Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...
Pazar - 10 Kasım 2024

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 33’yemîn de dewam dike

Navenda Nûçeyan

Girtiyên siyasî, di 27’ê Mijdarê de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakî bi dewrgirtina koma 7’emîn re, di roja 33’yemîn de dewam dike.

Li Kampa Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirn. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 12’yemîn de ye.

Sala 2012’an: 68 roj

Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 12’yê Îlona 2012’yan de li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakî 68 rojan dewam kiribû. Li ser banga Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê çileya 2013’yan de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.

Sala 2016’an: 8 roj

Di 5’ê nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdek girankirî hatibû kirin. Piştî darbeya 15’ê tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza ‘Hevdîtina bi Ocalan re’, di 5’ê îlona 2016’an de, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çûbû Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.

Sala 2018’an: 200 roj

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de jî, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî, çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû. Li bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyanê jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê nav û deng bibû.

Di heman demê de, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tev li çalakiya greva birçîbûnê bibûn.

Ji ber ku daxwazin girtiyan nehatin qebûl kirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tev li çalakiya rojiya mirinê bibûn.

Kesên çalakiya fedaî pêk anîn

Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çûn belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û di 22’yê Adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan; Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê,  Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û gihiştin şehadetê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar