Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiya Fadîle Tok di roja 31’î de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Fadîle Tok ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  di roja 31’î de ye. Li gorî dixtoran rewşa tenduristiya Fadîle Tok giran dibe lê ew bi israr çalakiya xwe didomîne

Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin di 20’ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Fadîle Tok ev 31 roj in çalakiya xwe didomîne û dibêje heta ku tecrîd ranebe, dê çalakiyê bidomîne. Di vê navberê de dixtor jî her roj rewşa tenduristiya Fadîle Tok kontrol dikin.

Dixtor Bapîr Yildiz der barê rewşa tendirustiya Fadîle Tok de agahî dan û destnîşan kir ku rewşa Fadîle her diçe giran dibe. Yildiz da zanîn ku pirsgirêkên Fadîle yên wekî tansiyon, kîlo, di laşê wê de liv û tevgera xwînê, gêjbûn, bêtaqetî, zehmetiya di pêkanîna pêdiviyên şexsî de hene. Yildiz got ku ew her roj tanisyona Fadîle kontrol dike û tansiyona wê her dadikeve.

Dixtor Yildiz diyar kir ku rewşa Fadîle giran dibe û wiha got: “Di aliyê hatin û çûnê de, her wiha dema gel tê ziyereta wê di aliyê rabûn û rûniştinê de zehmetiyan dikişîne. Tansiyona wê dadikeve. Heta niha 5 kîlo dane.”

‘Tedawiyê qebûl nake’

Yildiz da zanîn ku Fadîle bi tu awayî tedawiyê qebûl nake û wiha got: “Her ku temaşeyî televîzyonê dike, ji hevalên din ên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne hêz digire û dibêje ‘çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin heta ku tecrîda li ser Rêbertî bê şikandin’. Moralê we ji sedî sed e û dibêje ku ew ê teqez bi ser bikevin.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar