Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Çalakgerê rojiya mirinê Topkaya: Hilweşandina faşîzmê sonda me ye

Yek ji çalakgerên rojiya mirinê ku di 30’ê nîsanê de dest bi çalakiyê kir Ahmet Topkaya têkildarî çalakiya xwe, armanc, sekn û biryardariya xwe nameyek şand. Di nameyê de Topkaya soza serkeftinê da û got ku dê faşîzm bê hilweşandin

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir, di roja 191’emîn de berdewam e. Bi heman boneyê di 30’ê nîsanê de koma yekemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê kir. Koma duyemîn jî ku ji 15 kesan pêk tê, di 10’ê gulanê de tev li çalakiya rojiya mirinê bû.

Yek ji çalakgerên rojiya mirinê jî Ahmet Topkaya ye. Topkaya li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 30’ê nîsanê de jî dest bi rojiya mirinê kir. Topkaya têkildarî sedema çalakiya xwe ji rojnameya me re name şand. Topkaya dibêje ku encam çi dibe bila bibe dê tecrîda li ser Ocalan hilweşînin.

Topkaya di şexsê her kesên li dijî tecrîdê li ber xwe didin de ji raya giştî re silav şand û wiha got: “Di serî de ez zarokên gelê me yê egîd ên ku ji bo azadî û aramiya Kurdistanê canê xwe feda kirine, bi minetdarî bibîrtînim. Divê dost û dijmin her kes bizane ku çi dibe bila bibe em ê xwedî li bîranînên wan devbikevin.  Bang û armanca me ya çalakiya rojiya mirinê jî watedayîn, fêhmkirin û bi cihanîna vê rastiyê ye. Tecrîd tenê pirsgirêka dayikên li ber deriyên girtîgehan tên copkirin, bi erdê re tên kaşkirin, rastî heqaretê tên û tên îşkencekirin nîne. Pirsgirêka her kesên ji xwe re dibêjin demokrat, çepgir û mirov e. Wateya tecrîdê, binpêkirina vîna bi milyonan û tunekirina wan e. Domandina tecrîdê, tê wateya ji holêrakirina nirxên demokratîk, rewakirina komkujî, zilm û pêkûtiyên sedsalî yên Komara Tirkiyeyê yên li ser gelê me û destekkirina wan e. Temaşevanên vê zilmê, hevkarên vî sûcî ne.”

‘Banga tolhildanê ji bîr nekin’

Di berdewamê de jî Topkaya sonda serkeftina berxwedanê da û wiha berdewam kir: “Êş û elemên me yên 83 sal berê li Dêrsimê pêk hatin, hêj giran û nû ne. Yên ku banga tolhildanê ya Seyît Riza, Şêx Seîd, Leyla Qasim û Qazî Mihemed ên ku dema diçûn sêdarê dikir ji bîr bike, bila kurdbûna xwe careke din ber çavan re derbas bike. Em zarokên gelê xwe yê ku li ser vê axa pîroz dije ne. Yên ku bi hevdîtineke biçûk a parêzeran re hêvî dikin ku em şûnde gav biavêjin, bila li Besê, Elîşêr, Bêrîtan, Mazlum, Îbrahîm û Denîzan binêrin. Ew tu caran ji dijmin re neketin nava bendewariyeke. Ne ji bo xwe, ji bo vî gelî xwe feda kirin. Em radigihînin ku di vê xeta fedayî de bê şik û guman, bedela wê çi dibe bila bibe em amadene ku bidin. Kemal û Hayriyan berxwedan nîşanî me dan. Em jî soza serkeftina vê mîrateya berxwedanê didin.”

Navê serkeftinê berxwedan e

Topkaya destnîşan kir ciwanên kurd dê ji faşîzmê hesab bipirsin û wiha pê de çû: “Hesaba me ya bi wan kesên di Roja Dayikan de ji dayikên me re barandina rondikan rewa dîtin, neqediyaye. Ciwanên Kurdistanê hesaba vê yekê dipirsin û dê bipirsin jî. Ciwanan duh li dijî faşîzmê serî netewand û dê îro jî netewînin. Bêguman dê berxwedan encamê diyar bike. Çawa ku li Kobanê, Cizîr û Sûrê berxwedan bi serket, îro jî navê serkeftinê berxwedan e. Gelê me îro ferman daye me ku em vê berpirsyariya dîrokî bigirin ser milê xwe. Em jî di zanabûna vê berpirsyariya xwe ya dîrokî de ne û em ê vê pêywira xwe bi cîh bînin.”

Sonda kurdan hilweşandina faşîzmê ye

Nameya Ahmet Topkaya wiha bi dawî bû: “Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Sedsala 21’emîn ji gelek lehengiyan re şahidî kir. Ev sedsal, sedsala kurdên azad e.  Divê her kes vê yekê baş bizanibe ku dîrok ji darizandinê qet xwe venagire. Yên ku di van rojan de berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih neyînin, dê nekarin xwe ji hesabdayîna dîrokê xelas bikin. Li şûna tercîha jiyaneke bi êş û şermok, tercîha jiyaneke bi rûmet pêywir û şertê mirovî ye. Li şûna bi xwezî û heyfanînê, dê avêtina gavên bi biryar ên ji bo hilweşanedina faşîzmê bibe sonda kurdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar