Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiya Leyla Guven di roja 172’an de didome

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Berxwedana Leyla Guven ket roja xwe ya 172’an

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hate berdan, ev 172 roj e li mala xwe li ber xwe dide.

Nasir Yagiz 159 roj e di grevê de ye

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 159’yemîn de dewam dike.

Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 133’an de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16’ê Kanûna 2018’an dabû destpêkirin, 134 roj e berdewam dike. Li Londonê Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 46 roj in di grevê de ye. Di 1’ê adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanên Tirkiyeyê belav bûbûn.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakiya xwe li malê didomînin

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 112 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 104, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 112 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 61 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar