Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çalakiya greva birçîbûnê li malê didomîne

Gurbet Ektîren a di 15’ê Çileyê de li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê hat berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê berdewam dike. Ektîren diyar kir ku çi li zindanê, çi li malê çalakiya wan dê berdewam bike

Gurbet Ektîren a di 15’ê çileyê de li Girtîgheha Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di 8’ê Adarê de hat berdan.  Ektîren piştî hat berdan çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Dêrik a Mêrdînê berdewam dike.

Ektîren di 2015’an de di dema qadexeya derketina kolanan de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Ektîren ji roja dest bi grevê kiriye, 3 kîlo winda kiriye û niha di odeya ji bo wê hatiye amadekirin de dimîne. Ektîren a piştî hat berdan neçû nexweşxaneyê, dê bijîşkên serbixwe yên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), rewşa tenduristiya wê bişopînin.

Ektîren derbarê çalakiya xwe ya bi biryardarî berdewam dike de axivî. Ektîran diyar kir ku di 2’yê adarê de jî, 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha got: “Heta tecrîda li ser Rêbertiya me berdewam bike, ez bi biryar im ku çalakiya xwe bidomînim. Teqez ez ê berdewam bikim. Çalakiya me çalakiyek bi wate ye. Çalakiya hemû hevalên min berdewan dike. Em dixwazin hemû kes xwedî berxwedana zindanan derbikevin. Lazim e ku gelê me bikeve nava tevgerê.”

‘Em amade ne di vê oxirê de jiyana xwe ji dest bidin’

Di axaftina xwe de Ektîren da zanîn ku çi li derve, çi li hûndir tiştek ji bo wê nehatiye guhertin û wiha domand: “Ew wisa difirin ku bi berdanê, em ê dest ji çalakiya xwe berdin. Lê em ê çalakiya xwe berdewam bikin û destûrê nedin ku ew bigihêjin armancên xwe. Bila vê baş zanibin. Dibe ku bi zanebûn hemû hevalên me yên di greva birçîbûnê de û dadgehên wan berdewam dikin, berdin. Lê dê nekarin vîna me teslîm bigirin. Çi li zindanê û çi jî li malê  em amade ne ku di vê oxirê de, jiyana xwe ji dest bidin.”

‘Li hundir moral û kêfxweşiyek mezin hebû’

Ektîren bal kişand ser çalakiya hevalên xwe yên di girtîgehê de jî û wiha pêde çû: “Moralê hemû girtiyan bilind bû. Ji bo bi dawîkirina tecrîdê jî bi biryar in. Li girtîgehan hemû kes li ser pêyan e. Morelê  hevalên me yên 84 roj in di greva birçîbûnê de jî, pir bilind bûn. Ez ji vê derê carek din silavên xwe ji wan re dişinim. Hemû kes hêvî dikin ku gel bikeve nava tevgerê. Girtî dixwazin li Amed, Mêrdîn, Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê hemû jin, ciwan, dayik, kal û pîr bikevin nava tevgerê.”

Tevî her tiştî jî têkoşîn didome

Her wiha Ektîren di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em di wê baweriyê de ne ku di çarçoveya armanca çalakiyên me de, dê gav bên avêtin. Çalakiya Leyla Guven di roja 124’emîn de berdewam bike. Lê ligel vê yekê jî medyaya pergalê bi israr naxwaze çalakiya Guven bibînin. Em li dijî vê jî têdikoşin. Ez silavê xwe ji Leyla Guven re jî dişinim. Ez serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim. Ez hêvî dikim ku heya Newrozê Rêbertiya me Azad bibe.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar