Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 31 meh in agahî jê nayê girtin, di nava liv û tevgerê de ye. OHD’ê ji bo rakirina tecrîdê serî li Komîteya Wezîrana a Konseya Ewropayê dabû. Her wiha OHD’ê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî dabû û xwestibû ku tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak pergala tecrîda li Îmraliyê nirxand.
Serhat Çakmak
‘Armanca komployê neçareserkirina pirsgirêka kurd e’
Çakmak destnîşan kir ku armanca sereke ya komploya navneteweyî ew e ku pirsgirêka kurd a sed salî bi rêyên demokratîk çareser nebe. Çakmak diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta tekperest e û got: “Kurd li ser bingeha jiyana hevpar a hemû gelan bi sîstema Modernîteya Demokratîk re li dijî modernîteya kapîtalîst e. Ev sîstem weke tehdîdeke ku dikare hevsengiya li Rojhilata Navîn bi awayekî cidî xera bike tê dîtin. Ji ber vê sedemê em nikarin komploya li dijî birêz Ocalan tenê bi awayek şexsî binirxînin. Jixwe birêz Ocalan dibêje, mesele ne ez im, mesele rol û mîsyona min a di çareseriya pirsgirêka kurd de ye.”
‘Parêzer li dijî mekanîzmaya nezelal a hiqûqî têdikoşin’
Çakmak diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û gelek kiryarên dijhiqûqî îro jî berdewam dike û wiha axivî: “Di Destûra Bingehîn de yek rêzikname nîn e malbat, parêzer, telefon û mafên civakî yên hikûmxwarekî sînordar bike. Li Îmraliyê hiqûq bi awayekî zelal nayê sepandin. Ji ber ku qanûn nayê bicihanîn, hincetên cezayên dîsiplînê yên kêfî bi tu awayî nayê zanîn. Parêzeran hebûna cezayên dîsiplînê qebûl dikin û îtîraz dikin û ev îtîraz li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tên komkirin. Hevalên me li dijî mekanîzmayên qanûnî yên neşefaf pêvajoyeke hiqûqî bi rê ve dibin.”
‘Girtîgeha Îmraliyê ji bo pergalê bû cihê ceribandinê’
Çakmak bal kişand ser bêhiqûqiyên heyî û bal kişand ser biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê û wiha domand: “Nemaze jî di mijara mafê darizandina adil a birêz Ocalan de, diyar kir ku hin binpêkirin hene. Li gel vê jî Tirkiye tu gav neavêt. Birêz Ocalan ji roja ku li Îmraliyê hatiye girtin heta niha der barê wî de tu gavek hiqûqî nayê avêtin. Girtîgeha Îmraliyê ji bo pergalê bû cihê ceribandinê. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, piştre li girtîgehên din û li ser civakê jî hat sepandin. Û em dibêjin tu ferqa girtîgehan û derve ji hev nemaye.”
‘DMME veguheriye saziyek nemicîd’
Çakmak anî ziman ku Tirkiye hê jî biryarên DMME’yê bi cih neaniye û ev rewş hebûna DMME’yê aniye rewşek nîqaşkirinê. Çakmak da zanîn ku dibe ku Konseya Ewropayê, ambargo deyne ser Tirkiyeyê û got: “Pêkanîna biryareke ewqas demdirêj hebûna DMME’yê dixe gumanê. Der barê vê biryarê de par weke OHD’ê me serî li Komîtya Wezîran a Konseya Ewropayê da ku vê biryarê bi cih bînin û careke din têxin rojevê. Lê tu encamên erênî nehatin bidestxistin.”
‘Helwesta CPT hebûna wê dide nîqaşkirinê’
Çakmak bal kişand ser Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rapora wê ya li ser serdana Girava Îmraliyê ya di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de aşkere nekir û destnîşan kir ku ev helwesta CPT hebûna wê aniye asta nîqaşkirinê. Çakmak wiha got: “Ji ber ku CPT saziyeke ku di warê mafên mirovan de kar dike, heke li cihekî binpêkirina mafan hebe divê tespît bike û ji raya giştî re aşkere bike. CPT çi lêkolîn kir? Li wir çi dît? Rewşa tenduristiya kes çawa ye? Şert û mercên girtîgehê çawa ne? Mafên civakî çawa tên bikaranîn? Ma ew dikare mafên xwe yên bingehîn ên din bikar bîne? Ravekirina vê yekê nîn e. Ev yek armanca hebûna CPT û îdiaya wê ya sazîbûna di qada mafên mirovan de bi awayekî cidî dixe nava gumanê.”
‘Wê hewldanên me yê hiqûqî bidome’
Çakmak anî ziman ku li dijî binpêkirinên der barê Abdullah Ocalan de xebatên wan ên hiqûqî dewam dikin û wiha got: “Sala par di navbera 10-17’ê hezîranê de 775 parêzerên ku li 29 baroyên cuda ku di nav wan de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî hene ji bo rakirina tecrîdê û hevdîtina li gel birêz Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Paşê di 14’ê îlonê de 350 parêzerên ji 22 welatan hatin cem hev; di 19’ê îlonê de 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên cuda yên Sûriyeyê serlêdana bi heman rengî kiribûn. Parêzeran bi îmzeyên ku kom kirin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan. Lê heta niha wezaretê bersiv nedaye serlêdanên parêzeran. Piştre me di sala 2023’yan de serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Li ser vê tu bersiv tune. Lê em li bendê ne ku Yekitiya Baroyan di vê der barê de gavekê bavêje. Em plan dikin ku di demeke nêz de careke din bi Yekitiya Baroyê re hevdîtinê bikin. Em plan dikin ku di heyama pêşiya me de rêze xebatên hiqûqî pêk bînin.”