Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bûyerên karesatên xwezayî zêde dibe

Navenda Nûçeyan |

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Ajansa Kêmkirina Rîska Karesatên Xwezayî (UNSDIR) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sala 1980’î ve di zêdebûna karesatên xwezayî de bandora germahiya global gelekî zêde ye.

Di raporê de hate ragihandin ku ji sala 1980’î heta 1999’an li cîhanê 3 hezar û 656 karesatên xwezayî hatine qeydkirin, di navbera salên 2000 û 2019’an de ev hejmar gihîştiye 6 hezar û 681 karesatî. Di raporê de hate diyarkirin ku li gel zêdebûna hejmara karesatên xwezayî yên 20 salên dawî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, li gorî dema beriya niha bi sînor maye û îşaret bi para germahiya global a di zêdebûna afetên xwezayî de hate kirin.

Her wiha tenê di 20 salên dawî de ji ber karesatên xwezayî herî kêm bi 3 trîlyon dolarî zirara madî rû da. Lê belê ji ber ku li ser aliyê aborî yê karesatên xwezayî yên li gelek welatên Efrîka û Asyayê daneyan pêşkêş nake, tê texmînkirin ku hejmara rastî gelekî zêdetir be.

Aliyekî din ê ku rapora UNSDIR balê dikişîne ser ew e ku hejmara lehî û bahozan di nava 20 salên dawî de bi du qatî zêde bûye.

Her wiha tê texmînkirin ku karesatên bi vî rengî dê salên bê zêdetir bibin. Li gorî raporê di salên 2020’î de metirsiya herî mezin jî wê pêlên germahiyê be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar