Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê banga çalakiya lezgînî li NY’ê kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêber Apo û her sê girtiyên din serî li Raportoriya Taybet a êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin û wiha gotin: “Divê serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û şert û mercên li wir di cih de bê lêkolînkirin û serlêdar dikaribin rû bi rû hevdîtinê bikin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda dermirovahî û mutleq de ye û nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bêdengiya saziyên navneteweyî CPT û Konseya Ewroapyê fikarên gel zêdetir dikin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê rewşa Rêberê Apo û girtiyên li cem Rêber Apo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 17’ê gulanê de serlêdana “çalakiya lezgîn” li Raportiya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Her wiha parêzer ji bo karibin wezîfeya xwe bikin ango îcra bikin serî li raportoriya taybet a eleqedar dan.

Parêzeran di serlêdanê de şert û mercên girtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê û pirsgirêkên astengkirina pîşeya hiqûqî ya di çarçoveya belgeyên NY’ê de bi awayekî berfireh pêşkêşî raportoran kirin û diyar kirin ku ji bo serlêdanê divê demildest bê nirxandin. Parêzeran bal kişand ser wê yekê ji bo zirarên ku telafiya wê zor in li Îmraliyê ji holê bên rakirin, xwestin bê nirxandin. Parêzeran li ser daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tedbîrên 6’ê îlona 2023’yan, diyar kirin ku biryara komîtê ya mijara gotinê piştgirî dide vê rewşê. Hiqûqnasan diyar kirin ku Tirkiye hê jî daxwazên biryarê pêk neaniye.

Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku serdanên parêzeran tên astengkirin û xwestin raportorî ji bo astengiyên li pêşiya parêzeran bên kirin bikevin nava heldanek hevpar.

Parêzeran her wiha di serlêdanê de jî ev daxwaz ji raportoriyê kirin:

*Ev serlêdan lezgîn e û divê di demek kin de bê nirxandin.

*Divê dawî li şertên serlêdaran ê incommunicado bê anîn û demildest daxwaza ji bo hevdîtina malbat û parêzeran ji hikûmetê re bê ragihandin.

*Divê serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û şert û mercên li wir di cih de bê lêkolînkirin û serlêdar dikaribin rû bi rû hevdîtinê bikin.

*Divê muameleya ku serlêdar pê re rû bi rû dimînin, were raporkirin.

*Divê şertên li Girtîgeha Îmraliyê û serlêdar pê re rû bi rû dimînin were şopandin.

*Divê di encama daneyên bên berhevkirin de daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar