosên Spî yên Mehmet Agar û Tansû Çîlleran girtine.

Her wiha Bûldan anî ziman ku kujer û faîlên bûyerên di serdema AKP’ê de hatine kirin hemû ji aliyê îktidarê ve tên parastin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar