Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Çalakiya fedaî ya Zîlan tolhildana dîrokî bû’

Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif têkildarî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan axivî û diyar kir ku çalakiya Zîlan bersivdayîna dagirkeriya li ser Kurdistanê û tolhildana dîrokî bû

Nêrgiz Ismayîl |

Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif têkildarî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê pêk anîbû, axivî.

Perwîn Yusif di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên kurd Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Em di demekê wisa de ne ku êrîşên mezin li ser gelê kurd tê meşandin, her demê bersivdayîn jî bi qasî wê mezinahiya êrîşê ye. Komplo hîn berdewam e. Ji bo wê jî mezinbûna hevala Zîlan bi mezinbûna demê û wexta ku ew çalakî pêk anî de bû. Em nikarin çalakiya hevala Zîlan bi bûyerekê ve ango weke çalakiyek ji rêzê bigirin dest û binirxînin. Komplo dixwest ruhê demê bide tunekirin lê belê bersiva hevala Zîlan ew bû ku naveroka ruhê demê bi çalakiya xwe ya fedayî biparêze. Ew ruhê ku ji rewşa heyî re nabêje; ‘Ez bêçare me’.”

Çalakiya Zîlan tolhildana hemû qirkirinan bû

Yusif di axaftina xwe de darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dikarim bibêjim ku çalakiya şehîd Zîlan tolhildana hemû dagirkirinên ku li ser welatê me û dîroka me hatiye kirine. Dide nîşandan ku heta çi radeyê bîr û baweriya wê bi xeta Rêber Apo heye û dikare wê xetê bi çalakiyeke wiha bide nîşandayîn. Çawa dixwestin sêdarekirinên ku li ser serokên kurdan kirine li ser Rêber Apo jî bikin meşandin, helwesta hevala Zîlan li hemberî van kiryaran bû.

Bersivdayîna hevala Zîlan bi taybetî ji bo valaderxistina hemû planên komplogeran bû. Li vê derê hêza jina kurd derdikeve holê ku her demê dikare rol û mîsyona xwe ya dîrokî bilîze. Salvegera 25’emîn e ku em her sal bi bîr tînin û hêzê jê digirin. Ev ji bo me xwedî cihekî şenazî û serfiraziyê ye.”

‘Ez ê nehêlim roja me tarî bibe’

Di berdewamê de Perwîn Yusif destnîşan kir ku ger di dîroka de jinên wekî Zîlan derneketiba wê tu cara hêza wan a têkoşîna azadiyê derneketiba holê û wiha pêde çû: “Jinên ku mohra xwe li dîrokê didin di demên zehmet de derdikevin, kesayetên mîna Şehîd Zîlan di pêvajoya ku tevahiya cîhanê digot ‘Em ê roja we tarî bikin’ bersiv da û got ‘Ez ê tu caran nehêlim roja me tarî bibe dê her ronahî bimîne.’ Hevala Zîlan ne tenê bi teqandina canê xwe bû bersiv her wiha bi felsefeya bîr û baweriya bi xeta azadiya jinan gihişt wê astê ku ji tevahiya cîhanê re bide isbatkirin ku jinên kurd dikare bibe kelem di çavên neyaran de.”

Komplo hîn didome

Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komplo hîn didome, ev rastiyeke û li ber çavan dibînin. Ji ber dijminê ku heyî heta niha nesekinî ye û hîn komplo bi hemû rengê xwe berdewam dike. Dijmin ji qirkirinê bigire heta dagirkerî, tunekirin, talankirin, kuştin û tecawizkirin dike. Me li ber çavê xwe dît, kiryarên dewleta tirk li hemberî jina têkoşer Denîz Poryaz çêbû. Hîn helwestên dijminî berdewam e ku jin li ku derê bi hêz be li wê derê tune dike. Çanda têkoşîn û fedaîtiyê çanda zindîkirina heqîqetê ye, rastiyê ye û zanebûnê ye.

Dema em hevala Zîlan bi bîr tînin em hemû jinên têkoşerên bi bîr tînin. Di kesayeta wan de dîroka berxwedanê zindî dimîne û bê wan jî em îro nedigihiştin vê astê. Ew her demê di hizir û ramanê me de zindî ne û em li ser şopa wan hîn xurtir kar û xebatên xwe bimeşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar