Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilat a Sûriyeyê û Hikumeta Sûriyeyê de û wiha got: “Ev peymana hat îmzekirin dikare reng û rûyê şer biguherîne.”

Şerê ku leşkerên TSK’ê û OSO ya girêdayî TSK’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 7’emîn de berdewam dike. Di 13’ê cotmehê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê, li ser geşedanên dawî û rewşa pêşeroja Sûriyeyê peyman îmze kirin. Di çarçoveya peymanê de artêşa Sûriyeyê derbasî Girê Spî û Eyn Îsa bûn. Artêşa Sûriyeyê li ser Rêya Bejayî ya M4 a Navneteweyî bi cih bûn. Dîsa li gelek bajarên li ser sînor û Minbicê bi cih bûn. Lê êrîşên TSK û OSO yên li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê didomin. Têkildarî geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin û peymana di navbera Rêvebeiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê de Pisporê Rojhilatê Navîn Faîk Bûlût ji ajansa MA’yê re nirxand.

Bûlût anî ziman ku sedema ewil a operasyona ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin avakirina herêma tampon e û dixwaze rêveberiya xweser ji holê rake. Bûlût, bi gotina “Gefan li ewlehiya min a mîllî dixwe” vê operasyonê rewa dike û wiha axivî: “Armanca duyemîn a Tirkiyeyê dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze penaberan li wir bi cih bike. Ev proje ji Efrînê dest pê dike heta Şengalê dirêj dibe. Bêtir Rojhilatê Firatê tîne ziman. Lê di rastiyê de Rojavayê Firatê jî di nava vê projeyê de ye. Tirkiye dixwaze ji bo xwe herêma tampon li vir ava bike.”

‘Dixwaze destê xwe xurt bike’

Bûlût da zanîn ku sedema sêyemîn jî Tirkiye di peymanek navneteweyî de dema bi hêzên navneteweyî re li ser masayê rûnişt, dixwaze destê xwe bi hêz bike û wiha got: “Tirkiye dixwaze li dijî Artêşa Sûriyeyê Artêşek alternatîf ava bike. Ev nîşan dide ku naxwaze ji wê herêmê xwe vekişîne. Komên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) niha di bin navê Artêşa Sûriyeya Neteweyî de kom dike. Tiriye heta dikare bila bêje ‘Em hurmetê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê didin’ Lê di rastiyê de artêşa ku tê avakirin li dijî yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Li dijî artêşa sûriyeyê artêyek alternatif tê avakirin. Ev bi xwe nakokî ye. Tirkiye ji ber van sê sedeman operasyonê li dar dixe.”

‘Têkoşîna bi DAIŞ’ê re zerar dît’

Bûlût anî ziman ku Tirkiye bi vê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zerar da têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Rêxistina DAIŞ’ê ji xwe dema di kampê de bû jî dîsa ji derve çek dixist hundir. Li Kampa Holê jinên DAIŞ’ê li hundir jinek darve kiribûn. Heta carekê êrîşî hêzên QSD’ê kiribûn. Ev nîşan dide ku têkiliya wan bi derve re heye. Ev ji operasyona Tirkiyeyê sûd digirin û li 2 nokteyan bombe teqandin. Serbestiya DAIŞ’ê wê kêrî kê bê? Wê kêrî Tirkiyeyê bê. Ji ber ku ev wê li dijî HSD’ê şer bikin. Dîsa wê kêrî komên OSO bê. Berê jî têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê derket holê. Tirkiye dikare wan wekî eskerên xwe bikar bîne. Dikarin bêjin tobe kirin û ketin bin siya OSO. Lê tu ferqa DAIŞ û El Kaide ji hev tune ye.”

Peyman dikare rengê şer biguherîne

Bûlût, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê û da zanîn ku ev peyman dikare reng û rêçûna şer biguherîne. Bûlût wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê jî Hêsên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwest gavek bi vî rengî bavêje. Lê Hikûmeta Sûriyeyê nêzîk nedibû. Li vir li ser yekîtiya hêzê peyman îmze kirin. Di vê yekîtiya hêzê de kê çi da kê çi girt em niha nizanin. Ev peyman dikare rêçûna şer û rengê şer biguherîne. Rayedarên HSD’ê diyar kirin ku DYA pişta xwe dan wan û xêr ji wan tune. Wê helwesta DYA çi be em ê binerin. DYA ji niha û şûnde pêşiya Tirkiye veke veneke em nizanin. Ger ku peyman bi Rûsyayê re hatibe kirin, Divê Rûsya seha hewayî li derve bigire. Hêzên kurd dikarin kozikên hevpar ava bikin. Ev jî wê rûyê şer biguhere.”

‘HSD rewa kir’

Bûlût, herî dawî anî ziman ku peymana di navbera du aliyan de bêtir HSD rewa kir û wiha got: “Peymana ku bi Sûriye, Rûsya û îranê re hat kirin, bêtir HSD rewa kir. Bi qasî em dibînin Tirkiye bi biryare ku plana der barê Sûriyeyê de têxe meriyetê. Ger ku Sûriye têkeve nava şer, Rûsya bi her awayî wê piştgiriyê bidin Sûriyeyê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar