Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê kete roja 8’an

Ambargoya rêveberiya başûrê Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê 53 roj li pey xwe hişt. Li dijî vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakiya dayikan di roja 8’emîn de berdewam dike

Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose hate kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) careke din bû hedefa rêveberiya başûrê Kurdistanê û hate dorpêçkirin. Dorpêça li ser wargehê 53 roj li pey xwe hişt.

Ji ber ambargoyê di serî de peydakirina dermanan, di gelek mijaran de zehmetiyên mezin rû dan. Ji bo bidawîkirina ambargoyê gelek hewldan hatin kirin. Şênî û rêveberên wargehê ji bo hînbûna sedema ambargoyê serî li gelek deveran dan. Lê belê hewldanên wan heta niha bêencam man. Komeke ji Dayikên Aştiyê jî 8 roj berê ji bo bi PDK û hin saziyan re der barê ambargoyê de hevdîtinê bikin, xwestin biçin Hewlêrê. Lê belê Dayikên Aştiyê li pêşiya asayîşa PDK’ê hatin rawestandin. Dayikên Aştiyê jî li ber avahiya asayîşê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê ya dayikan di roja 8’an de berdewam dike.

Dayikên Aştiyê ev 8 roj in li pêşiya asayîşa PDK’ê li ser kartonan radizên û berxwedana xwe didomînin. Di dema vê berxwedanê de hin ji wan ji bo zarok û neviyên xwe gore, qazaxan amade dikin, hinek jî ji kilsê berhemên weke xwelîdankê çêdikin.

Ji bo zarok û neviyên xwe amadekariyan dike

Yek ji van dayikan jî wan jî Mahbûp Kara ye. Dayika Mahbûp ji gundê Hîlal ê Şirnexê ye. Kurekî wê û birayekî wê di nava refên Tevegera Azadiyê ya Kurd de şehîd bûne. Kurekî wê jî di sala 1997’an di dema kampa Nînova de ji ber êrîşa PDK’ê ya li pêşiya kampê jiyana xwe ji dest da. Mahbûp Kara beriya zivistanê ji bo zarok û neviyên xwe amadekariyan dike.

Hacer Kara jî ji gundê Hîlalê ye. Dayika 8 zarokan e. Kurekî wê li nava refên gerîla têdikoşe. Yek ji dayikên aştiyê ji bo çend qurişan qezenç bike û zarokên xwe xwedî bike xwelîdankê ji kilsê çêdike. Behiyecan Yuksel jî ji gundê Kadinê ye û kurekî wê li zindana Tirkiyeyê, kurekî wê jî li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de şehîd bû.

Dayikên Aştiyê ku 8 roj in li ber asayîşê li ber xwe didin dibêjin, heta ku ambargo bê rakirin wê çalakiya xwe bidomînin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar