Çalagerê greva birçîbûnê Zulkuf Gezer ê li Girtîgeha Tekîrdagê şehîd bû
Çalakgerê greva birçîbûnê Zulkuf Gezer ê li Girtîgeha Tekîrdagê ji bo rakirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bû şehîd ket.
Li gorî agahiyên destpêkê Gezen şevê din ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêşikandin çalakiyeke canbexşane pêk aniye. Hat zanîn ku cenazeyê Gezen rakirine Morga Nexweşxaneya Namik Kemal a Tekîrdagê.
Malbata Gezen ku agahiya şehadetê bihîstîn ji bo cenaze werbigirin çûne stenbolê. Li bendê ye ku cenaze saet di 21.00’an de ji Balfirgeha Ataturk a Stenbolê bi balafirê bînin Amedê. AMED