Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Muxatab birêz Ocalan e

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka kurd nepêkan e

Navenda Nûçeyan |

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî nîqaşên li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de behsa nîqaşên dawî yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de hat kirin û wiha hat gotin: “Ev demeke li ser rewşa muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya pirsgirêka kurd de nîqaş têne kirin. Lê belê derfet ji wî re nayê dayîn ku di vê mijarê û mijarên bi heman rengî de gotina xwe bêje.”

Buroyê ragihand ku Ocalan tecrîdkirî ye, mafên wî hemû hatine qedexekirin û wiha domand: “Ji bo hêzên li ser desthilatdariyê, li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tu astengî tune bû. Lê belê heta niha nehatiye çareserkirin, nekariye bê çareserkirin. Ji ber vê yekê nîqaşa li ser pirsgirêka kurd an jî li ser Ocalan bêyî Ocalan, rasteqîn nîne, rê û rêbazeke çareseriya mayinde nîne. Bêguman ji bo çareseriya bi rûmet a pirsgirêka kurd û avakirina paşerojeke demokratîk muxatabê herî girîng Birêz Ocalan e. Di nava şert û mercên herî giran de bi kedeke mezin, bi pêşniyarên çareseriyê hewl daye aştiyê ava bike. Berxwedana wî ya li dijî şert û mercên tecrîdê, dewama van hewldanan e.

HDP jî weke nûnerê siyaseta danûstandinan a demokratîk, pêşenga civakî ye ku xwedî îdîaya birêxistinkirina aştî û demokrasiyê ye. Nepêkan e ku bêyî HDP’ê şert û mercên çareseriyê bêna afirandin û bingeha aştiyê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bê kirin.

Pirsgirêka kurd dawiya dawî pirsgirêkeke destûra bingehînî ye. Yê ku hewl dide nîqaşên bingehîn ên li ser pirsgirêka kurd bikişîne ser zemînê destûra bingehîn, qanûnî meclisê, yê ku bi israr vê yekê dixwaze Birêz Ocalan e. Lê belê tevî vê yekê jî tecrîd li ser tê ferzkirin ku ev yek rêbazeke neçareserkirinê ye.

Tecrîda li ser Birêz Ocalan ku li dijî qedexeya îşkenceyê ye, bi rêk û pêk tê meşandin. Tecrîd ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e, tecrîd di heman demê de neçareseriyê girantir dike. Heta ku ev rastî neyê dîtin, nîqaşên bênekirin wê tenê konjonkturî bin. Divê tecrîd bê bidawîkirin û derfet bêne dayîn ku Birêz Ocalan karibe mafên xwe yên bingehîn bi kar bîne û gotina xwe bêje.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar