Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora ‘Girtîgeha Îmraliyê’ aşkera kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rapora Nirxandina Girtîgeha Îmraliyê ya 2020'î aşkera kir. Di raporê de wiha hat gotin: “Ev sîstema ku tim xwe nû dike, tenê bi wekhevî û azadiya Birêz Ocalan û gelê kurd dikare ji holê bê rakirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike, Rapora Nirxandina Girtîgeha Îmraliyê ya 2020’î bi raya giştî re parve kir.

Di raporê de ku ji 31 xalî pêk tê, qala sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê kirin û tê gotin, “Em bang li her kesên xwedî hesta berpirsyariyê dikin ku tev li têkoşîna edalet û hiqûqa demokratîk bibin.”

Di raporê de hat ragihandin ku dewleta tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike û wiha hat gotin: “Bidawîkirina vê sîstemê, tenê bi wekhevî hiqûqî û azadiya Birêz Ocalan û gelê kurd a mîna gel û mirovên din dibe.”

Rapor wiha ye:

1-Sala 2020’î bû saleke welê ku di serî de mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran, mafê axaftina bi telefonê, şandina name û faksê û agahî wergirtinê, hemû mafên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Veysî Aktaş û Birêz Omer Hayrî Konar hatin binpêkirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin. Ev rewş ji binpêkirina mafekî yan jî gelek mafan wêdetir veguheriye ‘Tecrîda Mutleq’ ku tê wateya îşkenceya bi rêk û pêk. Li gel şert û mercên pandemiyê ku ji ber Covîd-19/Corona virûsê hat ragihandin, Girtîgeha Girava Îmraliyê ku ‘Qedexeya Îşkenceyê’ bi rengê herî giran û kûr lê tê binpêkirin, veguherî qadeke welê ku gumanên li ser yekparetiya madî û manewî ya muwekîlan tê parastin yan na, zêde bûne.

2-Weke ku tê zanîn Birêz Ocalan di sala 2019’an de ji bo demeke kurt jî be derfet dît ku li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike; nêrîn û nirxandinên wî bi raya gitî re hatin parvekirin. Zexta civakî ya ku gihîşt asta grevên birçîbûnê, bû wesîle ku tecrîda li Îmraliyê kêm jî bê şikandin. Di vê demê de biryara dadgehê ya ku weke astengî li pêşiya hevdîtinên malbatê û parêzeran ên bi Birêz Ocalan re dihate nîşandan, di encama îtirazê de hat betalkirin û Wezîrê Edaletê bi xwe got ku li pêşiya hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re astengî nîne. (1) Her wiha serdana CPT a ku rapora wê di sala 2020’î de hat aşkerakirin, di vê demê de pêk hat.

3-Sala 2019’an di 5 hevdîtinên bi parêzeran û 3 hevdîtinên bi malbatê re Birêz Ocalan di serî de çareseriya meseleya kurd di mijara demokratîkbûna Rojhilata Navîn de hêz û bandora xwe ya çareseriyê careke din nîşan da. Ev rewş di nava hemû beşên civakê de ku bi taybetî pênc salên dawî bûne mexdûrên gelek felaketan, kir ku feraset û hêviya ji aliyê Birêz Ocalan ve weke ‘Siyaseta Jînkirinê’ pênase dike, mezin bibe. Lê belê piştî hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an a bi parêzeran û hevdîtina 11’ê Tebaxa 2019’an a bi malbatê re, di sala 2019’an de careke din derfeta têkilî û ragihandinê nehate dîtin.

4-Di 15’ê Sibata 2020’î de ji bo balê bikişîne ser asta sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û texrîbatên sala 2019’an careke din rû nede, bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, siyasetmedar, rayedar û raya giştî hat kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Di sala 2019’an de ji bo şermezarkirina sîstema tecrîda li Îmraliyê, li gelek deverên cîhanê zêdeyî sê hezar mirov ketin greva birçîbûnê û ev çalakî veguherîn rojiya mirinê. 9 kesî ji bo şermezarkirinê dawî li jiyana xwe anîn. Lê belê di dewama sala 2020’î de rewşeke erênî rû neda û di dawiya sala 2020’î de greva birçîbûnê ji nû ve dest pê kir, Birêz Leyla Guven jî careke din hat girtin.

5-Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî mîna salên derbasbûyî di sala 2020’î de jî ji bo li Girava Îmraliyê karibin Birêz Ocalan bibîne serî li Wezareta Edaletê da. Heyetê di heman demê de serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir û têkildarî Sîstema Îmraliyê tespîtên xwe yê girîng bi raya giştî re parve kir. Heyeta ji ramanger û zanyarên giranbuha Melanîe Gîngel, Felîx John Padel, Jûlîe Ward, Savanah Taj û Ogmûndûr Jonasson, di 17’ê Sibata 2020’î de tespîtên xwe bi raya giştî re parve kirin ku ev yek gelekî girîng bû. ‘Îmrali laboratûwareke hem zextê ye hem jî ya demokrasiyê ye. Tecrîd û nebûna mafên mirovan li Girtîgeha Îmraliyê bandorê li şert û mercên girtiyên li tevahiya welêt dike. Her wiha pêkan e ku Îmrali bibe laboratûwara bicihanîna mafên mirovan li her devera Tirkiyeyê. Û ne tenê li Tirkiyeyê jî, ji ber ku nêrînên Abdullah Ocalan bi taybetî li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ji bo çareserkirina şer, girîng e.’

Hevdîtin û danûstandinên malbatê yên sala 2020’î

6-Di sala 2020’î de muwekîlên me yên li Girtîgeha Îmraliyê tenê di 3’ê Adarê de bi serdana malbatê, 27’ê Nîsanê bi axaftina bi telefonê bi giştî bi axaftina 2 caran a bi malbatê re karîbûn pêwendiya bi derve re deynin. Ev hevdîtin û axaftin jî mîna yên beriya wan, di nava şert û mercên awarte de ji ber fikarên raya giştî û di encama zexteke giran de pêk hatin.

7-Hevdîtina malbatê ya ku 3’ê Adara 2020’î pêk hat, piştî aşkerabûna şewata li Girava Îmraliyê ya 27’ê Sibatê; axaftina bi telefonê ya 27’ê Nîsanê jî ji ber pandemiyê piştî 21 salan yekem car pêk hat. Axaftina bi telefonê ku 20 deqeyan dewam kir, tekiliya herî dawî ya bi muwekîlên me yên li Îmraliyê bû. Di vê axaftinê de Birêz Ocalan ji bo rewşa nediyar a li Îmraliyê wiha digot, ‘Niha rewşa min baş e, lê wê piştre çi bibe nizanim.’

8-Li gel şert û mercên tengav jî Birêz Ocalan di her du hevdîtinan de hestiyarî û pêşdîtinên xwe yê civakî li gorî derfetên xwe destnîşan kir. Di sala 2021’ê de jî aşkera bû ku pêşdîtinên wî çiqasî di cih de ne.

Di hevdîtina malbatê ya 3’ê Adarê de nirxandina ku Birêz Ocalan bal kişand ser wê;

“Tirkiye niha li ser maseyeke ji du lingan e; ger lingê sêyemîn nebe wê bikeve. Lingê sêyemîn jî kurd in. Mase nikare bi du lingan li ser pêyan bimîne, bi lingê sêyemîn dikare li ser pêyan bimîne. Kurd nebin nikare li ser pêyan bimîne. Ew jî bi vê zanin. Lê belê hewl didin kurdên li gorî xwe ava bikin. Ev nebû, nabe jî.”

Birêz Ocalan di axaftina bi rêya telefonê de ya 27’ê Nîsanê jî wiha digot:

“Hewl didin kurdan bi destê kurdan bidin kuştin. Ev polîtîka bi kêrî kurdan nayê, her wiha li berjewendiyên gelê Tirkiyeyê jî nayê. Divê tu rêxistin nebêje ‘ger em şerê nava kurdan mezin bikin em ê xurt bibin, wê dewletê bidin me’. Ya rast û bide qezenkirin, yekitiya gelan e.

Peyama min ji bo her kesî ye. Pêwîstiya kurdan û ya Rojhilata Navîn bi şerekî nû, bi rijandina xwînê nîne. Pêwîstî bi aştiyê û yekîtiyê heye. Peyama min a herî mezin jî yekitî û aştiya rasteqîn e.”

Rapora CPT

9-Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di çarçoveya serdana girtîgehên Tirkiyeyê de ya navbera 6-17’ê Gulana 2019’an, serdana Îmraliyê jî kir û rapora di vê der barê de 5’ê Tebaxa 2020’î aşkera kir. CPT di vê serdana xwe de bi rengekî şênber raxist pêş çavan û tecrîd û sîstema li Îmraliyê bi rengekî ku nayê qebûlkirin dewam dike. Beşên pêwendîdar ên rapora CPT wiha ne:

“Mehkûm hemû bi giranî di hucreyan de hatine tecrîdkirin (Dawiya hefteyê 24 saet, heftane 168 saetan heta 159 saetan). Li gorî nêrîna CPT rewşeke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye. Weke ku di rapora serdana 2016’an de diyar kir, tu fikareke ewlekariyê û rewa nîne ku têkiliya navbera mehkûman a di dema hewastandinê de bên astengkirin. Komîte bang li rayedarên tirk dike ku ji bo mehkûmên li Girtîgeha Îmraliyê karibin li derveyî hucreyê li hev bicivin, tavilê gavê biavêjin.

CPT di çarçoveya pîvanên li paragrafên 82 û 84’an ên rapora têkildarî serdana 2013’an de bang li meqamên tirk dike ku rejîma girtîbûnê ya mehkûmên cezayê muebbetê li wan hatiye birîn, bi temamî revîze bike. Bi vê amancê, mewzûata pêwendîdar divê bê guhertin.

CPT bang li meqamên tirk dike ku ji bo mehkûmên li Îmraliyê dema xwestin karibin xizmên xwe û parêzerên xwe bibînin, gavên pêwîst biavêjin. Lewma divê dawî li nêzîkatiya ku bi hinceta ‘dîsîplîn’ê serdana malbatan qedexe dike, bê anîn. Komîte her wiha ji meqamên tirk dixwaze ku têkildarî serdana malbatan û parêzeran ên ji bo girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê mehane daxuyaniyê bidin.”

10- Li ser vê rapora CPT, di 24’ê Îlona 2020’î de Komîteya Daîmî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, rapora Komîteya Şopandinê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pejirandibû.

Bersiva Tirkiyeyê ya li rapora CPT; Biryarên li ser Qedexeyên Nû

11-Hevdîtinên parêzeran ên li Girtîgeha Îmraliyê herî dawî di serlêdana 19’ê Nîsana 2019’an de bi biryara qedexeya fermî dihat astengkirin. Hinceta navborî biryara 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ya bi dema 13.03.2019 bû. Ev biryar di heman demê de ji bo astengkirina hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê biryara dawî bû. Ji bilî pênc hevdîtinên parêzeran ên piştî 19’ê Nîsana 2019’an pêk hatin, bersiv ji tu serlêdana ji bo hevdîtinê nehat dayîn.

12-Serlêdanên malbatê û wasî yên ji bo hevdîtinê, di sala 2019’an de bi rêbaza kopyakirinê bi biryarên dîsîplînê yên bi hejmara 2019/1-2-3-4-5-6-7 ên di demên cuda de, dihate redkirin. Sê serlêdanên destpêkê yên sala 2020’î yên malbatê û wasî, bi hinceta biryara dîsîplînê ya dawî ya 2019’an hatin astengkirin. Piştî 20.01.2020’î serlêdanên malbatê û wasî bêbersiv hatin hiştin û di vê mijarê de biryar jî nehate wergirtin.

13-Piştî rapora CPT a li jorê hat ragihandin, di Îlona 2020’î de têkildarî mafê hevdîtinê û axaftina bi telefonê yên malbatê û wasî sê biryarên cuda hatin peydakirin. Di 7’ê Îlonê de mafê axaftina bi telefonê, di 23’ê Îlonê de hevdîtina parêzeran û di 30’ê Îlonê de jî têkildarî hevdîtinên wasî û malbatê biryarên astengkirinê hatin dayîn. Bi vî rengî bi biryarên qedexekirinê re bersiv ji rapora CPT re hate dayîn û tecrîd hat girankirin.

Serlêdanên giştî yên ji bo serdana girtîgehê

14-Di sala 2020’î de ji bo serlêdanên hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê heta 23’ê Îlona 2020’î tu bersiv nehate dayîn. Serlêdanên hevdîtina parêzeran piştî 25’ê Îlonê ji aliyê 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 23.09.2020’î de bi biryara astengkirina ji bo 6 mehan weke hincet hat nîşandan û hatin astengkirin. Biryara navborî, weke ku me li jorê jî ragihand ku kopyakirin û guhertina dem û numarayên biryarên 2019 û yên beriya wê yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hat dayîn.

15-Ji aliyê serlêdanên hevdîtinê yên malbatê û wasî, di sala 2020’î de heta 20.01.2020’î ji bo sê serlêdanên malbatê û wasî biryara 21.10.2019 a Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê weke hincet hat nîşandan û hatin astengkirin. Bi serlêdana 25.01.2020’î re heta 04.12.2020’î bersiv ji tu serlêdanan re nehat dayîn. Di 04.12.2020’î de biryara 30.09.2020’î ya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê hat nîşandan û hat astengkirin. Têkildarî naveroka vê biryarê hîn agahî bi parêzeran re nehatine parvekirin. Tevî ku divê demê de ji 30.09.2020 heta 04.12.2020’î ji ber ku serlêdanên malbatê û wasî bêhincet hatin astengkirin du doz hatin vekirin jî agahî nehatin parvekirin. Biryara Desteya Dîsîplînê tenê piştî bidawîbûna pêvajoya mecbûrî ya ji bo dewamkirina pêvajoya hiqûqî hate parvekirin. Ev yek bi rengekî aşkera nîşan dide ku dosya ji parêzeran hatiye veşartin û bi tundî muwekîl hatine astengkirin ku serî li rêya hiqûqî nedin.

16-Ji bo 96 serlêdanên hevdîtina parêzeran ên di sala 2020’î de hatin kirin, destûr nehate dayîn. Ji van 68 serlêdan bêbersiv hatin hiştin, ji bo 28 serlêdanan jî biryara dadgehê weke hincet hat nîşandan û nehat qebûlkirin. Ji 50 serlêdanên hevdîtinê yên malbatê û wasî, 40 ji wan bêbersiv hat hiştin, 9 jê bi hinceta biryara desteya dîsîplînê hatin astengkirin. Serlêdaneke malbatê jî hat qebûlkirin.

Astengkirina mafê ragihandin û agahîwergirtinê

17-Bi pandemiyê re ku li tevahiya cîhanê belav bû, pêwendîdanîna bi muwekîlên me yê li Girtîgeha Îmraliyê re gelekî girîng bû. Weke parêzeran tevî daxwaza ji bo hevdîtina rû bi rû ya bi muwekîlên xwe re, ji bo axaftina bi rêya telefonê jî were kirin gelek serlêdan hatin kirin. Di vê mijarê de ji bo wergirtina tedbîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dayîn; daxwaza tedbîrê hat redkirin lê belê serlêdana têkildarî esasê dewam dike.

18-Di 27’ê Nîsana 2020’î de yekem car li Girtîgeha Girava Îmraliyê mafê telefonê hat bikaranîn. Malbatên muwekîlên me bi 20 deqeyan karîbûn bi rêya telefonê bi muwekîlên me re biaxivin ku ev yek ji bo dîroka Girtîgeha Îmraliyê gaveke yekemîn bû. Lê belê ji wê demê û pê ve bi tu awayî pêwendî nekarî bê danîn.

19-Di sala 2020’î de di çarçoveya mafê hevdîtinê û axaftina bi telefonê de 65 serlêdanên parêzeran, 39 serlêdanên malbatê hatin kirin. Ji serlêdanên parêzeran 37 jê bêbersiv hatin hiştin, 28 serlêdan jî bi hinceta biryara dadgehê hatin redkirin. Her wiha 34 serlêdanên malbatê yên ji bo axaftina bi rêya telefonê jî bêbersiv hatin hiştin, 4 serlêdan jî bi hinceta biryara dadgehê hat redkirin. Yekem axaftina bi rêya telefonê di 27’ê Nîsanê de pêk hat.

20-Di nava van şert û mercan de ku derfetên ragihandinê ewqasî tên astengkirin, ji bo danûstandina bi rêya nameyê sala 2020’î gelekî hewl hat dayîn lê belê di vê mijarê de pirsgirêkên cidî rû dan. Di demên cuda de 30 nameyên ku parêzeran bi rêk û pêk şandin, li ser aqûbeta wan tu agahî nîne. Şandina nameyê ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo derve, di çarçoveya polîtîkaya ‘Nebûna agahiyê ya mutleq’ nepêkan e.

Pêvajoyên hiqûqî û pratîkên darizandinê

21-Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê hiqûqî ve çaleke reş e. Bi hin periyodên diyarkirî pêkanînên nû tên afirandin lê belê tu ji van nakevin ber kontrola hiqûqî. Mînak; demekê ji bo astengkirina hevdîtinan ‘xerabûna keştiyê’ û ‘nebaşiya rewşa hewayê’ weke hincet dihatin nîşandan, niha jî bi heman rêbaza kompyakirinê biryarên desteya dîsîplînê û dadgehê tên pêşkêşkirin.

22-Di mekanîzmayên xwecihî de naveroka dosyayan bi giranî ji parêzeran tên veşartin, di dema dawî de nûmara biryarên li ser dosyayan û dema ragihandina wan jî ji parêzeran tên veşartin. Berê bi bendewariya ku ger li ser naveroka dosyayê ne serwext be nikare serlêdanên bi bandor bikin tevdigeriyan, lê niha hewl tê dayîn ku serlêdanên xweser bi rengekî topyekûn bên astengkirin. Tecrîda mutleq ku ji aliyê fîzîkî ve di radeya herî bilind de ye bi tecrîda hiqûqî ya daîmî re dixwazin bi cih bînin.

23-Ne bi tenê di asta rayedarên herêmî de, di asta mekanîzmayên darizandina bilind û kontrolê de jî, sekinandin û yan jî vederkirina vê pergala li dijî hiqûqê li ber çavan e. Ev rewş diyar dike ku pergala tecrîda Îmraliyê wekî qadeke derveyî hiqûqê di çarçoveya konsepteke navneteweyî de dikeve pratîkê. DMME di biryara Daîreya Mezin a 12’ê Gulana 2005’an de ya ku gelek binpêkirinên mafên mirovan tê de tespît kiribû, biryar dabû ku rêzdar Ocalan di çarçoveya mevzûata neteweyî de divê ji nû ve were darizandin. Li hemberî vî tiştî prosedureke ‘vekirina dosyeyê’ ya ku di mevzûata neteweyî de tune, dûrî şertên biryara DMME hatiye sekinandin û darizandina ji nû ve nehatiye kirin. Vê pêkanîna ku xwediya biryarê DMME û Komîteya Wezîran a ji pêkanîna wê berpirsyar in jî hatiye qebûlkirin. Vê lihevkirina li ser esasê dijberiya hiqûqê hatiye kirin, di gelek dosyeyan de ji bo hewldana pûçkirina biryarên DMEE jî bûye zemîn. Di 18’ê Adara 2014’an de jî li gorî îctîhatên DMME ‘bêyî hêviya tehliyekirinê heta mirinê bila di girtîgehê de bimîne’ ya ku li dijî mafên mirovan e jî tu pêşketin nehatiye kirin. Ev rewşa di Pergala Pêkanîna Cezayê ya Tirk de jî bûye sedem ku bi hezaran pêkanînên wê derkevin holê.

24-Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê serlêdana qedexekirina pirtûka ku rêzdar Ocalan ew nivîsandibû jî li ser bingeha esasê lêkolîn hatibûnkirin û tespîtkiribû ku di warê azadiya fikr û îfadeyê de binpêkirin hatiye kirin. Ligel vê biryara 25’ê Hezîrana 2014’an a Dadgeha Destûra Bingehîn rayedarên herêmî dîsa dest bi pêkanîna biryara qedexekirinê kirine. Prensîba ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo rayedarên herêmî divê were pêkanîn jî hatiye betalkirin, di vê rewşê de gelek pêkanînên wekî wê bi xwe re aniye. Bi van mînakan re pêkanînên li ser rêzdar Ocalan ên ku kes dengê xwe jê re nake û bêdeng e, tenê bi Îmraliyê re bi sînor nemaye û di nava demê de pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê de girtiye nava xwe.

25-Di heman demê de ligel biryarên binpêkirinê yên ku hatine tespîtkirin divê werin çareserkirin jî dosyeyên din jî tên sekinandin û ev tişt tevgerîna rayedaran a li dijî hiqûqê jî bi cesaret dike. Sermesele derbarê tecrîdê di serlêdana sala 2011’an de ev serlêdan ji aliyê DMME nehatiye encamkirin, mînakek e ji vê rewşê re. Ligel van raporên CPT’ê me li jor diyar kiriye, polîtîkaya astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran jî 21 sal in bi awayekî kêfî didome.

26-Di sala 2020’an de ji xeynî pêvajoyên hiqûqî yên li dadgehên herêmî didome, derbarê muwekîlên me yên li Girtîgeha Îmraliyê me 19 caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û carekê jî serî li DMME daye. Bi bidawîbûna sala 2020’an re li Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê 39 û li DMME jî 7 dosye didomin. Li pêşberî Komîteya Wezîrên Konseya jî serlêdan hatibû kirin ku biryara DMME ya di sala 2014’an de ku rejîma Înfazê ya girankirî tê wateya îşkenceyê û divê tiştên pêwist ên derbarê vê biryarê jî were kirin.

Encam

27-Girtîgeha Girava Îmraliyê bi pêkanînên ku li dinyayê tu mînaka wê tune, tê domandin. Pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ne bi tenê bi pergala hiqûqê ya tirk bi pergala hiqûqê ya navneteweyî jî teşe digire. Tirkiye ya ku girêdayî Konsepta Ewropayê ye biryar û raporên DMME û CPT yên ku mekanîzmayên hiqûqî yên Konseya Ewropayê ne, tune dihesibîne û ji bo Konseya Ewropayê jî ev meseleyeke berpirsyariyê ye. Avakirin û domandina pergala îşkence û tecrîdê ya di vê astê de bi pesendkirina saziyên navneteweyî yan jî bi bêdengiya wan dikare pêk were.

28-Pergala Îmraliyê bêguman eleqeya wê bi polîtîkaya çareserkirin an jî çareserkirina doza kurdan re heye. Doza kurdan a ku yek ji doza herî mezin û girîng a Rojhilhata Navîn e, çareserkirina wê ya li ser zemîna demokratîk hemû hêzên xwe dispêrin polîtîkayên şer aciz dike. Rêzdar Ocalan li dijî aloziya netewe-dewletê ya ku gelan bera ber hev dide, çareseriya neteweya demokratîk ava kiriye û kiriye projeya jiyanê ya ku gelê kurd tevî gelên cîran dikare li ser axeke hevpar bijîn.

29-Ji ber vê jî pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê di şexsê rêzdar Ocalan de tê wateya tecrîdkirina derfeta çareserkirina demokratîk. Ligel van şertên tecrîda mutleq, rêzdar Ocalan di her firsendê de îxtîmala çareseriyê dixwaze mezin bike û ev li ber çavan e. Di her têkiliya ku bi wî re tê kirin de, gelek caran ev tişt teyîd kiriye.

30-Bûyereke din a girîng ku di sala 2020’î de qewimî ew bû ku Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî 10’ê Cotmehê weke ‘Roja Azadiya Ocalan a Navneteweyî’ qebûl kir. Kurdan û dostên wan li çar aliyên cîhanê daxwaza azadiya Birêz Ocalan parve kirin.

31-Ji bo dawî li Sîstema Tecrîdê ya li Îmraliyê bê anîn, bêguman divê mafên bingehîn ên gerdûnî yên her mirov xwediyê wan e, hevdîtina malbatê û parêzeran bê kirin û dawî li kiryarên antî demokratîk bê anîn ku pêwendiya xwe yekser bi tecrîdê heye. Lê belê ji bo ev sîstema ku xwe tim nû dike bi rastî ji holê bê rakirin, divê Birêz Ocalan û gelê kurd mîna gel û mirovên din hemûyan ji aliyê hiqûqî ve wekhev bin û azad bibin. Bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê em bang li her beşên civakê yên xwedî hesta berpirsyariyê dikin ku tevkariyê li têkoşîna edalet û hiqûqa demokratîk bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar