Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Bûyera Gulistan Doku parçeyek ji qirkirina jinan e’

Ji Komeleya Jinan a Rosa, parêzer Gozde Ergîn diyar kir ku windakirina Gulistan Doku parçeyeke ji ‘qirkirina jinan e’ û got ku sedema nedîtina Gulistanê ji aliyê rayederên dewletê ew e ku naxwazin bê dîtin

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’an de winda bû û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Tevî ku li bajêr li her derê kamera heye jî tu agahî nehatin bidetxistin.

Di pêvajoya salekê de, bi israr îdia kirin ku Gulistanê întîxar kiriye û li Gola Bendava Uzunçayirê lêgerîn hat kirin. Tevî hemû serlêdanên malbatê bersivek nehat girtin û ji bo kesên ku gotin ‘Gulistan li ku ye jî’ lêpirsîn hat vekirin. Li aliyê din gumanbarê sereke Zaynal Abarakov û malbata wî jî bi aşkera hatin parastin. Ji derketina derveyî welat a Zaynal re tu tiştek nehat kirin û li xwişka Gulistanê, Aygul Doku doz hat vekirin û cezayê pere hat birîn.

Jinên ji bo Gulistan têkoşiyan jî di 5’ê Çile de di serî de li Dêrsimê gelek bajaran çalakiya ‘Gulistan Doku li ku ye’ pêk anîn.

Der barê mijarê de ji Komeleya Jinan a Rosa parêzer Gozde Ergîn nirxandin kir.

Ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha: Gulistan li ku ye?

Ergîn diyar kir ku ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha dibêjin ‘Gulistan Doku li ku ye?’ û da zanîn ku der barê mijarê de lêpirsînên rast nayê meşandin û wiha got: “Lêgerîn tenê di avê de hat kirin. Me got divê tenê di avê de neyê kirin lê wan bi israr di avê de kir. Me got divê teqez îfadeya Zaynal bê girtin û me ji hemû merciyan re ragîhand ku cihê ku lêpirsîn lê tê meşandin buroya ku bavê Zaynal lê dixebitiye û ev dikare rê li ber dijhiqûqiyan vebike. Di ava lêgerîn lê hat kirin de cesedê çend kesan hat dîtin lê Gulîstan hîna jî nehatiye dîtin. Ji duh heta îro yekane tişta guherî rawestîna lêgerînê bû.”

‘Îhtîmala nedîtina Gulistan tune ye’

Ergîn balkişand ser bajarê Dêrsimê û got ku bajarekî biçûk e û her tim di bin dorpêça polîsan de ye û wiha pêde çû: “Li Dêrsimê li her gavê kamera heye. Kamerayên ji zanîngehê heta pirê hene. Me di serlêdana serdozgeriyê de got divê hemû kamera bên lêkolînkirin. Cihê tê îdiakirin Gulistan lê winda bûye, kamera dişopînin. Lê ev yek jî nehatin kirin. Lêpirsîn bi bandor nehat kirin. Der barê vê de agahî nayên parvekirin. Ev saleke ev jin nayê dîtin. Ev tê wateya ku naxwazin bibînin. Yanî îhtîmala nedîtina wê tune ye.”

‘Gumanbarên peywirdarên dewletê ne bê ceza tên hiştin’

Her wiha Ergîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gumanbarên peywirdarê dewletê yan jî xizmên wan bêceza tên hiştin.Ev rewş jî cesaretê dide mêran. Tevî di îfadeya Zaynal de naqokî hene jî piştî mehan îfade hat girtin û bi rehetî hat berdan û malbat ji pêvajoyê bêpar hat hiştin. Ev jî nîşan dide ku pêvajo baş nayê meşandin. Me di destpêka pêvajoyê de ferq kir. Me hewl da em wek saziyên civakî hemû mekanîzmayan bikin dewrê. Malbata Gulistan û jin bi israra têkoşînê didomînin. Di 25’ê mijdarê heta 8’ê Adarê de jinan pankara ‘Gulistan Doku li ku ye?’ hildan. Bêguman dê rêxistinên jinan dû vê bernedin. Dê şopdarê vê bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar