Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora sala 2022’yan a Îmraliyê weşand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku 23 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan nayê stendin û got “Derbarê tendirustî û ewlekariya muwekîlên xwe, em bi fikar in.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rapora ‘Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê û derbarê şertên wir rapora tespîtên sala 2022’yan’ weşand.

Daxuyaniya nivîskî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wisa ye:”Berî her tiştî em ji malbatên kesên ku di erdheja 6’ê sibatê jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birîndarên me zû baş bibin. Ji ber vê erdheja ku êşeke mezin da me, hevgirtina civakî ya ku me di asta herî jor de dît, dihêle ku em baweriyek li gorî vê erdnîgariyê û gelên wê mezin bikin. Bi mînakên herî paqij ên hevgirtin û seferberiya civakî, vê bobelatê encamên siyaseta rantê jî bi awayekî bi êş nîşan da. Hêz û baweriya me heye ku gelê me yê ku bi hev re rastî gelek bobelatan hatiye, wê bi hevgirtinê ji nav vê bobelatê jî derkeve.

23 meh in em tu agahiyan nastînin

Ev 23 meh in me tu agahî ji Abdullah Ocalan yê ku di her firsendê de qala girîngiya rêxistinbûna civakê dike û ji miwekîlên xwe Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, nestendiye. Ev rewşa ku li dijî qanûnên neteweyî, peymanên navneteweyî, pîvan û nirxên gerdûnî ye, di bobelatên wiha de jî berdewam dike. Ji bo berdewamiya Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê tawîzên ku ji hiqûqê re hatine dayîn, hemû welat xistiye nava lepên bêhiqûqiyê, her roja ku derbas dibe mînakên bi êş derdikevin holê. Divê were zanîn ku bi çareseriya aştiyane ya doza kurdan û pêşketina demokratîk a ku wê ev çareserî wê derxe holê, jiyaneke layiqî rûmeta mirovahiyê, civakî û aştiya welat pêkan e. Yekane muxatabê vê çareseriyê, hem bi berteka xwe ya civakî hem jî bi hewldanên xwe yên teorîk û pratîk tevî şert û mercên Îmraliyê gelek caran ji aliyê rêzdar Ocalan ve hatiye piştrastkirin.

Ji ber van sedeman ne tenê wekî pirsgirêkeke hiqûqî, weke mifteya çareseriya civakî divê Pergala Tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe. Komploya navneteweyî ya ku Ocalan pê re rû bi rû maye û hewl dide têkoşîna li dijî sîstemê kolektîf bike, sala 24’an li pey xwe hişt. Vê komploya navneteweyî ya ku ji aliyê rêzdar Ocalan hat pûçkirin îro bi pergala tecrîda Îmraliyê re didome. Ji ber ku em nikarin ji muwekîlên xwe agahiyan bistînin û bi ser de li ser muwekîlên me îşkence û miameleya xerab hebe, ev tişt dibe sedem ku derbarê tendirustî û ewlekariya muwekîlên xwe, em têkevin nav fikaran.

Rapora Îmraliyê

  1. Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa Fyê, girtîgeheke giravê ya yekkesî ye ku di sibata 1999’an de bi neçalakkirina hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ji bo muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Ji wê rojê heta niha bi statu û pêkanîneke xisûsî tê birêvebirin. Muwekîlên me yên ku li vir tên girtin; birêz Abdullah Ocalan 24 sal in, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî 8 sal in di rejîma înfaza girankirî de ku em jê re dibêjin “Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê”, di şert û mercên tecrîdeke awarte de tên girtin.
  2. Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê, ji roja ku hatiye avakirin heta niha, bûye cihekî ku maf û azadiyên bingehîn bi awayekî sîstematîk lê tên binpêkirin. Di rewşa heyî de mafên hevdîtina bi parêzeran, mafên hevdîtina bi malbatê û mafên bi rêya telefon, faks, name û hwd. û pêwendîdanîna bi derve ya muwekîlên me ku bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û qanûnan hatine mîsogerkirin, bi temamî ji holê hatine rakirin.
  3. Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha, tevî hemû hewldanan jî bi tu awayî XEBER ji muwekîlên me NEHATIYE WERGIRTIN. Lewma di sala 2022’yan de der barê tenduristî, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tiştên din ên bi vî rengî de yên birêz Ocalan û muwekîlên me yên din, tu agahî bi dest neketine. Ev yek kiriye ku fikar gelekî zêde bibin. Rewşa xebernegirtinê ku hê jî didome, 22 meh li dû xwe hiştin.

Bêpêwendiyeke mutleq û xebernegirtin

  1. Birêz Abudllah Ocalan; ji 15’ê Sibata 1999’an ve di girtîgeha giravê ya Îmraliyê de, di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Heta deh salên destpêkê, tenê ew li vê girtîgeha giravê bû. Ji meha mijdara 2009’an ve li vê girtîgehê hin hurreyên din hatin çêkirin û pênc girtiyên din jî anîn vir. Lê dîsa jî birêz Ocalan di nava hefteyê de rojê 23 saetan û di dawiya hefteyê de jî 24 saetan bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin.

Heta sala 2011’an mafê hevdîtina bi parêzeran ê birêz Ocalan hefteyê rojekê û bi saetekê hatibû sînordarkirin; lê bikaranîna van mafên sînorkirî bi hincetên wekî “rewşa hewayê” û “keştî xirabe ye” tim tên astengkirin. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha, tenê di navbera gulan-tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtinên bi parêzeran re çêbûn. Hevdîtina dawî ya van hevdîtinan jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hat kirin.

Ji sala 2014’an heta niha birêz Ocalan tenê karibûye 5 caran hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya bi malbatê re, di 3’yê adara 2020’an de bi birayê xwe re kir. Di 24 salên borî de tenê du caran (27’ê nîsana 2020’an û 25’ê adara 2021’an) hevdîtina bi rêya telefonê hat kirin. Hevdîtina bi rêya telefonê ya dawî di 25’ê adara 2021’ê de di demeke pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û paşê hevdîtin dewam nekir. Ji wê rojê heta niha tu xeber jê nayê girtin.

  1. Birêz Hamîlî Yildirim; ji 29’ê adara 2015’an, ji roja ku ew anîne vir, tenê carekê jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê du caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya pê re hat kirin, di 12’ê tebaxa 2019’an de, hevdîtina bi malbatê re ye. Bi malbata xwe re tenê du caran (27’ê nîsana 2020’an û 25’ê adara 2021’an) bi telefonê axiviye. Ji 25’ê adara 2021’ê ve tu xeber ji wî nayê wergirtin.
  2. Birêz Omer Hayrî Konar; ji 16-17’ê adara 2015’an, ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heta niha, tenê carekê jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê 3 caran hevdîtin bi malbatê re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya pê re hat kirin, di 3’yê adara 2020’î de, hevdîtina bi malbatê re ye. Ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heta niha, tenê di 27’ê nîsana 2020’î de, bi hinceta pandemiyê bi rêya telefonê pêwendî bi malbata xwe re daniye. Hevdîtina bi rêya telefonê ya di 25’ê adara 2021’ê de jî, bi hinceta ku şert û mercên li girtîgehê protetso kiriye ji aliyê dozgeriyê ve ji malbata wî re hatiye gotin. Ji 27’ê nîsana 2020’î ve tu xeber jê nayê girtin.
  3. Birêz Veysî Aktaş; ji 16-17’ê adara 2015’an, ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê, tenê carekê destûr hatiye danîn ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê 3 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya, di 3’yê adara 2020’î de hevdîtina bi malbatê re ye. Ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heta niha, di 27’ê nîsana 2020’î de, bi hinceta pandemiyê destûr hatiye danîn bi telefonê pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Hevdîtina bi rêya telefonê ya di 25’ê adara 2021’ê de jî, bi hinceta ku şert û mercên li girtîgehê protetso kiriye ji aliyê dozgeriyê ve ji malbata wî re hatiye gotin. Ji 27’ê nîsana 2020’î ve tu xeber jê nayê girtin.
  4. Rewşa muwekîlan ku li jor hatiye xulasekirin, di rapora 5’ê tebaxa 2020’î ya CPT’yê de, wekî rewşa xebernegirtinê (p. 48 û 49) “Incommunicado” hatiye pênasekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin û hatiye pêşniyazkirin ku dawî li vê rewşê bê. Têgeha “Incommunicado”, awayê bêpewendiya mutleq pênase dike ku girtî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi derve re deyne.

Lê belê çendî ev qas wext derbas bûye û her hefte bi awayekî rêkûpêk ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re serlêdan tên kirin jî, rewşa xebernegirtinê ya “Incommunicado”yê di sala 2022’yan de bênavber hatiye domandin. Mesela, ji 25ê Adara 2021ê, ji roja ku pêwendiya bi muwekîlên me re hatiye qutkirin heta niha; 238 serlêdanên parêzeran û 79 serlêdanên malbat-wasiyan nehatine bersivandin û di vê pêvajoyê de tu name, telgraf an jî faks ji muwekîlan nehatiye û tu hevdîtineke bi rêya telefonê pêk nehatiye..

  1. Mafê hevdîtina bi telefonê ya muwekîlan ku 6 mehan bi biryarên bi dîroka 18’ê cotmeha 2021’ê, 30’yê adara 2022’yan, 9’ê gulana 2022’yan û 9’ê hezîrana 2022’yan ên Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê hatin sînordarkirin. Ev yek piştî ku serî li saziyên navneteweyî hatiye danîn, hat hînkirin. Ev biryarên sînordarkirinê yên navborî, teblîxî parêzeran nehatine kirin û bi dizîka hatine birêvebirin. Tê fêmkirin ku bi van biryarên fabrîkasyonê û şeş mehan carekê bi awayekî perîyodîk tên dayîn, mafê hevdîtinê yê bi rêya telefonê yê muwekîlan tê sînordarkirin.

Her wiha gelek nameyên ku di nava salê de bi awayekî rêkûpêk ji muwekîlan re hatine şandin jî nehatine bersivandin. Nayê zanîn ku bê ka ev name gihîştine muxatabê xwe yan na û ji wan jî tu name, telgraf an jî faks negihîştine me.

Li gel van, ji ber ku qedexekirina serdanên malbat-parêzeran bi awayekî fiîlî û derhiqûqî bi salan bi awayekî sîstematîk û bênavber didomin, di sala 2022yan de hevdîtinek jî bi malbat û parêzeran re nehatiye kirin. Lewma sala 2022’yan bi temamî bûye sala bêpêwendî û xebernegirtineke mutleq.

Serlêdanên hatine kirin û biryarên qedexekirî yên dijhiqûqî yên veşarî

  1. Di xala 59’an a qanûna hejmara 5275’an de hatiye destnîşankirin ku girtî dikarin di saetên mesaiyê de hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Yanî hefteyê pênc rojan mafê wan ê hevdîtina bi parêzeran re heye. Her wiha li gor xala 25’an a heman qanûnê jî, hatiye diyarkirin ku girtiyên di çarçoveya înfaza muebeda girankirî de jî, 15 rojan carekê dikarin hevdîtinê bi malbata xwe re bikin.

Di vê çarçoveyê de, wekî berê di sala 2022’yan de jî ferdên malbatê û parêzer ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan û muwekîlên din re bikin, bi awayekî rêkûpêk bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku ev serdozgerî ji Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê berpirsiyar e. Heman serlêdan bi rêya dozgeriyê bi rêkûpêk li Îdareya Girtîgeha Îmraliyê jî hatine kirin. Lê belê di seranserê 2022’yan de, 49 serlêdanên ji bo hevdîtina malbatê yên li her du saziyan hatine kirin jî, nehatin bersivandin û tu hevdîtinên rûbirû jî yên malbatê nehatine kirin. Serlêdanên ji bo rojên cejnên fermî jî ku bi taybetî hatine kirin, bi erênî nehatine bersivandin. Di seranserê salê de parêzeran jî ji bo hevdîtinê 98 caran serî li van her du saziyan dane, lê serlêdanên wan jî bêbersiv hatine hiştin û tu hevdîtineke parêzeran çênebûye. Li gel van, serlêdanên wasiyê birêz Ocalan (49 serlêdan) jî ku her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê daye, bi temamî bê bersiv hatine hiştin.

  1. Daxwazên muwekîlan ên ji bo hevdîtina bi malbat û wasiyan re ji sala 2018’an ve bi awayekî sîstematîk ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê bi hinceta biryarên ceza yên dîsîplên yên “3 mehan bêparkirina ji hevdîtina bi serdêran re” tên astengkirin. Di sala 2022’yan de jî serdanên malbat û wasiyan ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ve bênavber 3 mehan carekê bi hinceta cezayên dîsîplînê di 3’yê sibata 2022’yan, 31’ê gulana 2022’yan, 9’ê îlona 2022’yan û kanûna 2022’yan hatine astengkirin.

Xala 43’yan a qanûna bi hejmara 5275’an cezayê bêparkirina ji hevdîtina bi serdêran re di xwe de dihewîne. Di benda 3’yan a heman qanûnê de wiha tê gotin, “Di hevdîtinan de yên bi merciyên fermî û erkdar û bi parêzer û nûnerên qanûnî re, hukmê vê xalê nayên pêkanîn.” Lê dîsa jî serdana wasî ku nûnerê qanûnî ye, bi hinceta cezayê dîsîplînê tê astengkirin.

  1. Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê bi van cezayên dîsîplînê yên navborî, bêyî haya parêzeran jê hebe bi veşarî lêpirsîn dane destpêkirin û cezayên dîsîplînê tenê teblîxî muwekîlan hatiye kirin ku pêwendiya wan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin. Piştî ku dema îtirazê derbas bûye pêvajoya teqezkirina van cezayan hatiye temamkirin. Ji ber ku çûna parêzeran a Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtina wan a bi muwekîlan re bi temamî hatiye astengkirin, parêzer piştî ku ev cezayên dîsîplînê hatine pêkanîn, bi van cezayan hesiyane. Ji ber ku ev pêkanîn bûye pêkanînine sîstematîk, me sê mehan carekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye. Li gor vê pêşî divê hevdîtina bi malbatê re bê kirin. Ger hevdîtin nehatine kirin jî, me daxwazname dane ku ger lêpirsîneke dîsîplînê hebe divê qeyda me ya UYAP’ê bê çêkirin, mînaka dosyeyê ku biryar û hincet tê de ne bê dayîn da ku wext di ser dema îtirazê re derbas nebe. Lê hemû daxwaz û îtirazên me, bi awayekî derqanûnî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hatine redkirin û îtirazên me yên ji bo biryarên Dadgeriya Înfazê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve bêyî hincet, bi tiştên razber û giştî hatine redkirin.

Axirê tevî hemû daxwaz û îtirazan jî, dosyeyên dîsîplînê radestî parêzeran nehatine kirin, qeydên UYAP’ê nehatine çêkirin, biryar û cezayên der barê muwekîlan de ji parêzeran hatine veşartin û bi awayekî qorsanî hatine teqezkirin û alîkariya hiqûqî bi biryareke hevpar a îdare û darazê hatiye astengkirin.

  1. Bi heman awayî, biryarên qedexeya li ber parêzeran ên şeş mehî yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî bêyî parêzeran hatine birêvebirin. Biryarên qedexekirinê, tevî hemû serlêdanan jî, ji bo hevdîtina bi parêzeran re bê kirin, piştî serlêdanên li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi bersiva “Biryar hatiye dayîn ku hevdîtina hikumxwaran a bi parêzeran re 6 mehan hatiye qedexekirin” hatiye hînkirin. Bi vî awayî, di seranserê sala 2022’yan de, hatiye tespîtkirin ku Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê du caran (13’ê nîsana 2022’yan û 21’ê Ccotmeha 2022’yan) biryara qedexekirina serdana parêzeran hatiye dayîn. Îtirazên ji bo van biryaran jî, ji ber ku der barê muwekîlan de ku pêwendiya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, hatine redkirin.

Pêvajoyên qedexeyê û cezayên dîsîplînê, ji ber ku hatiye armanckirin bêyî parêzeran bê birêvebirin, heta derbasbûna dema îtirazê hatine sekinandin û piştî pêvajoya teqezkirinê temam bûye hatine tomarkirin. Bi vî awayî muwekîlên ku pêwendiya wan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin, ji alîkariya parêzeran bêpar hatine hiştin.

  1. Daxwazên me yên ji bo wergirtina mînakên biryarên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ên ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve ji bo 6 mehan hatine dayîn û çêkirina qeyda UYAP’ê, çendî me li gor usûlê wekaletname daye jî bi awayekî derqanûnî bi biryarên pêvekî yên dadgeriya înfazê hatine redkirin. Îtirazên me yên ji bo vê jî, yên li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê jî bêyî hincet bi tiştên razber û giştî hatine redkirin.

Di pêvajoyên hiqûqî de temsîliyeta me ya ji bo muwekîlan û li gor usûlê pêkanîna karê hiqûqî, di seranserê sala 2022’yan de bi awayekî dijhiqûqî bi “biryarên dadgehê” hatine astengkirin. Bi vî awayî mafê parastinê, darizandina adil, mafê tevî parêzeran xwegihandina dadgehê û serlêdanan yên muwekîlan ku maf û azadiyên wan ên bingehîn ên di qanûn, destûra bingehîn û peymanan de hatine pênasekirin hatin binpêkirin, bi hevkariya hikûmet-îdare-darazê bi awayekî fiîlî bê erk hatine hiştin.

  1. Ji bo pêkanînên fiîlî yên qedexeya parêzeran ku parçeyeke tecrîdê ne û pêvajoyên hiqûqî yên têkildarî temsîliyetê bê erk dike, bi dawî bibin, ji bo temînkirina mafên muwekîlan ên di mewzûata neteweyî û navneteweyî de hatine diyarkirin û ji bo astengiya li ber peywira parêzertiyê bi dawî bibe, serlêdanên di sala 2022’yan de hatine kirin hemû bêencam hatine hiştin.
  2. Ev rewş, ji qanûnan wêdetir, di encama polîtîkaya tecrîda mutleq de pêş ketine ku dewletê bi taybetî ji nîsana 2015’an ve ew ber bi asteke din ve biriye. Îdareya girtîgehê û mensûbên darazê, bêyî tabiî kontrolkirina hiqûqî bin, derî peywirên ku bi qanûnê hatine diyarkirin tevgeriyane. Lewma li Desteya Dadger û Dozgeran û li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê giliyê hemû dozger û dadgerên di Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê de derî hiqûq û qanûnê tevgeriyane, hatiye kirin. Lê di sala 2022’yan de di vî warî de jî tu bersiv û geşedaneke erênî rû nedaye û berevajî vê, giliyeke me jî esas nehatiye girtin û hatine redkirin. Ev rewş jî bûye delîleke din ku li girtîgeha giravê ya Îmraliyê hiqûqeke taybet û polîtîkaya tecrîda mutleq a derqanûnî bi hevkariya hikûmet-îdare-darazê tê birêvebirin û pêkanîn.

Li dijî tecrîdê û xebernegirtinê serlêdan û geşedanên din

  1. Di 24’ê kanûna 2021’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn. Di serlêdanê de hat xwestin ku dawî li “incommunicado”yê (desteserkirin) bê ku qedexeya îşkenceyê bi awayekî herî giran binpê dike û demildest hevdîtin bi muwekîlan re bê kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi biryara xwe ya navberê ya 12’ê çileya 2022’yan, got jiholêrakirina hemû mafên muwekîlan û bi derve re qutkirina pêwendiya wan ne derî hiqûqê ye û daxwaza ji bo tevdîrgirtinê red kir. Biryara navberê, çendî lezgîn bû û ji bo tevdîrgirtinê bû jî, di 31’ê çileya 2022’yan de hat teblîxkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, di serê sala 2022’yan de biryareke bêhiqûqî da û paşê bêpwendî û nexebergirtina mutleq, bi biryarên îdareya girtîgehê û dadgeha herêmî bênavber hatin domandin.

  1. Li dijî nexebergirtina ku bi biryarên qedexe û sînordarkirinê yên ne hiqûqî û qanûnî hat çêkirin, li Tirkiyeyê 775 parêzerên li ser 29 baroyan qeydkirî, di navbera 10’ê hezîran-17’ê hezîrana 2022’yan de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin demildest hevdîtin pêk bên. Serokên baroyan jî di nav de, ev serlêdanên bi sedan parêzeran bi tu awayî nehat bersivandin.
  2. Di seranserê salê de der barê tenduristiya muwekîlan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û rewşên din de tu xeber nehatin wergirtin. Ji ber ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî bêerk in, bêpêwendî û xebernegirtina mutleq bû cihê zêdebûna fikaran. Lewma di 29’ê tîrmeha 2022’yan de ji bo tevdîrgirtinê serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye girtin.
  3. Welatên Ewropayê jî di nav de ji 22 welatên cuda 350 parêzer di 14’ê îlona 2022’yan de, ji Rojhilata Navîn 756 parêzer jî di 19’ê îlona 2022’yan de serî li Wezareta Dadê dan ku hevdîtinê bi muwekîlên di Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê de bikin û dawî li binpêkirina heyî bê. Lê belê ev daxwaz jî bê bersiv hatin hiştin.
  4. Di 28’ê mijdara 2022’yan de ji bo dawî li nexebergirtinê bê, bi awayekî fîzîkî pêwendî bi muwekîlan re bê danîn û şert û mercên îzolasyonê bên başkirin, doza randevûyê li Wezareta Dadê hat kirin, lê ev daxwaz jî heta niha nehatiye bersivandin.
  5. Ji dêvla ku pêşniyazên CPT’yê yên ji bo bidawîkirina bêhiqûqîtiyên li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bên pêkanîn, ev di seranserê sala 2022’yan de bi biryarên dijhiqûqî û pêkanînên sîstematîk hatin pûçkirin.
  6. CPT, di rapora xwe ya 2013’an û yên piştî wê de, tespîtkiribû ku astengkirina hevdîtina bi parêzeran re biryareke polîtîk e û li dijî mewzûata navxweyî ye. (Rapora 2013’an a CPT’yê û raporên wê yên piştî 2013’an). Her wiha tespîta ku cezayên dîsîplînê yên ku hevdîtinên bi malbatê re qedexe dike xwe disipêrin sedemên xapîner, di paragrafa 49’an a rapora 2019’an ya CPT’yê de heye. Girêdayî van tespîtan, li gel pêşniyazên ku divê hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re bi awayekî çalak bên kirin jî, tu guherîn di helwesta hikûmet, îdare, dozgerî, Dadgeriya Înfazê, Dadgeha Cezayê Giran û Dadgeha Destûra Bingehîn de çênebûn.
  7. Di sala 2022’yan de 3 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatiye danîn ku CPT, di nava sînorên Konseya Ewropayê de berpirsê jiholêrakirina îşkence, muameleyên dij miorvî û xirab û tespîtkirina wan e. Di van serlêdanan de, bi awayekî berfireh hatiye diyarkirin ku şert û mercên ragirtina li Îmraliyê muameleya xirab derbas kiriye, pêkanînên rejîma înfazê ya muebeda girankirî, qedexeya îşkenceyê û qedexeya cihêkariyê bi awayekî sîstematîk dewam kirine û ji 25’ê adara 2021’ê ve jî tu xeber ji muwekîlan nehatiye girtin û awayê desteserkirinê “incommunicado” bi awayekî girankirî dewam kiriye. Ji ber van sedeman, hatiye xwestin ku CPT bi awayekî de facto serdana girtîgeha giravê ya Îmraliyê bike û li wir hin lêkolînan bike û hatiye xwestin ku ji bo başkirina şert û mercên ragirtinê û bidawîkirina qedexeyên serdanê tevdîr bên girtin û prosedur bên pêkanîn.
  8. CPT’yê daxuyandibû ku di 20-29’ê îlona 2022’yan de serdana Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê kiriye, lê têkildarî rewşa muwekîlan de tu daxuyanî neda. Têkildarî mijarê rûbirû hevdîtin bi CPT’yê re hatiye kirin, lê pirsên der barê tenduristî û şert û mercên muwekîlan de bêbersiv hatine hiştin û helwesta agahînedanê hatiye nîşandan.

Ji ber van sedeman, me di 31’ê kanûna 2022’yan de serî li CPT’yê da û ji Komîteyê daxwaz kir ku demildest rapora têkildarî serdana dawî de bi raya giştî re parve bike. Ev daxwaz, xwe spartiya xala 10/2’yan a Peymana Pêşîgirtina Îşkenceyê. Li gor vê; “Ger aliyê têkildar tevkariyê neke an jî gava di çarçoveya pêşniyazên Komîteyê de başkirina rewşê bê redkirin, Komîte ji sê payên endamên xwe bi du payan dikare têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.”

Di pratîkên berê yên CPT’yê de tê dîtin ku gelek mînakên ji bo “daxuyaniya ji bo raya giştî” hene. Lê CPT belavkirina çavdêriyên xwe bi pesendkirina hikûmetê ve girêdaye.

  1. Beriya serdana dawî ya CPT’yê (20-29’ê îlona 2022’yan), di 9’ê îlona 2022’yan de der barê muwekîlan de bi hinceta cezayê dîsîplînê 3 mehan qedexekirina hevdîtina bi malbatê re hat danîn. Piştî serdanê, di 21’ê cotmeha 2022’yan de, ji bo şeş mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Gava ev tevî nepêkanînan tespît û pêşniyazên di raporên berê yên CPT’yê de bênirxandin, kifş dibe ku rapor û çavdêriyên CPT’yê li bara mekanîzmayên neteweyî esas nayên girtin.
  2. Herî dawî Abît Aktaş, bavê muwekîl Veysî Aktaş, di 20’ê kanûna 2022’yan de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Veysî Aktaş tev li merasîma definkirinê û şînê bibe, di heman rojê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hat dayîn. Xala 66/3’yan a qanûna bi hejmara 5275’an bi vî awayî ye; “Di dema mirina xizmên nêz, nexweşînên giran, pandemî yan jî karesatên xwezayî de hikumxwar demildest divê sûdê ji amûrên wekî telefon û faksê sûdê bigirin.” Li gor xala 94’an a heman qanûnê, hikumxwar dikarin tev li merasîma cenaze ya xizmên xwe yên nêz bibin. Lê belê hem nehatiye hiştin muwekîl Aktaş tev li merasîma definkirina cenaze û şînê bibe, hem jî nehatiye hiştin bi rêya telefon an jî faksê pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Em nizanin bê ka haya wî ji mirina bavê wî heye yan na. Di rewşeke wisa mirovî de jî bêpewendiya mutleq a “incommunicado”yê nehat sekinandin û bênavber hat domandin.
  3. Gava tevî daneyên li jorê bê nirxandin, sala 2022’yan, bûye sala bêpwendî û xebernegirtina mutleq.

Binpêkirin

Binpêkirina qedexeya îşkence û miameleya dermirovî

“Îşkence yan jî miameleyeke dermirovî yan jî biçûkker bi tu awayî nikare li tu kesî were kirin an jî cezayekî dermirovî yan jî biçûkker bi tu awayî nikare li tu kesî were birîn.”

  1. Armanca bingehîn a qedexekirina îşkence û miameleya dermirovî ew e ku rûmeta mirovan were parastin û di bin her şert û mercî de yekpareyiya laşî û derûnî ya mirovan were temînkirin. Qedexeya îşkenceyê bi taybetî di Deklerasyona Ewropî ya Mafên Mirovan de û wekî din jî, di Peymana Nawneteweyî ya Mafên Medenî û Sîyasî û gelek belgeyên din de hatiye pênasekirin. Xala 3’yemîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan (ECHR) qedexeya li ser îşkenceyê, miameleya dermirovî, cezaya dermirovî, miameleya biçûkker û cezaya biçûkker jî di nav xwe de dihewîne. Çawa ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve jî gelek caran tê dubarekirin, xala 3’yemîn yek ji nirxên herî bingehîn ên civakên demokratîk li xwe digire. Ji ber vê çendê, dewletên endam divê rêzê li vê hukmê bigirin û hemû bergiriyên pêwîst bigirin da ku ev hukm di nav sînorên erka wan a darazî de bi awayekî çalak bê cîbicîkirin.
  2. Her wekî ku di Xala 1’emîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan de jî hatiye îfadekirin, yek ji krîterên mafên mirovan ên gerdûnî ew e ku ji bilî bêparhiştina ji azadiya xwe ya bi biryareke dadgehan a li gorî prensîbên hiqûqê divê her girtî xwedî hemû mafên xwe bibe. Hepsbûn divê li gorî qaîdeyên ku rûmeta mirovan diparêzin û bi awayekî ku dernakevin derveyê şert û mercên kêmtirîn û asayî yên girtîbûnê were birêvebirin. Lê belê Birêz Ocalan û miwekkîlên din ev bi salan e li şert û mercên wekî tecrîda qethî, qutkirina qethî ya her cure ragihandin û pêwendiyê û bêagahîhiştinê rast tên ku ji van şert û mercên asayî yên girtîbûnê gelekî girantir û wêdetir in. Şert û mercên heyî yên tecrîda qethî û qutkirina her cure ragihandin û pêwendiyê qedexeya îşkenceyê bin pê dikin û dihêlin ku bi vî awayî îşkence û ceza û miameleya dermirovî li miwekkîlan werin kirin.
  3. Tevî vê yekê, rejîma girankirî ya înfazê ya li Girava Îmraliyê bi rêya “qanûn û rêziknameyan” tê meşandin bi xwe jî qedexeya miameleya dermirovî bin pê dike. Wekî vê yekê piştrast bike, biryara DMME’yê a 18’ê adara 2014’an a bi navê Ocalan No:2 jî teqez dike ku rejîma girankirî ya înfazê di nav xwe de şert û mercên wisa dihewîne ku Xala 3’yemîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan bin pê dikin. Di vê biryara navborî de tê destnîşankirin ku ev binpêkirin ne di kêliya biryardayînê de, lê belê ji dema derxistina qanûn û rêziknameyên têkildar û pê ve derketiye holê. Bi gotineke din, bi biryareke navneteweyî hatiye pesendkirin ku rejîma girankirî ya înfazê ya li Îmraliyê ji destpêkê ve rejîmeke îşkenceyê ye.

Binpêkirina mafê pêwendiyê

 “Mafê her kesî heye ku rêzgirtina li pêwendî û pevrenivîsên şexsî daxwaz bike.”

  1. Mafê ku mirov daxwaza rêzgirtina li pêwendiyên xwe yên wekî jiyana taybet û malbatî bike di xala 25’an a Qanûna bi hejmara 5275’an, Xala 25’an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Xala 8’emîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan û gelek peymanên navdewletî de hatiye misogerkirin. Mafê pêwendiyê mafê her kesî yê ku bi kesên din re nêzî hev bibe da ku bi kesên din û dinyaya derve re têkiliyan dayne û têkiliyên heyî bi pêş bixe ango mafê her kesî yê “jiyana sosyal a taybet” jî di nav xwe de dihewîne. Yepareyiya kesan a fîzîkî, derûnî yan jî manewî, mahremiyeta kesan û nasname û xweseriya kesan jî dîsa di bin banê vî mafî de cih digirin. Temînata ku bi rêya xala 8emîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan hatiye dayîn dihêle ku berî her tiştî kesayeta her mirovî bêyî tu destwerdanê di nav têkiliyên wan kesan ên bi kesên din re geşe bide û bi pêş bikeve. Alîkarî û piştgiriya ku bi destê kesên li girtîgehê peywirdar in ji bo girtiyan werin dayîn ku girtî bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinên xwe bidomînin qismekî girîng ê mafê girtiyan ê rêzgirtina li malbatê û mafê wan ê pêwendiyê ye. Tevî vê yekê jî, miwekkîlên ku di sala 2022’yan de ji mafên xwe yên serdanê bê par hatibûn hîştin, mafên wan ên ku bi rêya telefon, name û faksê têkiliyê daynin jî bi domdarî hatine astengkirin.

Binpêkirina mafê darizandina adilane

  1. Mafê parastinê yê ku di çarçoveya mafê darizandina adilane de hatiye pênasekirin bi tevahiya maweya girtîbûna miwekkîlan her derbasdar û berdewam e. Ji ber ku mafê azadiya fîzîkî ne tê de ji hêla mafên din ve çawa ku kesên din kirdeyên xwedî maf in girtî jî wisa kirdeyên xwedî maf in. Di vê behsê de li gorî Xala 6/1’em a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan mafê hevdîtina bi parêzeran re bi gelek rahênanên hiqûqî, civakî û jiyanî re têkildar e.
  2. Birêz Ocalan û miwekkîlên din, birek dozên wan ên ku li ba Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û DMME’yê in hêşta jî berdewam in. Dîsa, wekî ku di bin serenavên têkildar de hatiye vegotin sê mehan carekê bi awayekî domdar darizandinên ji bo cezayên dîsîplînê tên birêvebirin û di encama vê pêvajoyê de bêyî îstîsna cezayên dîsîplînê li wan tên birîn. Li gel vê yekê, bi armanca ku binpêkirinên ji ber şert û mercên girtîbûnê û rejîma girankirî ya înfazê ji holê bên rakirin û seba dozên ku dê bên vekirin mafê wan heye ku alîkariya parêzeran bigirin, li şêwirmendiya hiqûqî bigerin û li ser parêzerekî/ê serî li rê û derfetên karîger ên hiqûqê bidin. Lê belê, li Îmraliyê çawa ku serdanên parêzeran tên astengkirin wisa jî hewldanên hiqûqî yên ku mebesta wan jiholêrakirin û çareserkirina binpêkirinên mafan ên ku bi awayekî pergalkirî pêk tên bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin.
  3. Bi gotineke din, miwekkîlên ku ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn ên ku di çarçoveya qanûn, destûra bingehîn û peymanan de hatine diyarkirin bê par tên hîştin, rê li ber cîbicîkirina peywir, erk û berpirsiyariyên parêzerên wan jî tê girtin û tevahiya mafên wan ên wekî mafê parastinê, mafê darizandina adilane û mafê xwegihandin û serlêdana dadgehan bi hevkariya merciyên îdarî û edlî bi yek carî tên betalkirin. Di vê çarçoveyê de ne di peymanên navneteweyî de ku Tirkiyeyê pesend kirine û aliyekî wan e ne jî di qanûn û rêziknameyên Tirkiyeyê bi xwe de tu gotineke ku ev şert û mercên bêpeywendîhîştina qethî lê werin sipartin nîn e.

 Nebûna rê û derfetên karîger ên serlêdanê

  1. Li dijî rewşa incommunicado ku hemû mafên miwekkîlan ên ku di peymanên navneteweyî de hatine misogerkirin bi yek carî tune dihesibîne çi mekanîzmayeke karîger nîn e ku were xebitandin. Biryarên ku ji Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê û Dadgeha Destûra Bingehîn derdikevin hemû neyînî bi encam dibin. Hemû serlêdanên li van merciyan tên kirin paşve tên zivirandin. Encamên îstatîstîkî yên ku di navbera salên 2005 û 2022’yan de hatine bidestxistin nîşan didin ku merciyên darizandinê ji bo serlêdanên ku mijara wan Girtîgeha Îmraliyê ye rêyeke hiqûqî ya xurt û kêrhatî nîn e.
  2. Ji sala 2005’an heta nîvê sala 2022’yan Ocalan û miwekkîlên din ên ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne serlêdanên ku li ser navê wan li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hatine kirin hejmara wan (ên ku pêkan bûye werin tespîtkirin) 164 e. Bi tenê serlêdanek (ku ew jî ya Weysî Aktaş e) hatiye pejirandin. Ji sala 2005’an û pê ve, serlêdanên ku li ser navê Ocalan hatine kirin ji nav wan yên ku pê encamek hatiye bidestxistin an jî yên ku hatine qebûlkirin an jî qismen hatine qebûlkirin jî hejmara wan 0 e. Ji roja ku herî dawî xeber jê hatiye standin (25’ê adara 2021’an) û pê ve hemû serlêdanên ku li Dadgeriya Înfazê hatine kirin paşve hatine zivirandin û ev yek jî ji hêla Dadhega Cezayê Giran ve ku merciya îtîrazkirinê ye hatiye pejirandin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgehên Cezayê Giran ji aliyê biryarên li ser bêpêwendîhîştina qethî ve bûne navendên biryarên kêfî yên nehiqûqî. Vê rewşê hem ji aliyekî ve bi hevkariya erkên desthilatî, îdarî û darazî tevliheviyeke pergalkirî derxistiye holê hem jî ji aliyekî din ve îmkana ku miwekkîl bi parêzeran re hevdîtinan pêk bînin an jî bikarin ji hêla parêzerekê ve bên temsîlkirin ji holê rakiriye. Di encamê de, ji bo miwekkîlan ji hêla hiqûqê ve girêhişkeke ku nayê jihevkirin derketiye holê. Serlêdanên ku îsal ji bo nirxandina Dadgeha Destûra Bingehîn hatine şandin jî ji wan hêşta jî tu bersiveke erênî nehatiye bidestxistin. Jixwe ji sala 2005an û pê ve biryarên li ser gelek serlêdanên takekesî jî nehatine biencamkirin û biryardayîn tê derengxistin û bi vî awayî ji karîgerbûnê tên dûrxistin. Sêrlêdana takekesî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo miwekkîlên ku têkiliyên wan ên bi dinyaya derve re hatine qûtkirin wek rêyekê ne karîger e ku bikare şert û mercên tecrîda qethî ku ew tê de dijîn ji holê rake.
  3. Di behsa serlêdanên li ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ku li Îmraliyê tên domandin de, serlêdanên ku di sala 2022’yan li asteke lokal hatine kirin ne tê de, serlêdanên takekesî ku di asta dadgehên bilind de hatine kirin sê ji wan li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û yek ji wan jî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin. Dîsa, gelek serlêdan li DMME’yê hatine kirin. Di gel van serlêdanan, di halê hazir de li ser navê her 4 miwekkîlên me serhev li ba Dadgeha Destûra Bingehîn 82 serlêdanên takekesî, li ba Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 12 serlêdan û wekî din jî li ba Komîteya Mafên Mirovan a NY serlêdanek derdestkirî ye.

Rejîma girankirî ya înfaza muebetê

  1. Rejîma girankirî ya cezayê muebbetê di xala 25 û 107’an a qanûna bi hejmara 5275’an tê pênasekirin. Di vê qanûnê de tê diyarkirin ku cezayê girtîgehê wê di tevahiya jiyana kesekî de bidome û bi tu awayî navber neyê dayîn. Her wiha li gorî van qanûn û rêziknameyan, mirov dikare di dema girtîbûnê de di asteke herî kêm de ji maf û azadiyên bingehîn sûdê wergire. DMME’yê bi biryara xwe ya bi navê Ocalan No:2 a 18’ê adara 2014’an biryar da ku ev qanûn û rêzikname li dijî qedexeya miameleya dermirovî ne û diyar kir ku divê ev qanûn û rêzikname li gorî hiqûqê werin guhertin.
  2. Ji bo bi cihanîna biryara DMME’yê ya bi navê Ocalan No:2, di 1’ê cotmeha 2021’an de serî li Dadgeriya Înfazê yê Bûrsayê hat dayîn. Ji bo betalkirina xala 107/16’a qanûna bi hejmara 5275’an û xala 17/4’a qanûna bi hejmara 3713’an ku ji bo serbestberdana bi şert astengî dibûn asteng bi sedema ku ne li gorî Destûra Bingehîn in daxwaza serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin. Her wiha bi biryara DMME’yê re hat xwestin ku Birêz Ocalan li hemberî qedexeya îşkenceyê 23 salan di nava şert û mercên giran de hatiye hiştin û bêyî ku di warê civakî, siyasî û hiqûqî de ev pêvajo bê dirêjkirin divê ew bê serbestberdan û bigihîje azadiya xwe. Lê Dadgeriya Înfazê bi paşguhkirina tespîtên îxlalê yên DMME’yê û nirxandinên ku di biryarê de cih digirin, serlêdan red kir. Serlêdana li dijî vê biryarê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve hate redkirin. Li ser vê yekê di 3’ê berfanbara 2021’an de bi heman daxwazan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn.
  3. DMME’yê cezaya hepsê ya mirinê, wek îhlala li dijî îşkenceyê dîtîye û piştî biryara bi navê Ocalan No: 2’yê, Kaytan v. Tirkiye, Gurban/Tirkiye û Boltan/Tirkiye jî di serlêdanên xwe de biryarên îxlalkirinê derxistine pêş.
  4. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 4 dosya hildane pêvajoya şopandin û çavdêriyê, lê belê tevî ku Tirkiye li gorî vê biryarê tevnegeriyaye jî Komîteyê 7 salan tu behsa vê yekê nekiriye. Piştî 5 teblîgatên (di 2016, 2017, 2018, 2021 û 2022’yan de) ku ji hêla Ofîsa me ve bi sedema ku biryarên DMME’yê yên têkildar nehatine bicihanîn dem bi dem hatine şandin û piştî ku teblîgatên ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî ve di sala 2021’an de hatine kirin, Komîteyê biryar daye ku her çar biryarên xwe bixe rojeva xwe.
  5. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku xwedî wê berpirsyariyê ye ku bihêle ku binpêkirinên di biryarnameyan de ji holê bên rakirin, di biryarên xwe yên navberê yên civîna 30’ê Mijdar-2’yê Kanûna 2021’an de destnîşan kiriye ku binpêkirina heyî ya qedexeya îşkenceyê dewam dike, Tirkiyeyê agahiyên berdest ên li ser mijarê parve nekirine û pêdiviyên biryarê bi cih neanine. Bi van tespîtan re hat ragihandin ku tedbîrên hiqûqî û têrker ên din ên ji bo mekanîzmaya lêpirsînê ya ji bo lêkolînkirina cezayê girankirî yê muebbetê, piştî demeke herî kêm divê bêyî derengmayînê bê meşandin û hat xwestin ku Tirkiye heta îlona 2022’yan der barê gavên divê werin avêtin de Komîteyê agahdar bike.
  6. Li aliyê din, Tirkiyeyê heta niha xwe ji parvekirina agahî û daneyên îstatîstîkî yên ku di biryarên navberê de hatine xwestin, dûr xistiye. Piştî bidawîbûna serdemê, plana çalakîyê ya rojanekirî ya 13’ê cotmeha 2022’yan ji alîyê hikûmetê ve hate pêşkêşkirin. Di vê plana çalakiyê de rejîma cezayê muebbetê ya girankirî û heta mirinê hatiye parastin û rewanîşandan û derketiye holê ku tu niyet û planeke guhertina qanûn û rêziknameyên têkildar nîn e. Bi gotineke din, Tirkiyeyê ragihandiye ku ew ê li gorî biryarên DMME’yê tev negere. Lê belê ji ber ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê lez neda pêvajoya şopandinê ya der heqê Tirkiyeyê de û di civîna dawî ya sala 2022’yan de tu biryar nehatin girtin û di salnameya civînên 2023yan de jî cih nedaye vê mijarê, ev yek der barê çavdêriya Komîteyê de gumanan derdixe holê.

Tespît û encam

1.Saziya Înfaza Cezayî ya Bi Ewlekariya Zêdekirî ya Girtî ya Tîpa F’yê ku li ser Girava Îmraliyê ya li Behra Marmarayê û di nav sînorên desthilatdariya Tirkiyeyê de ye her çend ku wekî ku bi Wezareta Dadê ve girêdayî ye xuya bike jî di rastiya xwe de ji hêla mekanîzmayeke qeyranê ya derasayî ve tê birêvebirin. Biryarên siyasî yên vê mekanîzmayê bi taybetî ji bo Îmraliyê heta niha diyarker bûne û hê jî diyarker in. Hemû pratîkên têkildarî hiqûqê û destûra bingehîn û pratîkên deryasayî yên ku di çarçoveya pergala taybet a ji bo Îmraliyê avakirî de tên kirin bi rêya gotinên razber ên wekî “rewşa krîzê”, “kesê metirsîdar”, “teror”, “ewlekariya zêdekirî” û “rewşa awarte” ku bêyî navber tên dubarekirin xwestine werin rewakirin. Bi van peyvên giştî û razber hemû maf û azadiyên bingehîn ên miwekkîlan ku di peymanên navneteweyî, destûra bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê de hatine pênasekirin bi awayekî pergalkirî hatine binpêkirin, tunehesibandin û bi polîtîkaya tecrîda qethî ya piştî 2015’an bi tevahî ji holê hatiye rakirin.

2- Heta pêvajoya Rewşa Awarte ya ku di sala 2016’an de hate ragihandin, wexta hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dê bihatina astengkirin û sînorkirin biryarên siyasî yên wekî “neguncanbûna şertên hewayî” û “xerabbûna keştiyê” ku bawerî pê nedihatin wek hincet dihatin pêşkêşkirin. Ji 20’ê tîrmeha 2016’an û pê ve ku Rewşa Awarte hatibû ragihandin, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ya 1em biryarek girt ku ji ber wê miwekkîl bi hinceta “rewşa awarte” ji hemû mafên xwe yên mirovî yên bingehîn ên wekî serdan, telefon, pêwendî hwd. bo demeke nediyarkirî hatin bêparhîştin. Bi vî rengî, hetama hincetên wekî “neguncanbûna şertên hewayî” û “xerabbûna keştiyê” hate girtin ku bi raporên CPT’yê jî hatibû gotin ku bawerî bi wan nayê; di dewsa wê de hetama “biryarên dadgehan” dest pê kir ku ne li gorî tu bingehên hiqûqî, qanûnî û maddî ne û li ser çêkirina hincetên nû radiwestin ku polîtîkaya tecrîda qethî rewa nîşan bidin.

3- Çendî ku Rewşa Awarte di sala 2018’an de ji meriyetê hatibe derxistin jî, qedexe berdewam bûne li ser mafên miwekkîlan ên ku di Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî û qanûnan de hatine misogerkirin wekî mafên hevdîtina bi parêzerên xwe re, hevdîtina bi malbatê re, ragihandina bi rêya telefonê û pêwendiya bi dinyaya derve re bi rêya name, faks û amûrên din ên ragihandinê. Bi cezayên dîsîplînê yên sê mehan carekê  dubarebûyî mafên wan ên serdana malbatê û bi biryarên dadgehan ên şeş mehan carekê nûkirî mafên wan ên hevdîtina bi parêzeran re û bi rêya telefonê pêwendîdanînê bi awayekî periyodîk û pergalkirî hatine binpêkirin. Di sala 2022’yan de li ser hev û bi hev re cîbicîkirina van biryarên çêkirî û bê bingeh ku ragihandin û pêwendiya herî kêm û bingehîn jî ji holê rakirine bûye delîl û belgeyên ragirtina di bin şert û mercên incommunicadoyê. Bi vî halî, sala 2022’yan jî wekî hetama beriya xwe bûye saleke ku tê de ji hêla hiqûqî ve ewlehî û pêşiyaxwedîtin nebûye û her wiha mekanîzmayên çavdêriya hiqûqî jî bê kêr bûne û tecrîda qethî hatiye girankirin.

4- Ji 25’ê adara 2021’an heta roja îro jî ji miwekkîlan tu agahî nehatine hinbûn û hemû têkiliyên wan ên bi dinyaya derve re hatine qûtkirin. Sala 2022’yan bi vî rengî dest pê kiriye û hemû serlêdanên malbat û parêzerên miwekkîlan ên di tevahiya salê de bê encam hatine hîştin û ji bo serdanan bi tu awayî destûr nehatiye dayîn. Ji ber ku tevî hemû serlêdanan jî ev halê incommunicadoyê hatiye berdewamkirin sala 2022’yan bûye saleke ku tê de tu pêwendî û ragihandin pêk nehatine û tu agahî ji miwekkîlan nehatine girtin.

5- Bi biryara DMME’yê ya 18’ê adara 2014’an a bi navê Ocalan: 2’yê re hatiye îspatkirin ku rejîma girankirî ya cezayê hepsê ya muebbetê ji destpêkê ve rejîmeke îşkenceyê ye. Di heman biryarê de hatiye diyarkirin ku pratîkên tecrîdê qedexeya îşkenceyê bin pê dikin û divê ji holê werin rakirin. Di gel vê yekê, şert û mercên tecrîdê hatine girantirkirin û ji sala 2015’an û şûn de asta wan gihîştiye tecrîda qethî. Li ser vê esasê, miwekkîlên me Birêz Abdullah Ocalan ev 24 sal e û Birêz Konar, Birêz Aktaş û Birêz Yildirim jî ji Adara 2015’an û pê ve ku li vê pergalê hatibûn zêdekirin jî ev 8 sal e duçarî pratîkên dermirovî yên herî giran tên. Di tevahiya sala 2022’yan de qedxeya îşkenceyê ya ku di xala 3’yem a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye pênasekirin, mafê darizandina adilane ku di xala 6an de hatiye pênasekirin û mafê rêzgirtina li jiyana malbatî û jiyana taybet û mafê pêwendiyê ku di xala 8’an de hatine pênasekirin û mafê xwegihandina rêyeke karîger a hiqûqî ya serlêdanê ku di xala 13’an de û qedexeya cudakariyê ku di xala 14’an de hatine pênasekirin û xala 18’an ku bertengkirin û sînorkirina azadiyan a bi awayekî kêfî û bê armanc qedexe dike bi hevkariya erkên desthilatî, îdarî û darazî bi awayekî pergalkirî û bê navber bi tevahî hatine binpêkirin.

6- Di serî de Birêz Ocalan û pê re jî miwekkîlên din ên ku di Girtîgeha li Girava Îmraliyê de tên ragirtin rejîma cezakirinê ya ku li ser wan tê ferzkirin bûye polîtîkayeke bêhiqûqiyê ku li seranserê welêt şax daye. Ne zehmet e ku bête çavdêrîkirin ku avakirina rejima jiyaneke bê hiqûq û ne demokratîk û Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ku tê de Destûra Bingehîn, Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan û hemû peymanên din ên hiqûqî tên tunehesibandin çawa li hev tên û miqabilî hev in. Demên ku derfet hatibûn dayîn ku deriyên Îmraliyê werin vekirin û Birêz Ocalan bikaribe rola xwe ya di çareserî û aştiyeke demokratîk de bi cih bîne û bi civakê re di nav diyalogê de bibe, ji bo gelên Tirkiyeyê bûne demên hêvîdar, demên bêhvedanê û demên ku li welêt geşedanên demokratîk û pêşketinên aborî pêk hatine û aştî û aramî li civakê serwer bûne. Li tevahiya welêt ezmûnên heta niha vê yekê baş nîşan dane ku di helwestên têkildarî pirsgirêka kurd de her kengî ku polîtîkayên ewlekariyê derketine pêş û zal bûne tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê jî bi vê yekê re hatiye girantirkirin. Bi taybetî, ev heşt salên dawî ji vê hêlê ve bûne hetama herî giran. Di navbera rewşa bêpêwendîhîştina qethî ya li Îmraliyê û astengkirina hemû têkilî û hevdîtinan û rewşa qeyranê ya piralî û giranbûyî ya li gelek astên wekî civakî, çandî, sîyasî, hiqûqî, aborî û hwd. de têkiliyeke diyalektîk heye.

7- Tecrîda bîst û çar salan, tecrîda qethî ya piştî 2015’an û pratîkên bêtêkilî û bêpêwendîtiya qethî ya ku piştî 2021’an dest pê kirine û di sala 2022’yan de jî hatine girantirkirin tên wateya di çareseriya pirsgirêka kurd de betalkirina hiqûqê û tunekirina rêya siyaseta demokratîk û esasgirtina rêya zordariyê, şer û tundiyê. Ev rê li ser wan polîtîkayan radiweste ku avakarên wan aliyên rantxwaz ên ku li dijî bikaranîna rêya diyalog û guftûgoyê ne û xwe bi siyaseta bêçareseriyê, dijminatiyê û rantgiriyê mezin dikin. Û encamên neyînî yên van polîtîkayan welêt anîne ber deverêyeke wisa ku tê de gelek qeyranên piralî tên jîyîn. Ji bo ku ev halê qeyranê yê piralî were guhertin û li pey were hîştin tekane rê ew e ku di pirsgirêka kurd de pêvajoyeke çareseriya demokratîk ji nû ve were destpêkirin, pergala tecrîdê ya Îmraliyê were betalkirin û Birêz Ocalan xwedî derfetên pêwîst bibe ku bikaribe rola xwe ya çareserîxwaz û aştîxwaz bi cî bîne.

8- Di tevahiya pêvajoya Îmraliyê de ku 24 salên xwe temam kiriye, Birêz Ocalan her tim ev yek aniye ziman ku di pirsgirêka kurd de ew çareseriyeke demokratîk û aştiyane a ku di Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin dixwaze û pozîsyona Îmraliyê bivî rengî destnîşan kiriye. Li ser vê esasê, di tevahiya pêvajoya Îmraliyê de ku dikeve sala 25’an her dema ku derfet hatiye dayîn wî li dijî hêzên ku diyalog û aştiyê naxwazin siyaseteke aştiyê û jiyanê saz kiriye û bi vî rengî jî rola xwe ya dîrokî bi cih aniye. Her dawî di guftûgo û hevdîtinên di sala 2019’an de ku her çend bi awayekî sînorkirî bibe jî wî karibû nêrînên xwe parve bike, prensîp û pêşniyarên wî yên çareseriyê yên kêrhatî û çêker careke din vê yekê îsbat kirin.

9- Wek encam, polîtîkaya tecrîd û îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê divê were terikandin, prensîbên gerdûnî yên hiqûqê divê werin pejirandin û bicihanîn, astengên li ber serdanên malbat û parêzeran û li ser wan agahîgirtinê divê werin rakirin û şert û mercên tenduristî, azadî û ewlehiya wan divê bên misogerkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar