Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Çalakiya dîrokî ya li Enqereyê banga şoreşê ye’

Komîteya Rêveber a HBDH'ê ragihand ku çalakiya Tabûra Nemiran a li Enqereyê sîstem hejandiye û wiha hat gotin: "Banga vê çalakiya dîrokî ya li gelên me, mezinkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ye. Divê bersiv ji vê bangê re bê dayin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku çalakiya fedaî di rêya rizgariya gelên Tirkiye û Kurdistanê de çalakiyeke girîng e û wiha hat gotin: “1’ê Cotmeha 2023’an li Enqereyê roja ku Meclîs dest bi kar bike li pêşiya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundirîn çalakiyeke fedayî hate kirin. Çalakî hem çalakiyeke hişyarkirinê bû, hem jî ji ber ku li Enqereyê hate kirin bi rengekî topyekûn li hemberî faşîzmê bû. Ev çalakî di riya rizgariya gelên Tirkiye û Kurdistanê de çalakiyeke girîng e. Çalakî gihîşt armanca xwe, di dîroka têkoşînê ya gelên bindest de, pêşî li serketinên şoreşgerî yên paşerojê vekir. Faşîzma AKP-MHP’ê hewl da vê çalakiya şoreşgerî sabote bike, windahiyên xwe veşêre, bi qedexeya weşanê hewl da rastiyê bereveajî bike, lawaziya xwe veşêre. Li gel van astengiyan hemûyan jî bi vê çalakiya fedaî ya li navenda Enqereyê ku dewletê xwe lê ewle didît, desthilatdariya faşîst, sîstema talankerî, mêtingerî û dagirkeriyê hejand.”

‘Her çalakî wê gelê me nêzî serkeftinê bike’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi vê çalakiya fedaî re desthilatdariya faşîst hem nîşaneya êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Rojava da hem jî dest bi amadekariyan kir û wiha domand: “Bloka faşîst a AKP-MHP’ê li her derê dest bi êrîşê kir, operasyonên dagirkeriyê pêk anî û hewl da nîşan bide ku xurt e. Mêtingerî, dagirkerî, rant, talan û her cûre sûcên şer ji bo wan weke nîşaneya xurtbûnê ye. Lê belê çalakiya fedayî ya li Enqereyê nîşan da ku desthilatdariya faşîst mîna pilingekî ji qertonê ye. Bi tu êrîşa dagirkeriyê û sûcên şer wê nikaribe lawaziya xwe binixumîne. Her çalakiyeke şoreşgerî wê gelên me hinekî din nêzî serkeftinê bike. Çalakiya hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn a li Enqereyê têkoşîna gelan a li ser rêya azadiyê hîn mezin kiriye. Banga vê çalakiya dîrokî ya li gelên me jî ew e ku têkşoîna şoreşê ya yekbûyî mezin bike. Dem dema bersivdana li vê bangê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar