Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakî û berxwedana li dijî qeyûman didome

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm ên li Amed, Wan û Mêrdînê dewam dike. Di roja 9’emîn de li Amedê çalakî bi stranên berxwedanê dest pê kir. Li Mêrdinê jî çalakiya rûniştinê didome. Polisan wekîl dîsa dorpêç kirin û rojnameger ji qadê dûrxistin. Her wiha li Edene û Hatayê jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan

Bertek û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevşaredar û welatiyan ku li Kolana Lîseyê ya dertê Kolana Xarpêtê ya pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di roja 9’emîn de didome. Polîsan bi maşineyên zirxî û TOMA’yan hemû rêyên diçin Kolana Lîseyê girtin.

Parlementerên HDP’ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û gelek amedî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Zarok û ciwanên beşdarî çalakiya rûniştinê bûn dawîzên “Em ne qeyûman, bajarên dostên zarokên dixwazin” û “Gelo em çima  hatin kuştin? Amed, Enqere, Pirsûs” vekirin.

Girseyê bi stranên berxwedanê yên jinan dest bi çalakiyê kirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakgeran. Wekî her car dîsa Dayikên Laçikspî mohra xwe li çalakiyê xistin û berxwedana li dijî qeyûmên geş kirin.

‘Biryara walî ne qanûn e’

Li Mêrdinê jî çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike. Koma ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de li Parka Karayollari kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê belê polîsên hatin qadê, koma HDP’ê dorpêç kirin. Polîsan li aliyê din destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopînin, ji qadê dûr xistin û li pêş rojnamegeran bûn asteng.  Parlamenterên ku bertek nîşanî helwesta polîsan a ku destur nade rojnameger nûçe bişopînin bi xwe dîmen û wêneyê xwe kişandin û parvekirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, bertek nîşanî qedexeya li pêş çalakiyê û astengiyên li pêş rojnamegeran da û wiha got: “Hûn nikarin fermana walî wekî qanûn bi me bidin qebûlkirin. Gel ji ber ku vîna wan hatiye xezpkirin li vir in û çalakiyan li dar dixin. Lê me dorpêç dikin û destûr nadin ku kes bigihêjin me. Ji bo em li sindoq û demokrasiyê xwedî derkevin me destûr ji tu kesî negiritye.   Em ê mafê xwe yê demokrasiyê biparêzin. Hûn nikarin biryara walî wekî qanûn bidin pêş me. Hûn nikarin mafê gel ê ragihandinê asteng bikin û mafê rojnamegeran ên agahdarkirinê asteng bikin. Ev sûcê qanûnî ye.

Li ser xanî daxuyanî dan

HDP’a Navçeya Ceyhanê  ya Edeneyê ligel hemû astengiyên polîsan li ser banê avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî vîn û demokrasiya gel darbe ye” hat vekirin. Hevserokê HDP’ê yê Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr, daxuyanî da û wiha got: “Tayînkirina qeyûm, bi awayekê aşkere darbeyek siyasî ye. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî qeyûman bibin yek. Bêdeng nemînin. Bêdeng mayîn erêkirine. Ji bîr nekin ku her ku hûn bêdeng bimînin wê dûr were we jî.”

‘Bi qeyûman dixwazin qezencên 23’yê Hezîranê belav bikin’

HDP’a Hatayê jî bi heman armancê, li ber avahiya  partiyê daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm darbeya siyasiye” hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sûltan Başaran wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman dixwazin qezenc û yekitiya 31’ê adarê û 23’yê hezîranê belav bikin. Ji ber vê em hemû hêzên demokratîk vedixwînin liv û tevgerê. Qeyûm tayînkirin xespe, diziya vînê ye, darbeye û faşizme. Em ê ligel hemû êrîş û zextan jî, xwedî vîna xwe derkevin. Em mafdarin. Em natirsin. Em ê bedeng nemînin. Em duh jî hebûn, emê îro jî hebin û emê sibe jî hebin.”

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar