Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan li girtîgehan hatiye destpêkirin, bi tevlibûnên nû dewam dike. Duh koma duyemîn dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hat diyarkirin ku Îbrahîm Hayme û Cengîn Ûgûrlayan ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Amedê dimînin jî ketine greva birçîbûnê.
Li Amedê, di koma duyemîn a çalakiyê de; Celalettîn Gurgen, Garîp Nazlier, Onûr Kangal, Hamdî Sena Ada û Şahîn Karahan ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin, cih digirin. AMED