Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çalakiya dayikan a li meclisê berdewam e

Ji bo hevdîtina bi wezîrê dadê û bal kişandina ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, dayikên girtiyan çalakiya xwe ya li salona Koma HDP’ê ya Meclisê didomînin. Dayikan bang li hikûmetê kir ku daxwazên zarokên wan qebûl bikin

Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe re, bal kişandina ser rewşa girtiyan û hevdîtina bi wezîrê dadê re bi laçikên xwe yên spî meclisa dewleta tirk di roja sêyemîn de çalakiya xwe didomînin. Dayikên ku çalakiya xwe li salona Koma HDP’ê ya Meclisê berdewam dikin, şeva xwe li vê salonê derbas kirin.

Di heman demê de parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz jî li gel dayikan man. Dayik dixwazin bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin û bi vê boneyê jî dest bi çalakiyê kirin. Şevê din welatiyê bi navê Sedat Akin ku di 7’ê çileyê de li Girtigeha Tîpa T ya Erziromê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya xwe niha li mala xwe ya li Êlihê didomîne, bi rêya dîtbarî li dayikan geriya.

‘Berxwedana dayikan moral dide me’

Sedat Akin diyar kir ku dibe ku îro ew bi hezaran di greva birçîbûnê de ne, lê ew dawî li vê çalakiyê nayînin. Akin destnîşan kir ku dê bi ser bikevin û wiha pê de çû: “Çalakiya me roj bi roj mezintir û belavtir dibe. Em zarokên vî gelî ne. Em di nava gel de mezin bûn û perwerde bûne. Birçîbûn ne tiştekî pir zehmet e. Em tenê roj bi roj dihelin. Lê ev berxwedana we moral dide me. Em ê bi hevre bi ser bikevin.”

Di dema axaftina Akin de dayikan jî bi gotinên weke ‘em bi qurbana moralê we bin’ piştgirî da Akin. Piştî axaftin bi dawî bû, dayikan bi çepikan piştgiriya xwe anîn ziman. Dayikan dîsa bang li rayedaran û hikûmetê kir ku daxwazên wan û zarokên wan pêk bînin û gavan bavêjin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar