Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Girtiyê nexweş Bûrhan Babaoglû ku li girtîgehên cuda 30 sal bû dihat ragirtin, hate berdan

Girtiyê nexweş Bûrhan Babaoglû ku li Girtîgeha Tîpa L a Kepsût a Balikesîrê dihat ragirtin, ji girtîgehê derket. Babaoglû yê ku di sala 1992’yan de hatibû girtin, li Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Babaoglû ku di nava 30 salan de li Girtîgehên Xarpêt, Amed, Bartin, Kandira, Îskenderûn û Kirikkaleyê ma, 6 sal in li Girtîgeha Kepsûta Balikesîrê dihat ragirtin. Babaoglû duh ji girtîgehê hat berdan. Malbata wî, parêzerê wî, endam û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Balikesirê û rêveberên HDP’ê yên navend û navçe yên Balikesîrê bi kulîlk û tilîliyan Babaoglû pêşwazî kirin

Babaoglû di axaftina xwe de diyar kir ku gotinên têkildarî hevdîtina bi hezkiriyên wî re dê kêm bimînin û spasiyên xwe pêşkeşî kesên ew pêşwazî kirin, kir. Babaoglû yê her tim kulîlkên dane wî bêhn dikirin, diyar kir ku nepêkan e ew hestên xwe bîne ziman.

Dema Babaoglû di girtîgehê de bû birayê wî Nazim Babaoglû yê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû, dema ji bo nûçeyekê derketibû, hatibû revandin û ji wê rojê ve careke din tu agahî jê nehatin girtin. Babaoglû, yê 28 sal in bi îdiaya “endamtî û rêveberê rêxistinê” li girtîgehê dihat ragirtin, di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digirt. Babaoglû yê li Girtîgeha Tîpa L a Kepsût a Balikesîrê dihat ragirtin, ji ber dermankirina wî hate astengkirin, çavekî wî kor bû. Babaoglû yê ku di korda wî ya spînal de jî tumor hatibû tespîtkirin, di 23’yê Cotmeha 2017’an de hatibû emeliyat kirin. Gelek çîrok û nivîsên Babaoglû nivîsandin di gelek kovaran de hatin weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar