Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Bûyerên tacîz û tecawizên li bajarên kurdan ne tesaduf in’

Hevseroka Komeleya Çand û Yekitiya Piştevanî û Şêwirmendiya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) Yuksel Almas, têkildarî tacîz û tecawiza di rojên dawî de li Şirnex û Êlihê pêş ket, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Yuksel diyar kir ku ewil li dijî goristanan êrîş pêk anîn û niha jî êrîşî nirxên sincî û civakî dikin û wiha got: “Ev polîtikayek bi plan û zanebûn e. Bila tu kes nebêje ev tiştên li bajarên kurdan bi destê çawîşên pispor pêk tên tesadufî ye. Ev kesan ji hişmendiya faşîst hêzê distînin û vê bê wijdanî û bê ehleqiyê dikin. Jixwe çawişên pispor dema vê yekê dikin dibêjin ‘Jixwe ez ceza naxwim’ û bi rehetî tev digerin. Ji bo malbat serlêdana sûc nekin zextan li malbatan dikin. Gefan li malbatan dixwin.”

Almas da zanîn ku karmendên dewletê yên li dijî civakê sûc dikin bê ceza dimînin û wiha bi dawî kir: “Ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê li bajarên kurdan tacîz û tecawiz zêde dibe. Ev tundî, tacîz û tecawiz herî zêde jinê mexdûr dike. Herî zêde êrîşî jinan dikin. Lê em vê yekê qebûl nakin û li dijî vê yekê bêdeng namînin. Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin Komeleya Jinan a Rosa û Tevgera Jina Azad bêdeng bihêlin. Dayika jina li Êlihê ku çawişê pispor tecawizî wê kir, got ‘Ez bêdeng nemam. Lê kesî dengê min nebihîst. Her kes bêdeng ma. Hemû kesên bêdeng dimînin, qatilê keça min in’ Em jî bêdeng namînin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar