Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve

Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, “Operasyona Pençe” yê ku Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin nirxand û wiha got: “Ger polîtîkayek 150-200 sal in bi ser neketibe, wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve.”

Di 27’ê Gulanê de ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve li Herêma Federal a Kurdisatanê bi navê “Operasyona Pençe” êrîş hatin destpêkirin û hêj ev operasyon û êrîş didomin. Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, operasyona didome, desteke ku rêveberiya herêmê dide operasyonê û valakirina gundên li wir ji MA’yê re nirxand.

Bûlût bilêv kir ku Tirkiye operasyonên li başûrê Kurdistanê ji bo armanceke giştî li dar dixe û ev armanc jî ew e ku ji Şengalê heta heta Misûlê, Başûrê Kurdistanê bihebûne. Bûlût diyar kir ku Tirkiye dixwaze evan deran têxe bin serweriya xwe û wiha got: “Lê li wê erdnîgariyên hin rewşên ne li gorî Tirkiyeyê hene. Mesela li Îdlibê, Artêşa Sûriyeyê ya Netewî ku Tirkiye destekê didê û her wiha 15-16 rêxistinên çeteyî yên ji rêxistinên wekî El Qaîdeyê pêk tên hene. Her wiha li wir Îran, Sûriye, HSD heye. Li herêma Şengalê jî Yekîneyên Şengalê hene. Tirkiye ji bo li van derab ev noqteyên berxwedêr bitepisîne serî li rêyeke wisa dide.”

‘Dixwaze gundiyan bike sîxur’

Bûlût destnîşan kir ku Tirkiye bi “Tevgera Pençeyê” dixwaze konsepeteke nû pêş bixe û wiha got: “Tirkiye, dît bi ketin û derketina wir tiştek nabe û dît bi bombebarana hewayî jî tiştek bi dest nakeve, vê carê her du jî kirin yek. Yanî li wir hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve operasyonan li dar dixe, binkeyên leşkerî û qereqolan çêdike. Dema vê dike jî ji bo gundiyên li wir bi tu awayî pêwendiyê bi PKK’ê re nekin, hewl dida wan bike sîxur. Dema gel vê yekê qebûl nakin wan ji herêmê dûr dixin û dest bi operasyonên paqijkirinê dikin. Sedema vê jî Tirkiye dibêje ‘tevkariyê bi min re nakin, nexwe ji hebûna min a li vira jî nerihet in. Madem nerihet in dibe ku agahiyên der barê min de ragihînin hin kesên din û dibe rojekê rabin ez protesto bikim.’ Nabêjim mafdar e, lê li gor mantiqa leşkerî vê yekê dike.”

‘Rêveberiya Başûr ji operasyonê razî ye’

Bûlût destnîşan kir ku li wê herêmê sempatiya nêzî 680 gundî ji bo Qendîl heye û Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî ji vê rewşê nerihet e. Bûlût bi bîr xist ku rêveberiya başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re tevkariyê dike û dixwaze li van deran îktîdara xwe zexm bike. Bûlût wiha got: “Hîn jî rêveberiya başûrê Kurdistanê li her derî ne îktîdar e. Rêveberiya li wir dibêje ‘Niha herêmeke ji dest derketiye heye. Ger ji kontrola min derketibe divê wê têxim bin kontrola xwe. Madem nikarim vê yekê bi tena serê xwe bikim, ger hin kes lê bidin wê çi baş be.’ Dibe ku Tirkiye vê yekê li ser navê herêma Kurdistanê jî dike. Kurdên nebûne yek an bi reqabetê hevdu perîşan kirine an jî bi hisûmetên bi vî rengî vî tiştî dikin.”

‘Dema mesele kurd bin dibin yek’

Her wiha Bûlût, bêdengiya hikûmeta Iraqê ya ji bo operasyonê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Hemû dewletên ku kurd û Kurdistan di nav erdnîgariya xwe de dabeş kirine, taliya talî wê bibin serbixwe. Sibê dusibe dema kîjan kurd rabe xweseriya xwe ava bike, wê bêje bi awayekî potansiyel her kurd dijminê min ê stratejîk e.” Bûlût destnîşan kir ku ji ber vê di meseleya kurdan de Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye tum tevkariya hev dikin û wiha got: “Ev dewlet dibêjin ‘ez çi qasî rê li ber kurdan bigirim ev qas baş e.’ Berê Erdogan ji serokwezîrê Iraqê re gotibû ‘tu ne tayê min î’ û hindik mabû biçe Bexdayê bigire. Lê dîsa jî dema mesele bê ser kurdan dibin yek.”

‘Dawî nayê’

Bûlût da zanîn ku ji ber “Tevgera Pençe” ya yekemîn bi ser neketiye pêdiviya Tirkiyeyê bi ya duduyan çêbûye û wiha got: “Tirkiye ‘ji bo kurd dayika xwe nebînin’ her tiştî dike. Lê dawiya vê tune ye. 10 salên din 20 salên din jî wiha bike dawiya vî karî tune ye. Polîtîkayeke ku 150-200 sal in dewam bike û bi ser neketibe, dê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve. Her ku ev dirêj bibe dê zirar bigihê her du aliyan jî. Lê wê roj bê û fam bikin. Recep Tayyîp Erdogan beriya pêvajoya çareseriyê gazî serfermandaran dike û ji wan dipirse: ‘Hûn ji vê pêvajoyê razî ne?’ Serfermandar jê re dibêjin ‘na’. Ew jî dibêje ‘nexwe em ê rêbazeke din biceribînin.’ Helbet roj bê wê ev gotin bê bîra wî. An Erdogan an jî kesê bê şûna wî, dê vê gotinê fam bike.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar