Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiya Leyla Guven di roja 159’emîn de ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 159 roj in li ber xwe dide

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 159’emîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 146’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 120’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiye 121 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 46’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 101 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 91, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 99 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 48 roj, Naîme Çelîk li Rezana Amedê 46 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê li qada navnetewî didome

Yusuf Îba li Torontoyê 94 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 93 roj, Husên Yildiz 87 roj, Hasbî Çakici 86 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 86 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 82 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 77 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 70 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 59 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 30 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 51 roj, Gulebax Celal 30 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên li dijî tecrîdê çalakiyên fedayî pêk anîn

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar