Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakgerên greva birçîbûnê: Heya serkeftinê têkoşin

Çalakgerên greva birçîbûnê yên li kampa Mexmûr û Lavrioyê, destnîşan kirin ku şikandina tecrîda li ser Ocalan, dê rê li ber azadiya gelan veke û gotin ku dê heta serkeftinê têbikoşin

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 162’yan de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kampa Mexmûrê di roja 141’ê û ya li Kampa Lavrio ya Yewnenistanê jî di roja 124’an de didome.

Çalakgerên kampa Lavrio û Mexmûrê, derbarê tecrîdê de axivîn.

Bêrîvan Karakoyûn ku li Kampa Lavrioyê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê girtîgehan belav bûye û bandoreke mezin li gelên herêmê dike û diyar kir ku gelê kurd êdî tamûl nake, ji lewra Ocalan xala hesas a gelê kurd e.

Karakoyûn da zanîn ku neçareserkirina pirsgirêka kurd her diçe Tirkiyeyê ber bi nav krîzeke hîn kûrtir ve dibe û ji bo çareserî û demokrasiyê îşaret bi Ocalan kir.

Di axaftina xwe de Karakoyûn got ku armanca çalakiya wan tenê ne bidawîkirina tecrîdê, ji bo azadiya Ocalan jî.

Karakoyûn diyar kir ku îktidar ji Ocalan ditirse û wiha domand: “Heger Birêz Ocalan azad bibe dê gel bibin yek, dê pergala konfederalîzmê pêk bê û dê textê dagirkeran biheje. Ji ber ku tirsa wan ev e, tecrîdê û şer kûrtir dikin.”

Karakoyûn destnîşan kir ku roj bê belkî kurdekî ku ji bo aştiyê bi wan re rûnê nebînin û wiha got: “Berî ku rewş bigihêje vê astê bila bi Rêberê Gelê Kurd re rûnên. Kurd, êdî xwedî nasname ne. Di her warî de xwedî destkeftî ne. Lewma bila kes hesabê tunekirina kurdan neke. Kurd, heya ku Rêberê wan azad bibe dê li ser pêyan bin.”

Hêrsa kurdan

Kamûran Kabûl jî ku li Kampa Mexmûrê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku israra neçareserkirina pirsgirêka kurd Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ber bi krîzên hîn kûrtir ve dibe û anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne.

Kabûl got ku ji ber ku mafên qanûnî yên kurdan esas nayên girtin, kurd pir bihêrs in û ev yek dibe cihê bertekên mezin.

Di axaftina xwe de Kabûl da zanîn ku AKP dijminê hemû tiştên kurdan e û bi kûrkirina tecrîda di şexsê Ocalan de dixwaze kurdan tune bike û diyar kir ku felsefe û paradîgmaya Ocalan gelan dike yek û ji ber vê jî polîtîkayên tecrîdê û şer tên kûrkirin.

Dê çalakî bidome

Kabûl, anî ziman ku AKP ji bo îktidara xwe bidomîne, polîtîkayên tecrîdê û şer dixe dewrê, lê heger tecrîd bi dawî bibe dê bêhna gelan derkeve û got ku dê krîzên li Tirkiyeyê û herêmê bi hevdîtinên bi Ocalan re bên çareserkirin.

Her wiha Kabûl da zanîn ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar