Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Çalakiya îstîxbarata Îranê tê darizandin

Dîplometek ji Îranê û 2 hemwelatiyên Belçîkayê bi îdiaya plana bombekirina mîtînga muxalîfên Îranê ya Fransayê li Belçîkayê bên darizandin

Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniya polîsên Belçîkayê di 28’ê hezîrana 2018’an de 2 hemwelatiyên Belçîkayê ku bi eslê xwe ji Îranê ne ji bajêra Anversê derbasî Lûksemburgê dibin û li wê derê dîplomatek ji Îranê Assadollah Asadîyê re hevdîtin dikin û di 30’ê hezîrana 2018’an de ji bo bombekirina mîtînga Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ( NCRI) paketa bombeyê li Parîsê teslîmê yekî dikin. NCRI mileke  Mujahideen-e Khalq (MEK)’ê ye ku li hemberî rejîma Komara Îslamê çalak in û ji aliyê Îranê ve wek rexistineke terorîst tên pênasekirin. Endamên wan jî piranî ji welatên xwe hatine sirgûnkirin.

Operasyon an jî çalakiyên derveyê sînorê Îranê ji hêla îstîxbarata Îranê ve zêde tên bikaranîn. Kurd jî gelek rastî çalakiyên bi vî rengî ya Îranê hatine. Dr. Evdirehman Qasimlo jî li Viyanayê bi çalakiya Îranê hatibû qetilkirin.

Dozgerên Belçîkayê ji bo bombekirina mîtîngê, rêveberiya Tahranê sûcdar dibîne. Dîplomat Assadî niha bi dozgeriyê re hevkariyê qebûl nake û li hemberî sûcdarkirinê îtîraz dike.  Danişîn ew ê çend roj bidome. Wisa xuya dike biryar heya dawiyê mehê bê dayîn. Biryara dozgehê girîng e çimkî dibe ku li Ewropayê liv û tevgera îstîxbarata Îranê sînordar bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar