Navenda Nûçeyan |
Buroya Hiqûqê ya Asrinê derbarê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18’ê adara 2018’an de biryar dabû ku cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî li dijî qedexeya îşkenceyê ye û xwestibû di vî warî de gavên qanûnî werin avêtin. Piştî vê biryarê di biryarên xwe yên Kaytan/Tirkiye, Gûrban/Tirkiye û Boltan/Tirkiyeyê de jî heman biryarên binpêkirinê dabû. Ji ber vê ev 4 car dosye ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ketine pêvajoya şopandinê û tê payîn ku Tirkiye li gorî van biryaran tevbigere.
Girîng e ku piştî demeke dirêj be jî komîteyê ev dosye xistiye rojeva xwe. Wekî ku tê zanîn ji xeynî serlêdanên bi salan di sala 2021’an de Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê jî serlêdan kiribûn.
Piştî civîna di 30’ê mijdarê û 2’ê kanûnê de komîteyê diyar kir ku şertên girtîbûnê yên rêzdar Ocalan wekî serlêdaneke din li ber destê DMME’yê ye û bi hinceta ku CPT vê serlêdanê dişopîne, di vî warî de tiştek negot.
Komîteyê diyar kiriye ku cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî ya ku ji bo mafê hêviyê hatiye rojevê, diyar kiriye ku heta niha pêdiviyên biryarê qet nehatine bicihanîn, ji bo mekanîzmaya lêkolîna kontrolkirina cezayê girtîbûna muebeta girankirî dem ji ser wê çûye û divê tevdîrên din demildest werin bicihanîn.
Komîteyê diyar kiriye ku Tirkiyeyê derbarê tevdîran de agahiyên zelal nedane wan û bang li Tirkiyeyê kirine ku hê dem derbas nebûye divê Tirkiye çarçoveyê li gorî standarên ku DMME diyar kiribû, ava bike. Komîteyê diyar kiriye ku Tirkiye ji bo sûdê ji mînakên baş ên reformê yên welatên din ên endam qebûl kirine jî teşwîq kirine û derbarê hejmara kesên cezayê girtîbûna muebeta girankirî de jî agahî ji Tirkiyeyê xwestiye.
Tespît û daxwazên ku bi biryara DMME û civîna Komîteya Wezîran de hatine kirin divê ji aliyê Tirkiyeyê ve demildest werin bicihanîn û cezayê girtîbûna muebeta girankirî divê li gorî rûmeta mirovahiyê di qanûnan de were sererastkirin.
Girîng e ku cezayê muebeta girankirî ya ku li dijî qedexeya îşkenceyê ya DMME ku li Tirkiyeyê cara pêşîn bi rêzdar Ocalan re dest pê kiriye, ketiye rojeva Komîteya Wezîran. Li Tirkiyeyê hejmara girtiyên ku cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî li wan hatiye birîn baş nayê zanîn lê li gorî texmînan bi hezaran in. Ev jî mînakeke gelekî girîng e ku awayê belavbûna pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê nîşan dide.
Ji bo ku vê rejîma înfazê ya wekî îşkenceyê were bidawîkirin a ku bi rêzdar Ocalan re dest pê kiriye û îro bi awayekî berbelav didome, hewldanên me yên tevî saziyên hiqûq û mafên mirovan ên bihistyar didome. Em bang li raya giştî dikin ku bila li hemberî vê meseleyê bihistyar bin û tevkariyê lê bikin.”