4’emîn Kongeraya Asayî ya HDP’ê piştî dengdayînên delegeyan a ji bo hevserokan bi dawî bû. Ji nav hezar û 18 kesan 838 delege dengê xwe bi kar anîn. Piştî dengdayînî bi 836 dengan Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bûn hevserokên nû yên HDP’ê.
Her wiha di dema dengdayînê de endamên resen û cihgîr ên Meclisa Partiyê, Lijneya Dîsîplînê yê Navendî û Lijneya Lihevkirinê jî hatin diyarkirin. ENQERE