Malbata sîxur Barzanî û çeteyên wan faşîzma dewleta tirk li ser kurdên başûrê Kurdsitanê dimeşîne. Malbata sîxur kesên ku wan rene dikin an jî rastiyê dibêjin digirin. Çalakvanên Behdînanê Karger Ebas û Bedewar Eyûb têkildarî destgîrkirinên neqanûnî yên PDK’ê û ew êşkenceyên ku di zindanên PDK’ê de li girtiyan tên kirin vegotin.
Karger Ebas têkildarî gitina xwe û hevalên xwe yên çalakvan û rojnameger wiha got: “Ez tevî komek kesayetiyên din ku rojnameger, çalakvan û mamosta bûn, em hatin revandin û bê hincet em hatin destgîrkirin. Em salekê hatin zindanîkirin û heta îro jî beşek ji hevalên me di zindanê de ne û di wexta destgîrkirina me de bi tu awayî li ser bingeheke qanûnî li hember me tev negeriyan.”
Karger Ebas amaje bi wan binpêkirinên mafan kir ku ji hêla PDK’ê ve tên kirin û wiha axaftina xwe domand: “Di zindanên PDK’ê de gelek êşkenceyên derûnî û fizîkî li me hatin kirin, bi awayekî wisa ku di nav wê zindanê de ku em hatibûn zindanîkirin, tu rêgezeke mafên mirovî tune bû. Hemû tevgerên PDK’ê li dijî mafên mirovan bûn. Hetta nedihiştin ku em bi malbatên xwe re biaxivin ku ev yek sadetirîn maf e. Tenê ji bo rojekê jî wek zindaniyekî asayî li hember me tev negeriyan, her tim miameleya dijmin li me dihate kirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Karger behsa wan êşkenceyan kir ku li çalakvan û rojnamegerên girtî dikirin û ev tişt anîn ziman: “Wek rêyeke din a êşkencekirina me, zindanên me ew qas biçûk bûn ku di wan de cihê me yê razanê jî tune bû. Wan ev yek ji bo êşkenceya derûnî dikir, em dihatin neçarkirin ku em li ser tenişt û di cihekî gelek teng de razên. Tevî vê yekê, cihê me yê xwarinê jî tune bû. Razan û nanxwarin jî wek êşkence li dijî me dihate bikaranîn.”
Karger Ebas da xuyakirin ku PDK ditirse ku zilma wê aşkera bibe û wiha domand: “Çend mehan carekê me dikarî em bi malbatên xwe re biaxivin, axaftina me jî di bin çavdêriyeke tund de bû. Çinku PDK ditirse ku em wê zilma zêde ku di zindanan de li hember me dikir, ji malbatên xwe re bibêjin.”
Ebas di axaftina xwe de peyamek bo heval û hevpîşeyên xwe şand û got: “Mixabin piştî derbasbûna çend salan, hîna jî heval û hevpîşeyên me bê tawan di zindanan de ne. Hevalên min ên ku di zindanan de ne, ez ji wan re dibêjim ‘Berxwedana we hêzê dide me’ û silavên xwe ji bo ked û têkoşîna wan dişînim. Helwesta van çalakvan û zindaniyan wisa kir ku dengê nerazîbûnê ji herêma PDK’ê derkeve û êdî xelk li hember wê sitema ku li wan tê kirin, bê deng nebe.”
Ebas behsa rewşa wan herêman kir ku ji hêla PDK’ê ve hatine dagirkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK Behdînanê wek milkê xwe dizanin, qebûl nakin ku tu kes daxwaza mafên xwe bike. Li herêmên PDK’ê tu kes nikare behsa mafên xwe bike. Li hemû cîhanê mirov daxwaza mafên xwe dikin, lê belê li Behdînanê nikarin û rastî metirsiyê tên eger daxwaza mafên xwe bikin. Hêvîdar im hemû sazî û çalakvan daxwaza mafên rewa yên vî xelkî bikin. Pêwîst e ji niha û pê ve xelk bi serbestî daxwaza maf û azadiya xwe bike.”
Bendewar Eyûb yek ji wan çalakvanan e ku ji hêla PDK’ê ve hatibû destgîrkirin. Eyûb li ser revandina wan a ji hêla PDK’ê ve ev tişt anîn ziman: “Em di sala 2020an de tevî hin dostên xwe ku em ji mamoste, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanan pêk dihatin, em hatin revandin. Piştî şeva girtina me sibetirê em bi awayekî derqanûnî û bê tu daxwazeke dadger hebe me girtin. Lewma em dikarin bibêjin ku ev kar revandin bû, ne destgîrkirin.”
Bendewar Eyûb der heqê sedemên destgîrkirina xwe de wiha got: “Me di xwepêşandan û helwestên xwe de daxwaza gelek tiştan nedikir û hêviyeke me ya mezin tune bû. Sedema revandina me ji hêla PDK’ê ve tenê ji ber wê yekê bû ku me daxwaza mafên xwe dikir. Me di daxwazên xwe de daxwaza mûçeyên mamoste û pêşmergeyan dikir, me daxwaz dikir ku malbatên şehîdan bêne parastin.”
Bendewar Eyûb da zanîn ku li parêzgeha Dihokê azadiya raderbirînê berteng bûye û got: “Li parêzgeha Dihokê azadî hatine sînordarkirin. Eger çalakvan daxwaza mafên xwe bikin yan di meseleyên niştimanî de dengê xwe bilind bikin û bombebarankirina Tirkiyeyê û wêrankirina gundan û şehîdkirina xelkê sivîl bikin, wê demê desthilata PDK’ê wan kesan bi tometa têkdana asayişa neteweyî destgîr dike. Parêzgarê Dihokê tu bernameyeke çalakvan û rojnamegeran qebûl nake eger bixwazin li hember êrişên Tirkiye û Îranê dengê xwe bilind bikin.
Bendewar Eyûb di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku fikra wan nayê zindanîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di zindanê de nedikarî em razên. Ji bo razanê cihekî guncaw tune bû. Zilmeke zêde li hember me dikirin, lê me xwe qet radestî wan nekir. Ez daxwaza azadkirina wan hemû hevalên xwe yên zindanîkirî dikim. Her çend em di nav çar dîwaran de hatibûn zindanîkirin jî, lê fikra me nayê zindanîkirin. Desthilatdar dikarin êşkenceya fizîkî li me bikin, lê nikarin êşkenceyê li fikra me bikin. Ji ber ku fikra me azad e, daxwaza me çalakvanên Behdînanê ew e ku bi zûtirîn dem hemû hevalên me yên azadîxwaz ji zindanên PDK’ê bêne berdan.”