Navenda Nûçeyan
Çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan didome. Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bidorveger û bêdem kiribûn. Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîedê de û niha ne bi malbatê re û ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Ji hemû mafê xwe yê siyasî û civakî bêpar hatiye hiştin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe girtiyên siyasî mehek e di greva birçîbûnê de ne.
Piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, kom bi kom girtî dest bi grevê kirin û her komek 5 rojan ketin grevê. Li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaelî hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û hevşaredara Dêrsimê ya berê Nurhayat Altun tev li çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.